Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Sedir eşkere dibe
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, piştî civîna li gel serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, tekez kir, ku Hikûmeta dahatî ya Iraqê, wê niştimanî be û wek bav be ji bo millet".
Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Rêberê Şepêla Sedir, îro Yekşemê 23/9/2018an, Muqteda Sedir û Nêçîrvan Barzanî li Necef civiyan û piroseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû gotûbêj kirin û tekez kirin ku pêwîst e di zûtirîn dem de Hikûmet were pêkanîn, daku dest bi kar û erkên xwe bike.
Li gorî daxuyaniyê, Sedir gotiye: "Hikûmeta dahatî wek bav dibe ji bo millet û cudahiyê di navbera pêkhatan de nake û giringiyê dide maf û xwestekên gel û xizmetan pêşkêş dike û rewşa giştî baş dike".
Duh êvarî Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê û li gel hejmarek mezin ji serkirdeyên hevpeymanî û hêzên siyasî yên Iraqê û Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê civiya.
Ji aliyê xwe ve, YNK dilgiraniya beramberî serdana Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin û diyar kir, ku PDK bi tena xwe çûye Bexdayê.
Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Necef pêş du rojan bû, ji civîna Perlemana Iraqê, ku biryar e 25ê vê mehê, ji bo hilbijartina serokekî nû ji Iraqê re bicive.
N.O