B. Saleh Kurdistaniyan Ne Û Îranê Temsîl Dike / PDKê Şoreşa Milî Û Kurdistaniyan Temsîl Dike

Kurd24

Li Başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî di 30yê Îlona 2018an de hat li darxistin. Ew pêvajoya hilbijartinê berdewamiya “Şoreşa Milî ya Siyasî ya Referandûma Kurdistanê bû.” Gelê me û Kurdistaniyan terciha xwe pêk anî. Encama hilbijartinê derxist holê ku “Şoreşa Milî ya Siyasî” dom dike. PDKê temsîlkarê vê şoreşê dike. Loma bû partiya yekemîn.

Piştî Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê, di meclîsa “federal” de serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Meclîsê Berhem Saleh hilbijart. Ev encam jî, li dijî Şoreşa Milî ya Siyasî ye..

YNK-Ê ŞAŞIYEKE MEZIN KIR BERHEM SALEH KIR BERBIJÊRÊ SEROKKOMARÎ...

Berhem Saleh, li Sileymaniyeyê serokwezîrî kir. Lê YNKê ji wî ne memnûn bû. Loma jî ew ji posta wî ya li Kurdistanê dûrxistin. Şandin Baxdatê û li wir kirin xwediyê postekî. Baş tê bîra min, ku dihat gotin ku Berhem Saleh çûyê sirgunê.

Piştî ku vegeriya Sileymaniyeyê jî di nav YNKê de rolekî wî yê mezin nebû. Bi taybetî jî beriya GORAN ji YNKê veqete, ew di YNKê kêmqîmet bû. Piştı GORANê biçek qîmet qezenç kir. Lê di rêxistinê de dîsa jî xwediyê qiymeteke mezin nebû.

Wek tê zanîn ku ji YNKê eciz bû, siyaseta YNKê neeciband, ji bona xwe rêxistinek ava kir. Di avakirina rêxistinê de ji derveyî wî kesekî karîzmatîk li cem wî tune bû.

Veqetandina wî ji YNKê bû sedem ku îtibara YNKê zêdetir kêm bibe. Ji bona YNKê bû darbeke mezin.

Rêxistina wî ket hilbijartina giştî ya Iraqê têk çû. Derket holê ku dê di hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî dê têk biçe.

Berhem Saleh li dijî referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê bû.

Wî li dijî îşgala Kerkukê jî  deng qet dernexist. Lewra îşgala Kerkukê û stratejişya wî li hev dikir.

Di van şertan de hilbijartina YNKê wek berbijêrê serokkomarî ne rast bû. Di vê tespıt û hilbijartinê de sedemên nexwezayî û ne milî hebûn.

Berhem Saleh jî xwediyê maf nebibû, ku bibe berbijêrê serokkomariya Iraqê.

Lewra Berhem Saleh di heman dem de xwe bazar kir. Ji rêxistina xwe veqetiya vegeriya YNKê Kurdistanê.

Berhem Saleh bi vê helwestê diyar kir, ku berjewendiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê naparêzê; berjewendiya xwe ya şexsî diparêzê.

Berhem Saleh bi narsistî û berjeweparastina xwe û bi egoîzma xwe jî dihat bnas kirin,

Ji bona herdu aliyan  jî (Berhem saleh û YNKê) li holê bêedebiyek û bêexlaqiyek hebû.

Loma jî mafê Berhem Saleh tune bû ku bibe berbijêrê serokkomariya Iraqê.

METODA HILBIJARTINA SEROKKOMAR, TEMSİLA KURDİSTANIYAN NİŞAN NADE. YNK-Ê BI EV HELBESTA XWE TÎFAQA HERDU PARTİYAN JÎ JI HOLÊ RAKIR…

Wek PDKê jî piştî civîna xwe ya Polîtburoyê tespît kiriye: “YNKê deriyek vekir ku xelkên din, biryarê li ser mafê Kurda bidin.”

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û ragihand, tişta ku vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye, têkdana lihevkirina siyasî bû, ev jî destpêkeke xirab e.

Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û pêdaçûn di proseya siyasî ya Iraqê û bûyerên vê dawiyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan de, kir.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat, “Derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku Serokomar ji destkefta gelê Kurd bû û ne pişka ti partiyeke siyasî ye. Herdem jî ew kursî di çarçova lihevkirina partiyê siyasî yên Kurdistanî de bû û dihat yekalîkirin. Lê vê carê ew tişta ku  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî destpêkeke xirab e.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PDK dibêje: “Ji ber wê jî, em vî kursî û awayê danîna vê carê ya serokmar, wek nûneratî û mafê gelê Kurdistanê nabînin. Herwiha em dibînin ku pêngava YNKê deriyek vekir ku xelkên din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wî mafê me bidin.”

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Polîtburoya PDKê ragihand: “PDK bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikir û beşdarî gotûbêjan jî bûye, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi mafên xwe yên destûrî, bighê. Lewma jî em niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi hûrî dişopînin û em di dema guncayî de biryara pêwîst li ser didin.” (Kurdistan24)

Gelek diyar e ku YNKê bi ew helwesta xwe tîfaqa herdu partiyan jî têk bir. Ev helwesta YNKê hîç şik tune ye ku dê bandoreke negatîf li ser avabûna Hikûmeta federal ya Iraqê û Kurdistanê jî çê bike.

