Li Efrînê 40 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin

Îro li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de berdewam e û li gor zanyariyan heta niha nêzîkî 40 çekdarî hatine kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de berdewam e û li gor zanyariyan heta niha nêzîkî 40 çekdarî hatine kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro ji danê sibê ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li taxên Mehmûdiyê, Vêlat û Zêdiyê yên Efrînê derket û qedexeya çûnûhatinê li bajarê hatiye ragihandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên wek Feyleq el-Şam, Firqey el-Hemzat, Sultan Murad û Feyleqa Sêyemîn îro sibê êrîş birin ser baregehên grûpa Şuhada el-Şerqiye û daxwaz ji çekdarên wê grûpê kirin ku çekên xwe radestî wan bikin, lê grûpa Şuhada el-Şerqiyê ew yek red kir û şer û pevçûn derket.

Rewangeha belav kir, ta niha şer û pevçûnan berdewam in û di encamê de de herî kêm 11 çekdar ji her du aliyan hatine kuştin û zêdetir ji 27 çekdarî jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, gelek çalakvanan wêne û girtevîdyoyên şerê li Efrînê belav kirin ku termê hejmarek ji çekdaran li ser rê hatine kuştin.

Li ser sedema wî şerî, Rewangehê da zanîn, artêşa Tirkiyê û hin grûpên din ji ber pirsên dîzî, talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê daxwaz ji grûpa Şuhada el-Şerqiyê kirine ku çekên xwe dane û xwe radestî wan bike.

Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî Efrînê dagîr kirin, ji wê demê car caran li ser dizî û talankirina mal û milkên Efrîniyan şer di navbera wan grûpan de derket, lê vê carê şer giran e û hejmara kuştî û birîndaran ji caren berê zêdetir e.

 

S. B