Îran dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bike

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescidî civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Îranê li Iraqê tekez dike, di siberojê de peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û dibêje, aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.

Îro, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescidî civiya. Di civînê de amaje bi dawî gavên hilbijartin û pêkanîna saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê hat dayîn û tekezî li giringiya wan gavên demokrasî yên di navbeyna aliyan de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Îranê li Iraqê ronahî xist ser mekanîzma ya pêşxistina peywendiyên digel Îraq û Herêma Kurdistanê û tekezî li piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir. Herweha ragihand, di siberojê de, dê wan peywendiyan bihêz bikin, û aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.

 

 

 C.B