PDK: Gelê Kurdistan diyar kir ku Kurdistaneke bihêz dixwaze

Polîtbîroya PDK peyamek bi helkefta serketina lîsta xwe di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de belav kir û têde tevahiya aliya piştrast kir, ku ewê di astê bawerya gel de be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek bi helkefta serketina lîsta xwe di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de belav kir û têde tevahiya aliya piştrast kir, ku ewê di astê bawerya gel de be.

Polîtbîroya PDKê di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, ku gelê Kurdistanê bi nûkirina baweriyê ji PDKê re, da xuyakirin ku ew Kurdistaneke bihêz, aramî û ewlehiyê dixwaze, herwiha avakirin û pêşketin û xweşguzariyê dixwaze û ev armancana bi partiyeke bihêz û pêşeng tên bicîkirin.

Di peyamê de hatiye: Em hemû aliyan piştrsat dikin, ku emê di astê deng û baweriya gel de bin û emê xwestek û îradeya gel di pêkanîna  Hikûmeteke bihêz û yasaperwer û xizmetguzar de, bicî bikin.

Herwiha Polîtbîroya PDK got: Tevî têbîniyên me li ser birêveçûna piroseya hilbijartinan li hin navçeyan, lê dîsa em tekeziyê li ser peyama yekrêzî û yekdengiyê dikin û em bihêvî ne, hemû alî dest bidin hev û berjewendiyên gelê me biparêzin û xizmeta xelk û Herêma me bikin ewlewiyet.

N.O