Pisîka xwe di neynikê de, Şêr dibîne!

Kurd24

(Analîza siyaseta Tirkiye li Sûriyê)

Ev wêne – gelekan ji we dîtiye: Pisîkek di neynikê de li xwe dinere – di neynikê de xwe Şêr dibîne! Gelek caran gava mirov jî lawaz in, taktîk a êrîşberiyê didin pêş xwe. Dewlet jî weha dikin – hêza xwe ji ya heyî mezintir, kapasiteya xwe ji ya heyî mezintir, karînên xwe ji yên heyî mezintir nîşan didin! Gefan li herêma xwe, li derdora xwe, li gelek welatan dikin – heta yên zilhêz jî dikin!...

Tirkiye ev çendîn sal in taktîka êrîşberiyê da ye pêş xwe. Serokomarê Tirkiye roj nîn e, ku êrîşî welatek neke. Ji Yunanistanê bigre heta Fransa, ji Ermenistanê bigre heta Hollanda, Almanya, Nemsa û heta Amerika. Ji Serokên van welatan re – Ji Macron re, ji Chipras re, ji Merkel re dibêje: Tu çi yî? Tu kî yî? Ez mîratxwerê Şahê Osmanî me!

Ev rastiyek li aliyekî, lê ji me hemûyan re diyar e – Tirkiye ev çendîn sal in bi Krîza Sûriye re mijûl e. Enqere xwe wekî hêzek sereke, wekî welatek herî bibandor li Sûriye dibîn e.

Em jî bibînin – ev rol a ku Tirkiye li Sûriye dide xwe – çend rast e?

Di Krîza Sûriye de – 2 bereyên berçav hene. 1/ Bereya Rejîmê, Îran (Hizbullah û Milişyateên cuda), Rûsya 2/ Hêzên Hevpeymanan (di serî de Amerika)

Em li paradoks a Tirkiye (endamê NATO) binerin:

Di destpêkê de xwe dijberê rejîmê hejmar 1 destnîşan kir. Lê, liser erdê di çembera hevkarê bereya Rejîmê de tevdigere. Sêqoliyek ligel Tehran û Moskow pêkaniye. Garantorê Astana ye. Di van demên dawî de Serokomarê Tirkiye destpêkiriye bibêje: di ast a nizm de pêwendiya me bi rejîma Sûriye re heye. Tehran û Moskow her yek ji aliyê xwe ve – pêşniyar li Enqere dikin – ger tu amade be, em dikarin di navbeyna Tirkiye û Sûriye de bibin navbeynkar! Her du welatan jî – Rûsya û Îran anîn ziman: Rêkeftina Edene dikare bibe bîngehek hevkariyê di navbeyna Şam û Enqere de. Îro-Sibe Serokên Rûsya, Tirkiye, Îran carek din li Soçî (Rûsya) dicivin. Dikare plana kombinasyonek “Nû” were pêşya Tirkiye! Bereya 1 a liser erdê, dikare Tirkiye jî hêdî hêdî bikşîne nav kombinasyona xwe! Ji xwe tê gotin jî: Rûsya Tirkiye bi tevayî kişandiye nav çembera xwe! Dest û Lingên Tirkiye heta cihekî pêçane! (kemîn a Idlibê û kişandina Tirkiye nav vê kemînê, plankirina aloziyan ligel Opozisyon û Enqere, fişara aborî, enerjî, geştyarî û gelek babetên din ku Moskow wekî kart beramberî Tirkiye di destê xwe de digre)

Tirkiye ku endamê NATO ye, berendamê Yekîtiya Ewrûpa ye liser erdê li Sûriye dijberiya xwe ji projeyên Bereya Hevpeymanan re diyar dike. Dibêje: yan tevayiya Hevpeymanan dê berjewendiyên min li Sûriye bidin pêş an jî, ez dê li dij berjewendiyên tevayiya Hevpeymanan rawestim. Li dij berjewendiyên: Amerika, Fransa, Britanya, Israil, Erebistana Siûdî, Misir, Ûrdin, Italya û gelek welatên din! Tirkiye dibêje: Herêma Ewle li rojhilatê Firatê divê di kontrola min de be. Nabe, di kontrola Hevpeymanan de be! Ji xwe tê gotin: Tirkiye ji hevkariya welatên Rojava û Amerika her û her dûrdikeve!...

Siyaseta balansî ya sernekeftî ya Enqere liser erda Sûriye dikare bibe - xweradestkirin a siyaseta Tehran – Moskow û Şamê…

Hewlêr 10 Sibat 2019