Hikûmeta Iraqê: Şandên hizbî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çare nakin

Hedîs: Heger piştevaniya karên komîteyên hunerî bê kirin, dibe ku rê ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser astekî Hikûmî bilind bê vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê ragihand, tenê gotûbêjên komîteyên hunerî yên hevbeş di nav Hewlêr û Bexdayê de, riya çarekirina pirsgirêkan xweş dikin ne şandên hizbî.

Peyvdarê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Se'ed Hedîsî ji Dengê Amerîka re ragihand, ku destpêkirina gotûbêjan di navbera aliyên siyasî de, nayê wateya çarekirina pirsgirêkan, lê heger piştevaniya karên wan komîteyên hunerî bê kirin, dibe ku rê ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser astekî Hikûmî bilind bê vekirin. 

Hedîsî got jî: "Şanda sê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel Ebadî behsa mûçe û pirsgirêka cotkaran kiriye, lê ev yek rê li pêşya  danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de venake".