Kurdistan Baydemîr: Gûman li ser encamên referandûmê hene

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, li navenda giştî ya partiya xwe de encamên referandumê nirxandin û got, daneyên sîstema şopandina sindoqan ya HDP û encamê Desteya Hilbijartinê ya Bilind hev nagrin û Ajansa Anadolû jî encam rast ranegehandine.

Osman Baydemîr got: “Beriya her tiştî Destûr tekstên peymanên hevrêziyê ne. Bi vê encamê hevrêzî nîne. Rapora binpêkirina proseya referandumê emê ragehînin. Girtina hevserokên me, rewşa awarte, şer û zextên liser axa Kurdan, rewabûna vê hilbijartinê biguman dike. Tengezariyên mezin li benda me ne.”

Baydemîr amaje bi wê yekê kir û got: “Dengên bêmor hene û çavdêrên sindoqan hatin astengkirin. Li hin deveran çavdêran lêdan xwarin û hatin dûrxistin. Wek vê bisedan binpêkirin hene.”

Baydemîr bi encamên referandûmê gûman kir û got: “Dipirsim, dengên bêmor çiqas belê ne, çiqas nexêr in. Bersiva vê dê gumanê derxe meydanê. Di encamên 68 sindoqan de yên çavdêrên me û hilbijartina bilind de cudahî hene. Ev her diçe zêde dibe.”

Baydemîr got jî: “Vîna ku ketiye sindoqan, divê yên bên tomarkirin jî ew bin. Mafê kesê nîne vîna gel cuda nîşan bide. Divê bê zanîn heta nerazîbûnên yasayî encam nebin, kes nikare bêje hilbijartin temam bûye.”