Welatê agir û avê, cîwarê bereket û tavê

Kurd24

Latif Epozdemir

Welatê agir û  avê, bereket û  tavê:  Mezopotamya. Ew erda ku di navbera herdu çeman de, di qicqice û   di fawir e.. Her du çem :  Dîcle û  Ferat. Keç û  kûrên Kurdistanê.

Êdî heqîqetek e û  bi qet şîweyek nayê înkar kirin ku, Mezopotamya xêr û  bereketê li Dınyayê reşandîye. Şaristanî jî vira belav buye bî ser miletên Cîhanê ve. Lî gora hinek  zanayên Cîhanê,mîrovayetî jî, ji vîra aj daye.

Lewra İncîl dîbêje, çaxa ku Xwedê, Adem û  Hewa ji cennetê derxistîye, ji wanre gotîye : “ Herne wê deştê ( behsa deşta Rûhayê, Herranê tê kirin) û  li wira mîrovayetîyê zêde bikin. “

Ew jî hatine wira û  mîrovayetî,  ji wê rojê ve hetanî îro zêde buye.

Kîtêbên pîroz dibêjin ku : Xwedê ji Bîrahîm Pêxember re jî gotîye :“ Ezê te bîşeynîme welatek wisan ku xêr û  bereket ji wê zêde dibe û  bî ser Cîhanê ve dabeş dibe. Ew welat di navbera çar çemande ye. ”(Ji wan çeman yek Dicleye yek jî, Ferat e.Pîton û Gihon jî yê dinin.Yek ziwabuye a din jî îro bi navê NÎL tê naskirin)

Ew aqarê kû di navbera Dijle û Ferat de dimîne, ew der Mezopotamya jorîn e. Ew der Herran e, welatê bab û  kalane. Welatê bajarvani û  şarıstaniyê ye;  yanî Kurdistan e.

Ku hinek caran dîndarên Kurd bêjin  Pêxember jî Kurd e, zêde ji wan lomana nekin. Helbet tiştek dizanin, lewra vê yekê dibêjin. Her wiha tê zanîn ku, Brahim Pêxember bi eslê xwe, xelké Bakuré Mezopotamyayé, yanî ji, Kurdistanê’ye. Firewnên Ereb çev berdane jina wî û  sedem vê yekê tedayek mezin lê hatîye kirin.

Hz. Mihemmed, ji cisnê Hz. Brahîm  e. ( Ji devê min derew.) Heye ku ew jî Kurd be.

Mezopotamya Bakûr, yanî Mezopotamya  jorîn bi xwe Kurdistan e.Lewra Kurd ji wê hindavê re dibêjin Mezra Bota “.

Kurdistan di gel Bakurê Mezopotamyayê û  Urartûyê, welatek fireh û  avadan e. Erd û aqarê Kurdistanê ji 520.000.km. zêdetir e. Kesên ku xwe aîdê vî welatî hisab dikin û  hemwelatîyên Kurdistanê ne, ji 5o milyonan zêdetir in.

Li Dınyayê de 53 dewletên serbixwe hene ku nîfûsê wan hemuyan li ser hev, hê nabe hingî nifusa Kurdistanê. Lê, her niha jî, dewletek Kurda tuneye. ( Beşê İraqê jî, Herêma Federatîf e, ne serbixwe ye. )

Kurd, sêwî û  bêkesên dîrokê ne. Di nav çar –pênc dewletan de hatine parçekîrîn û erdê wan dabeş buye. Serwet û  samana ser erd û  bîn erdê Kurdistanê, buye sebebê bindestîya wê.

Komir ( Rijî), fafûn, sifir, zêr,hesîn û  nift û  ava Kurdistanê, ji roja erdnasînê û  hetanî îro, her ji xewa dijminan derneketine. Lewraye ku, begler û  siltan serdar û  hikimdar, bi top û  tifeng û  mîtralyoz û  cebîrxane, her tim hêrîş anîne ser Kurdistanê.Vê dere dagîr kirine. Yan jî, bî wan dagirkeran re şer kirine ku bac û  dewlemendîya Kurdistane di deste wan de buye.

Wekî Sefawî û  Osmanîyan,  Akkoyunlî û  Qereqoyînlîyan, Selçuqî ,Xeçlî, Rûs û  İngîlîz, Firingsiz û  yên dî..Ewqas  şerên dijwar qewimîne li ser vê axê ku, nayê gotin. İskenderê Mezin, wek dirindeyek hov ji Kurdistanê derbas buye çuye Hîndîstanê. Di wê sefere de, di şuna avê de xwîn herîkîye ji wan welatên ku İskender jê borîye. Sedsal, tarîxa Kurdistanê maye di bin axê de. Kes nizane ka gelo, di wextê sefera vî hikmdarî de  li Kurdistanê çî buye.

