Mesrûr Barzanî: PDK parêzvanê berjewendiyên xelkê Kurdistanê ye

Endamê Politburo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo berevanîkirin a berjewendiyên xelkê Kurdistanê, PDK di baştirîn cih de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Politburo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo berevanîkirin a berjewendiyên xelkê Kurdistanê, PDKê di baştirîn cih de ye .

Di account a xwe ya Twitterê de Mesrûr Barzanî ragihand, 30ê vê mehê derfetek li ber destê Kurdistaniyan e, ku qonaxa bê ya neteweyê me diyarî bikin. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê û dengderan kir ku, di wê rojê de, li derdora lîsta 183 ya Partîya Demokrat a Kurdistanê kom bibin. Jiber ku, ji bo berevanîkirin di ber berjewendiyên xelkê Kurdistanê de, PDK di baştirîn pêgehê de ye .

Twitt a Mesrûr Barzanî hevdemê wê yekê ye ku, roja 11ê ve mehê bangeşeya hilbijartinên Parlemana Kurdistanê destpê kir.

 

 

C.B