SEROKOMARBÛNA BERHAM SALEH DARBEYA DUYEMÎN YA LI DIJÎ ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ YE...

Hîç şik tune ye ku YNKê xweser Berhem Saleh nekir berbijêrê serokkomariya Iraqê. Gelek aşkere bû ku Îranê daxwaz kir, YNKê bi bandora Grûba Xiyanet ya referandûmê û Kerkukê Berhem Saleh kirin berbijêr. Ew kesên din jî mecbûr bûn ku vê biryarê hilbijêrin.

Di vê derbarê de Senatorê Emerîkî dibêje, ku “Berhem Saleh bi bandora Îranê bû serokkomar.”

Senatorê Amerikî Marco Rubio,  di derbarê hilbijartina Behrem Saleh wek serokkomarê Iraqê de daxûyaniyek da.Rubio da xûyakirin ku, Behrem Saleh bi bandora fermandarê Hêzên  Qudsê Qasim Silêmanî ve hatiye helbijartin.

Senatorê Amerîkî Marco Rubio di twitterê de ragehand: Tiştekî şaş e eger em bêjin di mijara destnîşankirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê de, ji Amerîka û Îranê kîjan alî serkeftiye.

Marco Rubio di mijara destinîşankirina Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî de, Îran wek aliyê serkeftî pênase dike û dibêje, ku Fermandarê sipaha Quds, Qasim Silêmanî ew rêkeftin pêk aniye.

Marco Rubio dibêje: Bi zelalî diyare ku aliyê serkeftî Îran e. Fermandarê sipaha Quds a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ve Qasim Sulêymanî bi xwe ev rêkeftin encam daye.

Wî senatorê Amerîkî ew rêkevtina ku li ser destê Qasim Silêmanî hatiye bicîkirin, bi pêşhateke xirab bi nav dike.”

Hemû dijmin û Tirk jî gelek kêfxweş in ku Berhem Saleh bûyê serokkomarê Iraqê. Berdevkên tirkan diyar kirin ku bi hilbijartina Berhem Saleh, “lîstîka Serok Barzanî hatiye xirab kirin”.

Gelek aşkere ye ku serokkomariya Berhem Saleh bi daxwaz û piştgiriya Îranê bû. Loma jî li Iraqê desthilatdarbûna Îranê ye.

Di heman dem de serokkomariya Berhem Saleh, darbeya duyemîn a li dijî Şoreşa Milî ya Siyasî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.

Di axevtina xwe ya yekemîn de jî got ku “ezê yekîtiya axa Iraqê biparêzim. Ji bona min ferqa Necef û Hewlêrê tune ye.”

Hîç şık tune ye ku serokkomarê Dewleta Federal, yekîtiya axê ne, yekîtiya Dewleta Federal diparêze. Lê dema ku mirov li referans û nerînên Berhem Saleh di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê yên negatîf binêre,derdikeve holê, ku qesta wî parastina dewleta unîter ya Iraqê ya erebî ye.

PDK-Ê TEMSÎLA ŞOREŞA MİLÎ YA SIYASÎ Û KURDISTANIYAN DIKE…

Dîroka Kurdistanê, dîroka serîhildan û şoreşêên milî ye. Lewra li Kurdistanê gelek serhildanên milî hatine li darxistin; Şoreşên milî çê bûne. Ji beşek serîhildan û şoreşên milî encam hatin girtin.Lê beşek ji wan jî, bi qetlîaman hatin şikandin.

Li Kurdistanê Şoreşa Milî ya Îlonê û Şoreşa Milî ya Gulanê bi navûdeng in. Herdu şoreşan jî encam da. Di encama Şoreşa Milî ya îlonê de Otonomiya Kurdistanê, di encama Şoreşa Milî ya Gulanê de dewleta federal ya Kurdistanê ava bû; rê ji bona federalbûna Iraqê vekir.

Lê ji bona ku li Başûrê Kurdistanê û li tevayî çar beşên Kurdistanê dewlet ava nebûye, hîç şik tune ye ku li Kurtdistanê şoreşên milî yên bizên jî hene û ev mûqaterat e.

Wûsa jî bû.

Lê ji bona amadekariya Şoreşa milî ya nû jî pêvajoyeke gelek zehmet derbas bû. Ji bona ku Dewleta Federal ya Iraqê hewcedariya kurdan û federalbûnê neda, di navbeyna kurdan, desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û yanî di navbeyna ereban de pirsgirêkên mezin derketin.

Ji bona ew pirsgirêkan çareser bibin, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê hewldanên mezin nîşan dan. Hezar mixabin ew hewldanan bê bersîv man. Pirsgirêk çareser nebûn. Roj bi roj nekokî di navbeyna Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya “Federal” de zêdetir û kurtir bûn.

