Ji Bona Kurdan Li Iraqê û Li Tirkiyeyê Du Hilbijartinên Giştî Yên Cûda…

Kurd24

Li Iraqê hibijartina giştî tê lidar xistin. li Tirkiyeyê hilbijartina giştî û serokkomar tê li darxistin. Li Iraqê hilbijartin di Gulanê de ye; li Tirkiyeyê di 24ê Hezîrana 2018an de ye.  Li herdu dewletan jî hilbijartin raste rast neteweya kurd, kurdperweran eleqeder dike. Lewra parçekî Kurdistanê li Iraqê ye û parçekî Kurdistanê jî li Tirkiyeyê ye. Kurdistan, li Iraqê federe ye û lê li Tirkiyeyê kolonî ye. Neteweya kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên milî bê par e.  Loma jî li Iraqê û li Tirkiyeyê hilbijartin ji bona neteweya kurd û Kurdistaniyan tê wateyek din.

Hilbijartin gor du sîstemên cûda tên li dar xistin. Li Iraqê neteweya kurd û kurdistanî xwediyê desthilatdarî û temsîlê ne. Loma jî li ser navê xwe û ji bona desthilatdariya xwe ya giştî beşdarî hilbijartinê dibin. Li Tirkiyeyê neteweya kurd û kurdistyanî, desthilatdar nînin. Loma jî li Tirkiyeyê ji bona kurdan hilbijartin ji bona desthilatdarî nîne û tenê ji bona ku mafên milî qezenç bine û ji bona desthilatdarî bê qezenç kirin di hildijatinê de cî digrin, an jî divê cî bigrin.  Hilbijartin kêmtir in 35 mîlyon kûrd eleqeder dike. Loma jî kurd nikarin ku ji vê rastiyê birevin. Li hemberî hilbijartinan bê deng û bê eleqe bimînin.     LI IRAQÊ KURD Û KURDISTANÎ LI SER NAVÊ XWE Û DESTHİLATDARIYA XWE Û PARTIYÊN XWE DIKEVIN HILBİJARTINÊ...  Li Iraqê di 12ê Gulana 2018an de hilbijartinên giştî ji bona parlementoya federal ya Iraqê tên li darxistin. Di hilbijartina giştî de,  329 parlamenter divê bên hilbijartin. Ji wan parlamenteran 46 parlamenter jî yên Herêma Federe ya Kurdistanê ne.

 Li Kurdistanê 18 parlamenter li Silêmaniyê û li Helebçeyê ne. 16 parlamenter li Hewlêrê ne. Li Dihokê jî 12 parlamenter dê bên hilbijartin.   Hezar mixabin kurd li Kerkukê û li Musilê li ser navê Herêma Federa ya Kurdistanê beşdarî hilbijartinê nabin. Lê partriyên kurdan li Kerkuk û Musilê jî namzetên xwe yên parlamenterî ji van bajaran diyar dikin.   Li Kerkuk û li Misûlê ji bona herêma federe ne, lê wek kurd parlamenterên xwe dikarin bişînin parlamentoyê. Ew parlamenteran her çiqas di nav grûba Parlamenterên Herêma Federe ya Kurdistanê de jî cî negrin, xebata parlamentoyê û qanûnçêkirinê de dikarin ji Grûba Parlamenter ya Herêma Kurdistanê re bibin alîkar û piştgir. Dengên xwe ji bona wan bilind bikin û bi kar bînin.   Li Herêma Kurdistanê 25 lîste beşdarî hilbijartinê dibin. Di 25 lîsteyan de jî 503 namzet ji bona bên hilbijartin beşdarî hilbijartinê dibin.   Ji bo salvegera komkujiya Kurda Enfalê, pêvajoya propaganda hilbijartina li Kurdistanê 24 rojan ji Iraqê derengtir dest pê kir.

Di vê hilbijartinê de bûyera balkêş ew e ku  partiyek Ereb cara yêkemîn e ku  li Silêmaniyê  beşdarî hilbijartinê dibe. LI HERÊMA FEDERE YA KURDISTANê PARTİYÊN BEŞDARÎ HILBIJARTİNÊ DIBIN:

 *Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), 

 *Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK),

  *Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê,

  *Partiya Yekgirtî ya Îslamî û Tevgera Îslamî, 

*Tevgera Goran, 

 *Komelaya Îslamî,  

*Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî,

  *Nifşên Nû

 Partiyên beşdarî hilbijartinê dibin bi piraî, partî û rêxistinên kevn û yên tên naskirin. Lê tenê di hilbijartinê de du partî: “Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî” (Partiya Berhem Saleh û Hevalên wî) û Partiyên “Nifşên Nû”, nû beşdarî hilbijartinê dibin.   Gelek aşkere ye ku li Iraqê kurd û kurdistanî li ser navê xwe û partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin. Lê li Başûrê Kurdistanê tevliheviyek heye. Her çiqas PDKê daxwaz kir ku hemû partiyên Kurdistanê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên bibin jî, nehat pejirandin.   Ew rewşa nekokiya beriya referandûma serxwebûna kurdistanê û piştî îşgala Kerkukê ji bona ku dom dike, beşek partiyên Kurdistanê nêzikî rejîma navendî û Iranê ne, ev pêşniyara PDKê pêk neanîn.   Diyar e ku PDKê, ji hemû partriyan zêdetir organîzekirî û ji bona hişlbijartinê amade ye. PDKê dê zêdetir jî parlamenteran hilbijêre.

