Qurbaniyên erdheja Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gihişte 336 kesan
K24 - Navenda Nûçeyan
Heya niha jî hejmara qurbanî û birîndarên erdheja şevê din bilind dibe û li gorî dawîn amar, li Rojhilatê Kurdistan û Herêma Kurdistan heya niha bêtirî 336 kesan canê xwe jidest dane û bêtirî 2600 kesên din jî birîndar bûne.
Navçeyên parêzgeha Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê, bêtirî navçeyên din ketin ber erdhejê de û ziyaneke mezin li wan navçeyan hat.
Heya niha li Rojhilatê Kurdistan 328 kesan canê xwe jidest dane û bêtirî 2600 kesên din jî birîndar bûne.
Li Herêma Kurdistan jî heya niha 8 kesan canê xwe jidest dane û bêtirî 528 kesên din jî birîndar bûne.
Şevê din erdhejeke bihêz li Rojhilatê Kurdistanê qewimî û bi bandora wê bajar û navçeyên her çar paçên Kurdistanê hejyan, li hin cihan li Herêma Kurdistanê jî, hêza wê erdhejê 7.2 pile bi pîvana Rexter bû.