Sedir: Iraq di metirsiyê de ye

Piştî ku di encama agirekî de, sindoqên dengdanê yên hilbijartinên Iraqê li Bexdayê hatin şewitandin, Sedir di nameyekê de hişyarî ji pêketina şerekî navxweyî li Iraqê da.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di karvedanên bûyera şewata komgeha sindoqên dengan li navçeya Risafe ya Bexdayê, rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, ku di heman demê de rêberê Hevpeymaniya Sairûn e, di nameyekê de hişyarî ji pêketina şerekî navxweyî li Iraqê da û diyar kir, ku tiştê li cem wî giring Iraq e, neku wergirtina postan e.

Herwiha Sedir di nameya xwe de daxwaz kiriye, ku rê bi wan kesan neyê dayin, yên ku sêyekek ji axa Iraqê firotin, ku agirê şerê navxwe xweş bikin.

Duh li navçeya Risafe ya Bexdayê agirekî mezin bi komgeha sindoqên dengdanê yên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ket û li gorî gotina berpirsên Komisyona Hilbijartinan, sindoqên dengan yên nîzêkî heft hezar navendên dengdanê di wê komgehê de bûn.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê diyar kir, ku ji encama wî agirî, tevahiya encamên sindoqan hatin şewitandin.

Cîgirê Komîta Ewlehiyê di Perlemana Iraqê de, Mihemed Rubeyî di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir, ku di nava wê komgehê de amêrên eliktironî û belgeyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê hebûn û ew jî ji encama wî agirî şewitîn.

N.O