Ferqa Hilbijartina 24ê Hezîranê

Kurd24

Ji hilbijartina 24ê Hezîranê ra demeke kurt ma. Lê li aliyê din derbarê paşerojê nediyariyek mezin heye. Civat bifikar e. Qada siyasetê bi dubendî û dijberiyeke kur dagirtî ye. Kelecanek heye, lê ne nişana hêviyê ye, zêdetir şer û cengê tînê bîra meriv.

Jiber ku hilbijartina 24ê Hezîranê hilbijartinek derê rêzê ye.

Hilbijartina 24ê Hezîranê hilbijartineke pêşwexte, loma jî ne edlane ye.

Hilbijartina 24ê Hezîranê di siya Rewşa Awerte da çêdibe, jiber vê jî ne demokratik e.

Hilbijartina 24ê Hezîranê, ji aliyê Kurdan ve bi gelek qeyd, bend û astengan ve hatiye teng kirin, ji van sedeman jî ji garantiya hiquqê bêpar e.

Ya herî grîng ev e ku hilbijartina 24ê Hezîranê da pergaleke nû tê dengdan kirin ku wek sistema serokatiyê tê binav kirin. Sedemê tansiyona bilind, fikarên kur û djberiya civakî û siyasî ku li Tirkiyê bêhn teng dike, mijara guhartina sîstema heyî ye. Gelo sistema heyî pir adil û demokratik e? Naxêr. Lê sistema serokatiyê ku dê 24ê Hezîranê da bê dengdanê, raste rast avakirina rejîmeke dîktatoriyê ye.

Sîstema serokatiyê rastiya xwe da dijberê Kurd e. Li ser dijayetî û dijminiya Kurdan pêkhatiye.

Keremkin, em bînên bîra xwe, projeya sîstema serokatiyê kinga û di kîjan qonaxê da hate rojevê. Meriv dikarê çîroka vê mijarê heta sala 2014an paş ve bibe.

Hikûmeta AKPê di salên 2009an û 2013an de di pirsa Kurd de siyeseteke nû da pêşiya xwe. Bi rastî gavên gelek bi wêrek jî avêt. Hesabê AKPê bi kurtahî ev bû; PKK çekan dayne û pirsa Kurd xilas bibe. Lê hesabên AKPê berevajkî bûn. Ciyê ku PKK çekan biterikîne û pirsa Kurd xilas bibe, meseleya Kurd ji berê gurmehtir, meşruiyeta wî xurtir bû û ji cıvata Tirkan jî alikarî û baldariyek peyda bû.

Dewleta Tirk ji rewşa hanê tirisî.

Di eynî demê da li Iraq û Suriyê bi navê DAİŞê rêxistineke hov peyda bû û carêk da nîvê van herdu welatan girt bin kontrola xwe. DAİŞê hovîtîya xwe ya herî mezin li ser Kurdan ceriband. Gelek kes û alî hesab dikirin ku bi destê DAİŞê Kurdan terbiye bikin. Lê carek din hesab têkçûn. Tenê Kurdan li himberê barbariya DAİŞê berxwedan. Him li Başûr him jî li Rojavayê Kurdistanê şervanên Kurd derbeyên mezin li DAİŞê xistin. Efsaneya DAİŞê xirakirin. Tekoşîna Kurdan ya li himberê DAİŞÊ bal û sempatiya dinyayê kişand. Stêrka Kurdan biriqî. Pêla Kurdan bilind bû.

Yê ku ji vê pêşketinê aciz bû, yek jê wan jî dewleta Tirk bû.

Dewleta Tirk pêşketin û destkeftiyên Kurdan jibo xwe wek tehdît destnîşan kir. Têgeha “beka sorunu”, bi gotinek din “xetera paşerojê” ji vê nêrinê peyda bû. Piştê van bûyeran û guhartina siyaseta Tirk a derbarê pirsa Kurd, devleta Tirk du gavên berbiçav avêt.

Gava ewil, dewleta Tirk di sala 2015an da siyaseta aştiyane û li ser diyalogê terikand û di pirsa Kurd da dest bê şer û şiddetê kir.

Gava diduya ew bû; dewleta Tirk li himber “xetera” Kurd li gor xwe nêrineke-siyaseteke nû afirand; ew jî sistema serokatiyê bû. Li gor nêrîna nû Tirkiye dikaribû tenê bi serokatiyeke bi hêz û xurt pêşiya tehdîda Kurdan bigirtîya û bi “beka sorunu” ra serî derketiya.

Bi kurtî sistema serokatiyê ji hewcedariya ku bi tevgera Kurd re serîderkeve hate holê.

Dewama pêvajoyê ji aliyê herkesî ve diyar e…

Tiştê ku Tayyip Erdoğan li asîmanan digeriyan, li ber piyê xwe dît.

Hewldana derbeya eskerî ya 15ê Temmuzê jibo plana Erdoğan zemineke musaid pêkanî. Pişt ra jî Dewlet Bahçelî gihîşt hewariya Erdoğan. Li ser pêşniyara Bahçeli, paketek jibo guhartna desturê hat amadekirin, paşê jî ev paket di referandûma 16ê Nîsana 2017an da hat pejirandin. Bahçeli qima xwe bi wê jî neanî, bangê Erdoğan kir da ku hilbijartina ku divîyabû di dawiya 2019an de çêbibe, demeke zutir bê çêkirin.

Di encamê da bi tefaqa Erdoğan û Bahçeli biryara hilbijartina 24ê Heziranê hat sendin.

AKP û MHPê herweha tefaqek bi navê “Cumhur İttifak”ı avakirin û Erdoğan jî wek namzedê serokkomar îlan kirin. Di roja îroyîn de bi beşdarîya serokkujerên salên 90î Mehmet Agar, Tansu Çiler ûwd. wesfê Tefaqa Cumhur hîn zelaltir dibe.

24ê Heziranê da tiştê ku tê dengdankirin, di eslê xwe da siyaseta nijadperest ya dijberê gelê Kurd e. Jibo vê ji hewcedarî serokatiyeke bihêz heye. Serokatiyeke ku erkê yasayî û darazî di yek dest da bicivîne, dengê cuda, dengê çapemeniyê bifetisîne û hikûmraniyeke bêsînor tetbîq bibe.

Pirsa ku dê 24ê Hezîranê da bê eşkere kirin ev e; gelo projeya dijê Kurd, sistema serokatiyê ku tu sînor, kontrol û balans nas nake dê bê pejirandin, an jî wê pêşiya pêvajoyeke bi vê awayî bê girtin?

Wêneya mezin, rastîya hilbijartina 24ê Heziranê ev e.

18.06.2018