Armanca Tirkiye ji Operasyona Idlibê çi ye?

Kurd24

(Armanca sereke dîsa Kurd in?)

Tirkiye projeyek nû li Suriye derbasî jiyanê kir. Bi “alîkarîkirina Artêşa Azad a Suriye” operasyona “Rizgarkirina Idlibê” dest pêkir.

Eşkere ye Operasyona Idlibê, piştî razîbûna Rusyayê û bi taybetî seredana Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin hefteya derbasbûyî ya Tirkiye pêk hat. Aliyên rêkeftî – Rusya û Tirkiye, qet agahdarî liser rêkeftina xwe negihandin raya giştî. Lê, li gor pîspor û şîrovevanan gava Rusya ev operasyona Tirkiye pejirand, hemberî wê jî hin tişt ji Tirkiye girtin e, ku desthilata Tirkiye naxwaze bên zanîn, ka ew tiştê ew ji Rusyayê re bike, çi ne?

Tirkiye di çarçoweya Operasyona Idlibê de, ku bi destê “Artêşa Azad a Suriye” birêve dibe, lê di rastiyê de cîhê biryarê ew bi xwe ye, çendîn armanc dane pêş xwe.

-Ya herî girîng: Dijberiya destkeftiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyeyê ye. Bi vê pêngavê tê armanckirin - korîdora Derya Spî ku Kurd dixwazin pêk bînin, têk bide. Ji aliyê din destê xwe hemberî Efrînê rehet bike. Ango ger Tirkiye armanca xwe ya êrîşa liser Efrînê pêk bîne, ew ê ji Idlib a ku di kontrola xwe de ye lidar bixe. Wekî din jî, hemberî her destkeftiyek Kurd / Kurdistanî di saheyê de amade be.

-Armancek din a Tirkiye di Operasyona Idlibê de , di pêvajoya çareseriya pirsa Suriye liser mêza diplomasiyê de bibe xwedî kartek fişarê. Bi kontrola xwe liser Idlibê, Tirkiye dixwaze bibe aliyek sereke di pêvajoyê de û berjewendiyên xwe bide pêş.

-Babetek din a ku Tirkiye derdixe pêş  pêkanîna heremek nêzîkî sînorê xwe, di bin kontrola xwe bi xwe de ye. Herêmek ku Tirkiye dikare yariyên xwe li Suriye û deverê bike. Ev armanca Tirkiye ku bi senaryoyên piştgiriya hêzên ekstremist biser neket, niha bi lîstika dualî Moskow – Enqere pêk tê.

-Tirkiye herweha ji raya giştî ya navxweyî û derve re diyar dike, ku dê bibe rêgir li pêş pêla penaberiyê ji Suriyê.

Ev armanc ên Tirkiye yên eşkere ne. Li paş perdeyê, herweha dikarin hin planên din ên Tirkiye û Rusya yên hevbeş jî hebin.

Rusya rê da Tirkiye vê Operasyonê hemberê Idlibê destpê bike, li hember vê, çi ji Tirkiye wergirt? Di saheyê de nêzîk, ne dûr dê xuya bike.

Di herêmê de Tirkiye xwe kir aliyek hevkariya Tehran, Şam, Moskow. Enqere çend dikare di yariyên vê bereyê de bibe aktorek berçav? Pîspor ji vê rola Tirkiye bi guman in.

Kurt û Kurmancî, Tirkiye dikeve nav û xwe dike beşek ji senaryoyên nû. Heta niha, di demên ku destê Tirkiye xurt jî bû, di senaryoyên xwe de serkeftî nebû., Niha gava Tirkiye navxweyî û navneteweyî di lawaziyê de ye, çend dê bikaribe ser bikeve? Dê dema nêzîk nîşan bide.

Em carek din bibîr bînin, Enqere bi hesanî ne li Suriye û ne jî li herêmê bi vê siyaseta xwe ya navendî - dijberiya Kurd / Kurdistanê sernekeftiye. Fobiya Kurd rê liber pêşerojek aram, ewle, aştiyane ya Tirkiye jî digre. Rêyên êrîşkar 100 salan destkeftiyek mayinde ji Tirkiye re neanîn. Ango, rêya hilbijartina diyalog, danûstandin, alîkariya çareseriyê, rêya din a bijarde li ber Tirkiye ye, ku heta niha Tirkiye gav di vê rêyê de neavêtiye. Ew bijarde xuya dike, ji Tirkiye re jî baştirîn çare û rê ye.

Hewlêr, 8 Cotmeh 2017