Wekhevîya Sîyaseta Tunus û Tirkîyê

Kurd24

Nevzat Keskin

 

Di Rojhilata Navîn de gelek tişt dişibin hev. Erdnîgarî, çand, hewa û mirov. Herwiha ew rê û rêbazên sîyasetê jî pir dişibin an go mîna hev in. Li vir ez dixwazim du dewletan û sîyaseta wan bidim berhev; Tunus û Tirkî. Tunus jî mîna Tirkîyê parçeyek ji împaratorîya Osmanîyan bû, lê di destpêka sedsala 19’an de kete bin hukmê Frensîyan. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî serbixwe bû. Bi vê re jî wekhevîya wê ya mina Tirkîyê destpê kir. Habîb Bourgîba, serokkomarê Tunis’ê bû. Wî Ataturk ji xwe re weke minak girt û şoreşa wî li ser Tunis’ê tetbîq kir. Modernîteya Ewrûpa’yê bi renge Ataturk li Tunus’ê bicîh kir.

Pistî Habîb Bourgîba, Zeynelabîdîn Alî bi nîv îhtîlalê bû serokkomar û êdî Tunis mêrga wî bû. Ji bo ku Zeynelabîdîn Bin Alî li gorî xwe şekil bide welêt û diktatorîya xwe ava bike daxuyakirin ku ji Bourgîba behtir mafên mirovan dideberçavan û hikumdarekî demoqrat e. Ji ber vê ji rêyek û programek meşand. Bin Alî destur da wan partî û rexistinên ku Bourgîba rê liber wan girtibû. Bi vî awayî jî kesên Îslamî (Birayên Misliman), rexistinên çep û liberal jî partî, dezgeh û rexistinên xwe ava kirin. Bi eşkere hemwelatî dibûn endamên van dezgehan û çalakîyên sîyasî lidardixistin. Lê di şevekê de Zeyneladibin Bin Alî li wan kesan hate xezebê û hemû dezgeh girtin. Serok û endamên lîjneyên wan partî û rexistinan xistin girtîgeha 9 Avrîlê. Kesên ku dikarîbûn birevin Ewrûpayê çûn, yên ku nikarîbûn jî xwe veşartin û tirsek kete nava gel ku tu kesî nikarî deve xwe veke. Tunus bû welatekî polîsîye. Ji her malekê kesek kir polis ku tu kes nikaribe bi tu awayî fikr û ramanên xwe bîne ziman. Tunus bûbû girtîgeheke dor girtî, lê ser vekirî. Heta ku Mohammed Bouazîzî xwe şewitand (2010) jî vê rewşê wisa berdewam kir. Ji xwe êdî Bihara Erebî destpê kir.

Tirkî çawa dişibê Tunus’ê? Pîştî desthîlatdarîya Kemalîzmê ya bi salan, AKP 2001’ê de hate ser hikum. Sal bi sal bi qewettir bû. Di her hilbijartinê de ji ya paşîya xwe behtir deng stand û her ku çu heza xwe li der derî bi qewettir kir. Lê du hêz hebûn ku lê pêşîya AKP’ê alternatif bûn; Tevgera Kurdî û Cemaat’a Gulen. Ev her du tevger berîya AKP’ê veşartî xebatên xwe dikirin. Lê bi fersenda ku AKP’ê da wan her du tevgeran, êdî bi eşkere xwe birexistin kirin. Sazî û komeleyên wan vekirî xebatê xwe dikirin.

Tevgera Kurdî li Bakur û Cemaata Gulen jî li her dere Tirkîyê bihêz bû. Herwiha her ku çû ji AKP’ê re bûn alternatif. AKP’ê destur da wan ku behtir û vekiri xebatên xwe bikin. Yek ji wan Cemaata Gulen rastênheva (paralel)a AKP’ê bû, tevgera Kurdî jî li dijî AKP’ê bû. Birastî her du tevger jî, ne li dijî dewletê bûn. Heta dikare were gotin ku ji dewletê dewlettir bûn. Lê alternatif bûn ji hikumetê re. AKP’ê jî mîna Zeynelabidin Bin Ali’yê Tunus’ê dinya li wan teng kir û bi her awayî ew îllegal îlan kirin. Ji ber ku her tiştê herdu tevgeran jî ayan û beyan bû lêxistina wan bi dewletê hesan bû. Lewra berîya AKP’ê bi qeweta leşkeri jî lexistina wan tevgeran ne hesan bû. Bi gotina wan tedbîrên wan hebûn û weke rêk û rêçê bû ji bo wan tevgeran. Lê bi saya pêvajoyên demoqratîk yên hikûmêtê herduyan jî pir bawerî bi AKP’ê anîbûn û baskên xwe danîbûn erdê û tevlî dinyayê bûbûn. Lê şevreşkî bûn.

Bikurtasî, AKP bi ser wan de girt û ew kirin dize sola xwe. Lewra êdî her tiştê wan ayan beyan bû û her tiştên van tevgeran yên veşartî di deste AKP’ê û MIT’ê de bû. Ji ber wê hinde jî lexistina wan hesan bû. Ev metodolojîya Tunus’ê bû. Di rojhilata navîn de ev cara duyem e ku tê tedbîq kirin. Pêşî rê li ber veke û piştre jî bi serde bigre û bifetisîne. Ew jî dibe cihê tirse ku êdî gel nêzîkê rexistin û tevgeran bibe. Niha li Tirkîyê ev dibe. Tu kes êdî nediwêre û ne jî bawerîyê bi hikûmêtê tîne ku bibe endamê cemaatên Îslam an jî tevgera Kurdî. Ev tê xwestin ku tu dikare bibe Kurd lê, bê rexistin û tevger. Tu dikare bibe misliman jî lê bê cemaat û terîqet. Ji xwe Kemalîzmê jî ev dixwest.