Hilbijartina giştî ya Iraqê ji bona kurdan gelek girîng e. Loma divê gelek parlameteran hilbijêrin û di parlamentoyê de bi hev re tev bigerin. Lewra stabilîze kirina sîstema federal, avakirina rejîma demokrasî, di pêşerojan de dewletbûna Kurdistanê di rojevê de be.   Ew ji bona tetbîqkirina makezagona federal jî pêwîst e.     LI TIRKIYEYê HILBIJARTINA PÊŞWEXT Û JI BIONA KURDAN QASÎ HİLBİJARTİNA IRAQÊ NE GIRÎNG Ê...   Li Tirkiyeyê jî demekî dirêj e ku ji hilbijartina pêşwext te qal kirin. Partiya hikûmetê û serokkomar her demê li dijî vê nerînê derketin. Gotin ku “hilbijartinên herêmî, hilbijartina parlamentoyê û hilbijartina serokkomar dê di wexta xwe de çê bibin. Ceribandina Partiya Hikûmetê jî ev diyar dikir. Loma jî di gel de qenaetek çêbû ku hilbijaritinên di wextê de çê bibin.

Lê ji aliyê din de piştî referandûma makezagonê çêbû û biryar hat girtin ku sîstema serokkomarî ava bibe, partiya serokkomar (Partiya AKê) wek dê di nêzik de bikeve hilbijartinê xebeteke xûrt meşand. Vê yekê jî şik dixwest nav siyasetê ku her dem dê biryara hilbijartina pêşwext bê girtin.   Di encamê piştî ku Serokê MHPê Dewlet Bahçelî diyar kir ku hilbijartina pêşwext çê bibe, partiya hikûmetê jî, ji vê daxwazê re “erê” got”. Lewra tê zanîn ku di navbeyan MHP û AK Partriyê “Tîfaqa Cumhur” heye.   Loma gelek bir rehetî biryara hevbeş çêbû. Biryar hat girin ku hilbijartina pêşwext di 24ê Hezîranê de çê bibe: Pêşniyarta serokê MHPê 26ê Tebaxê bû.   Ji bona hilbijartina pêşwext sedemên hatin nîşan dan jî, sedemên din av du partiyuan de li hevkirî bûn. Ew sedem jî:

 “ 1-Mûxalefetê her dem ji hilbijartina pêşwext qal dikir. Ji bona ku spekulasyona hilbijartina pêşwext zerarê nede aboriya Tirkiyeyê; 2- Ji bona ku sîstema nû ya serokkomarî bikeve jiyanê û pirsgirêkên di vê mijarê de di holê de ne, ji holê rabin; 3-Xeteriyên ewlekarî yên “welêt” ji holê rabe; 4-Li hemberî Tirkiyeyê êrişeke navneteweyî heye ji bona ku bi xûrtî pêşiya vê êrişê bê girtin, biryara hilbijartina pêşwext hate girtin.”

 Dema ku ev biryara hat girtin derket holê ku mûxalefet ji bona hilbijartinê amade nînin. Mûxalefetê hîn namzetê xwe yê serokkomarî jî tespît nekiriye. Di nav bêçareyekê de ne. Dixwazin ku dîsa kesekî mûhafazakar û kevneserokwezîrê Tirkiyeyê û damezrênerê Partiya AKê û kevnehevalê serokkomar R.T. Erdoıgan bikin namzetê hevbeş.   Heger mûxalefet exlaqî tevbigere divê Abdûllah Gûl nekin namzetê serokkomarî. Mûxalefet heger îdia dike ku li Tirkiyeyê rewş xerab e, Abdûllah Gûl jî ji vê rewşê berpirsiyar e.   Di vê qonaxê de enî û tîfaqa xûrt, tîfaqa MHP û Partiya AKê diyar dibe. Partiya BBP jî dê beşidarî vê tîfaqê bibe. Ev jî aşkere bû.   Mûxalefet, dixwaze tîfaqekê çêke. Ew partiyên ku CHPê re tîfaqê çêkin, gelek qels in. Partiya Akşenerê nû ava bûye. Partiya Saadetê xwediyê sedî yek deng e. Demokrat Parti xwediyê hîç giraniyeke siyasî jî nîne. HDPê re jî tîfaq çê nakin. “Partiya Baş”   li dij e. Ditirsê bi HDPê re tîfaq bike. Wê demê her tiştekî xwe wenda dike.