Yekîtî peyama Îranê gihand PDK

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di civînekê de digel Partya Demokrat a Kurdistanê peyama Tehranê  gihand Partiya Demokrat a Kurdistanê û behsa karakirina Parlemêntoya Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Nuçegîhanê Kurdistan24  diyarkir, Yekîtî bi taybetî ji bo gotûbêjkirina dû mijaran digel Partî civiya. Yek ji wan gihandina peyama Tehranê bi Partî û mijara din jî çareserkirina pirsgirêkên naxweyî û karakirina Parlamentoya Kurdistanê .

Li gor zanyariyên dest bi Nûçegîhanê Kurdistan24 ketin, desthelatdarên Îranê bi berpirsên Yekîtî ragihandiye, eger aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên naxweyî çareser bikin û gûmanên derve li ser referandûmê nehêlin, Tehran amade ye piştevaniya referandûma serxebûna Herêma Kurdistanê bike.