Serwet û  samana welatê Kurda nîvê dînyayê têr dike lê, Kurd bi xwe birçî ne.

Ava Kurdistanê, roj hilata navîn dişo, lê,  Kurd tênî ne.

Berq û  karebaya berbend û  berajên Kurdistanê beşêkê Cîhanê ronak dike, lê Kurd di tarîtîyêde ne.

Dexil û  genim û  ceyê Kurdistanê, bese ku Dınya pê têr bi xwe, lê Kurd, bîrçîne.

Pembu û  hirî û  liva û  pirç û  hevrîşîmê Kurdistanê bê hed û  hesabe, lê Kurd tazîne.

Nift û  gaz û  hewagaza Kurdistanê, deh dewletan avadan dike, lê, Kurdistan kavîl e, hê jî bi sergînê xwe germ dike.Rê û  banyên Kurdistanê ji çamur û  xwelîyê nayen borîn.

Başe, xwedê vê zilmê qebul neke. Ma Kurd çî suc û  gunehên wan hebun ku ketne vî halî.?

Rehmetîyê Faîq Bucak di got :” Ne nan e/ ne dan e / ne şîv e 7 ne taştê. / Hoy rebîyo / ewqas derd û  bela/ ji kûve tê.” û  gazina ji xwedê dikir, ma niheq bu qey. ?

Orhan Welî ku gotîye : “ sol kûn e/ sako kûne, / ber kûn e / berik kûne ,/ şal kûne /  şapîk kûne, / ma tu siradî qey pismam .? “ Çawan li ser rewşa keseke Kurd gotibe. Ma ne raste qey. ?

Di vî çaxî de ku miletekî 50 mîlyonî hê bindest bî, ma ne eyb û  şerm e. Him ji bo wan kesên dagirker eybek mezin e û  him jî, ji bona Kurdan sernizmî û  rû reşîye. Yanî rewşa îro jî bo temamê Kurda  qebehetek gîran e.

Kurdê Mezopotamyayê, xwedîyê şaristanî û  şarezabuyîne, do efendîye welatê xwe bun İro, li welatê xwe ketin bindesta, mane perîşan.

Mezopotamya, dergeyê qawim û  siltana, welatê agir û  avê, wargehê bereket û  tavê, hemu Dınya jê re deyindar, ew jî bi azadîyek hewcedar.

Mezopotamya ku mîrovayetî lî wê peyda buye, îro ji alîye nevîyên xwe yên bêbext ve hatîye binpê kirin. Ev ne rewaye û  ne jî heq e.

Kurd serwerê cîyê xûlqandîna mîrovatîyê, lê dîl û  bendeye êl û  eşîretên bîyanî.

Kurdistan, welatê şêr û  can fîdayê dînê îslamê, lê ji alîye dewletên Mısılman ve dagîr kirî.

Dîvê qet neye ji bîr kirin, ew dewletên ku Kurdistanê dagîr kirine, pêşînîjatperestin, paşî misilmanin. Ereb ewil Ereb paşî Mısılman, Fars ewil Farsin paşî Mısılman û  Tirk jî ewîl Tûrkin paşî Misilman.

Kurd dibêjin , “ tifke seyî, şermke ji xwehî.” Lê, xuyaye ev lefz ne ji bo, ebed bêşerman hatîye gotin.

Cezayîr, çendîn sal, di bindestê Fransizan de, Hîndîstan di bin destê İngîlîzan de ma, lê demek şûnda, ew bi xwe, bi paşve kişîyan û  azadîya Cezayîr û  Hîndistanê berî her kesî ewan nas kir.Ev tevgerek bi esil bu. Lewra sîyaneta wan her duk dewletan îro zêdeye li Avrupayê. Yek ji wan bu serkêşê pîşesazî û  çand û  hunerê dinyayê, yê din jî bu serkêşê demokrasî û  werziş û  tîcareta Dınyayê. İro kesek wan herdu dewletan ji alîye mafê mirovan ve şermezar nake û  rexne nake. Ber eks, ew bi şaristanî û  medenîyet û  mirovatîya xwe kûbarîyê dikin, bi xasyetên xwe yên camêrî heldifrin.

Bi esilbun ew tişte ku mirov bi rizayê xwe kole û  dîlê xwe azad bike.

Mirovperwerî û  damendî ew tişte ku, mirov çî ji xwe re bivê, ji hevalê xwere jî bivê; mirov çî ji xwere rewa nebîne ji hevalê xwe re jî nebîne.

Yanî qîyas û  nefis lazime, wujdan û  merhemat û  dîlovanî dpêwîste, heq û  edaled û  edlahî divê di sere mirov de hebe.

Neyarê Kurdan bê esil û  bê şerm in. Ew rîyakar û  xapînok in. Bê wujdan û  bê keysin, bêbext û  bê merhemet in.

Ev tişt jî, heye ku qedera Kurda be…