Tirkiye; Çîrokeke guhartinê ya trajîk

Kurd24

Bayram Bozyel

Tirkiye di vê 10-15 salê dawî de ji ku hate kîjan qonaxê? Wexta meriv li pêvajoya van salên dawî dinêrê, meriv rastê çîrokeke pir xemgîn tê.

Em bînin bîra xwe. Dema Tirkiye di 1999an de wek berendamê Yekitiya Evrupayê hat qebûl kirin, li Tirkiyê coş û heyecaneke mezin peyda bû. Hêviya guhartin û demokratikbûnê xurt bû. Li ser vê baya guhartinê AK Partî di sala 2002an de hat li ser hikum û dest bi reforman kir.

Gava ewil ku ji aliyê AKPê ve hat avêtin rakirina OHALê bû. Rewşa Awerte, li Kurdistanê herî dawî di 1978an de hatibûn îlan kirin û ancax piştê 25 salan ji aliyê AKPê ve hat rakirin. Bêşik, ev gaveke mûhim bû û wek işareta normalizekirina jiyanê û destpêkeke nû hat dîtin.

Lê pir mixabin îro li seranserê Tirkiyê Rewşa Awerte bi awayeke pir xirab tê tetbiqkirin.

Gelo çima?

Li Tirkiyê, di deh salên ewil yên 2000î de li hember bandor û wesayeta eskerî tekoşineke bê hempa hat dayîn. Daweyên bi navê Ergenekon û Balyozê ku li hember derbekarên di nav artêşê da hatin vekirin, gelek girîng bûn. Hemû aliyên civatê; dezgeyên sivil, çapemenî, ronakbîran piştgiriya vê pêvajoyê dikirin. Heta Emerika û Yekitiya Ewrupa jî piştgirî didan van hewldanan. Piştê wan daweyên dîrokî bi sedan generalên derbekar hatin mehkeme kirin û di dawîyê da bi cezayên giran hatin mahkûm kirin.

Piştê van darîzandinên dûr û dirêj qeneteke usa çêbû ku êdî careke din tû kes jibo derbeya eskerî wê hewl nede û êdi tu car li Tirkiyê wê derbeyeke eskerî çênebe.

Lê pir mixabin di 15ê Temuza 2016an de hewldaneke wisa giran û bi xwîn çêbu ku her kes lê matmayî ma.

Gelo çima?

Di serê 2000î heta serê sala 2015an li Tirkiyê derbarê meseleya Kurd de gelek gav hatin avêtin, gelek hewldan çêbûn, bi navê “Açılım” û “Çözüm Süreci” du pêvajo hatin ajotin. Ez, van salan bi tevahî wek Qonjonktora Çareseriyê binav dikim. Ji ber ku di van salan de di eynî wextê de gelek qadan de gavên baş hatin avêtin. Lê ger meriv rastiyê bêje, di vê merhaleyê de gavên herî muhim di meseleya Kurd de hatin avêtin.

Di van pêşketinan da para AKPê ne kêm bû, lê mesele ne tenê meseleya AKPê bû. Wek min li jor jî destnişan kir, her tişt wek encam û berhema Qonjonktora Çareseriyê diqewimî. Heta desthelatiya AKPê bi xwe jî netîceya vê qonjonktorê bû

Tişteke eşkere ev bû, di vê merheleyê da siyaseta dewleta Tirk ya li ser înkariya Kurdan bi dawî hat. Meseleya Kurd ji nehiniyê-ilegalitê derket qada legalitê û wek pirsek normal di rojevê de cihê xwe girt. Di van salan de meseleya Kurd cara ewil bu mijara yekemin ya Tirkiyê. Gelek tirs û tabuyên derbarê vê meseleyê şikiyan. Bi taybetî jî di civata Tirk de derbarê pirsa Kurd de helwesteke pozitif peyda bû.

Ya herî girîng dewlet ji bo çekberdana PKKê raste rast bi Serokê PKKê Abdullah Öcalan re runişt û bi PKKê ra jî bi awayeke ne rasterast pêywendî danî. Di sala 2013an de hêviyên aştiyeke mayînde û safikirina meseleya Kurd gelek geş bûn.

Lê di carekî de her tişt serubin bû. Tirkiya ku wê di meseleya Kurd de şer û pevçunê bi temamî biqedandana, carek din kete nav şereke bê mane û djwartirîn.