Di encamê de Serokê Kurdistanê û PDKê, biryara serxwebûna Kurdistanê dan. Lê ji bona serxwebûna Kurdistanê biryara Kurdistaniyan diyar bibe, referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi mentalîteyeke milî û demokrat  diviyabû bê li darxistin.

Lê li Kurdistanê partî û rêxistinên din, di bin tesîra Îranê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û gelek hêzên din yên tarî de li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê derketin.

Loma jî serokê Kurdistanê û PDKê xebeteke zehmet û dûrûdirêj meşand. Di merheleyekê de YNKê kane bû ku ji Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re bibe piştgir. Di wê merheleyê de di Hezîrana 2017an de biryar hat girtin ku referandûm bê li darxistin. Di heman dem de biryar hat girtin ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de pêk bê.

Piştî biryara referandûmê, êrîşên navneteweyî û herêmî dest pê kir. Lê Serok Barzanî û partiyên Kurdistanê ew êrişan piştguh kirin û li hemberî wan mixalefeteke xûrt kirin. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di wexte xwe de li darxistin.

Di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de Kurdistaniyan biryara serxwebûna û dewleta Kurdistanê dan.

Gor baweriya min, referandûm bi encama xwe ve şereşeke milî ya siyasî bû.

Di wê merheleyê de xwediyê û temsîlkarê vê şoreşê Kurdistanî, Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê û Meclîsa Kurdistanê û partiyên piştgir (PDK, YNK, Yekgirtiya Islamî ya Kurdistanê) bûn.

Lê piştî referandûmê Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin Îşgal kirin. ÎŞGALA KERKUKÊ DARBEYA YEKEMÎN YA LI DIJÎ ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ BÛ.

 Piştî îşgala Kerkukê derket holê ku temsîlkarê vê Şoreşa Milî ya Siyasî ya Kurdistanê, Serok Barzanî  û PDKê ye û gelê kurd e.

Lewra piştî îşgala Kerkukê bes Serok Barzanî û PDKê bi xurtî û bi qerardarî ji encama referandûmê re xwedî derketin.

Hilbijartina giştî ya Iraqê û hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî kirin platforma parastina encamên referandûmê û dewlet Kurdistanê avakirinê.

KURDİSTANIYAN JI BONA KU PDK-Ê TEMSÎLKARÊ ŞOREŞA MİLÎ YA SIYASÎ DÎTIN, DI HERDU HILBIJARTINAN DE KIR PARTIYA YEKEMÎN…

Kurdistaniyan  di hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de gor berjewendiya xwe ya milî tevgeriyan.

Kurdistaniyan, di hemandem de ji Şoreşa Milî ya Siyasî re jî xwedî derketin.

Kurdistanyan gor ev armancên xwe yên pîroz, PDKê di herdu hiljirtinan de li Iraqê û li Kurdistanê kirin partiya yekemîn.

PDKê, di Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê de ji % 45an zêdetir deng wergirt.

Kurdistaniyan bi ew helwesta xwe deng dan xwe. Gelek jî baş kirin.

Beriya hilbijartinê min jî pêşniyar kir, ku gelê me ji bona berjewendaiya xwe ya milî, domandina encamên referandûmê, avakirina pêvajoya dewleta Kurdistanê deng bidin PDKê ne.

Sipas ji bona Kurdistaniyan ku wan ev berpirsiyariya xwe pêk anîn.

BEŞDARİYA HILBIJARTINÊ YA KÊM, PİRSGİRÊKEKE GİRÎNG E: DIVÊ PDK-Ê XWE ÇAV DERBAS BIKE...

Di Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê de li çend deverên Kurdistanê pirsgirêk derkevin jî, hilbijartin di atforsmereke demokratîk û aram de derbas bû. Kurdistaniyan di vê hilbijartinê de jî ferqa xwe li Rojhelata Navîn diyar kirin. Asaleta xwe ya siyasî û civakî pêşkêş kirin.

Encam jî pozîtîf in. Encamên dihatin payîn derketin holê.

Lê bes YNKê gorî baweriya min ji dengên dihatin payîn zêde deng girt. Ev yeka jî, îdiayên tên kirin, ku YNKê li çend deveran hile û tehdît aniyê holê, rast derdixe. Ev jî di hilbijartinê de aliyê negatîf e.

Helwesta YNKê ya negatîf  a di derbarê berbijêriya serokkomariya Iraqê de di hilbijartinan de jî xwe nîşan da.

Pirsgirêke girîng ya negatîf a mezin, beşdariya dengdaran ya hilbijartinê ye. Diyar dike ku ji sedî 60an kêmtir dengdar beşdarî hilbijartinê bûne.

Ev rastiya li Zaxo û li Duhokê û li Hewlerê jî derket holê.

Ev tabloya, bi awayekî eciziya gel ji partiyan nîşan dide.

Ev rewşa bi taybetî ji bona PDKê ku partiyeke cemahîrî û civakî ye, gelek girîng e. Divê PDKê ji bona pêşerojê û ji bona pêwendiya xwe ya gel ya rojane vê xalê ji çav derbas bike.

 

Amed, 08. 10. 2018