Gelo çima?

Beriya ku ez bersiva van pirsên li jor bidim, dixwazim binê çend nokteyan xêz bikim.

Wekî her welat, Tirkiye jî ji bandora faktorên derdora xwe azad nine. Her tiştê ku li Tirkiyê diqewime tesira faktorên der û hûndir tê da hene. Dema buhuri de faktora Yekitiya Evrupa û destkeftinên Kurdistana Başur ku di sala 2005an de gihişte asta federaliyê, tesireke erênî li ser guhartinaTirkiyê kirin. Lê elbet faktorên sereke yên hûndir, bi taybetî jî daxwaza gelê Kurd û Tirk ya demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê bû.

Pekî, çima qonjonktora guhartinê sekini û faktorên ku rê nedan çareseriyeke meyinde çê bû?

Belkî yek jê qelsbûyîna bandora Yekitiya Evrupa bû. Wek tê zanîn, cihê ku Tirkiyê derbarê guhartinê de motive bike, YE demeke ku ketiye etra xwe û bi problemên xwe ra meşxul e. Ya diduyan, elbette faktora Suriyê, şerê Suriyê yê navxweyî û ne zelaliya pêşaroja vê welatê ye.

Ya sisiyan, ya ku mijara esasî ya vi nivîsarê ye, helwesta dewleta Tirk, bi taybetî jî helwesta AKPê bû.

Belê, AKPê bi zixta faktorên derve û heta dereceyeke jî ji bo menfeata xwe li hember wesayeta eskeriyê derket. Ji bo bandora eskeriyê li ser siyasetê rake hewlda. Jiber ku esker beriya herkesî jibo AKPê xeterêk mezin bû. Li aliyê din AKP zanibû ku heta meseleya Kurd bi awayekî safi nebe, wesayeta esekeriyê jî nayê şikandın. Di wê çarçoveyê da jî di pirsa Kurda ew gavên ku tên zanîn hatin avêtin.

Lê pirsa bingehîn ew bû ku jibo safîkirina meseleya Kurd, tu car bernameyeke rêk û pêk a AKPê nebû. Di eslê xwe da AKPê bi awayeke rast û dirust meseleya Kurd fahm jî nekir, yan jî qapasita wê ya fahmkirinê tinebû. Vê meseleyê pir caran wek mijarekê ewlekariyê binav kir. Aliyên wî yê neteweyî, dirokî û mafê xweidarekirinê nedît. Heta aliyê wê yê navdewletî û herêmî qet nedît. Qasî ku mecbur bu gav avêt, heta ku kêrê wî hat rê ve çû. Dema vê nokteyê derbaskir, carek da pêhn li frênê kir. Bi gotineke din AKPê jibo safîkirina pirsa Kurd îradeye xurt û bernameyeke berfireh derneanî holê.

Meselaya, yan jî pirsgirêka din ya esasî ew bû ku AKP di qada demokrasiyê û wekî din da bi prensip tevnegeriya. Wek nimune, dema derbekarên wek Ergenekoniyan ji ordiyê avêt baş kir. Li cihê ku ordiyê şefaftir bike û qadroyên ordiyê li gor liyaqatê tayîn bike, ordiyê teslimê FETO kir. Piştê hewladana derbeya 15ê Temmuzê, anha jî gilî û zarinan dike. Eyni tişt di qada dadweriyê da jî çêbû. AKPê, dadweriyê-yargîyê ji Kemalistan send da Fetocuyan. Bi kurtî AKP dizaynkirina ordiyê û bi giştî burokrasiyê de, tayinkirina memuran de ne li gor prensibên demokrasiyê, lê li gor mefeatên xwe yê hîzbî û demî tevgeriya.

Peki, gelo AKP ji wan xeletiyên xwe yên borî hayî bû ye? Naxêr, eksê wê, qasî ku xuyaye AKPê qibleya xwe şaş kiriye. Ecêb tişt ew e ku yê ku bê û di demeke nêzîk de cihê wî tije bike jî tuneye.

Lê ew nayê wê maneyê ku em bê çarene û qedera me di nav du lêvê hîn hesan da ye.

Ev rewşa reş û tarî heta û heta wisa naçe. Wê bi awayeke dem û dewrran carek din bizivire.

Kurd divê beriya her tiştê bi xwe, bi xebata xwe û tefaqa xwe bawer bikin.

04.06.2017