Çîyayê Delamper (Dolamper, 3400 m)*

Kurd24

Abdurrahman Onen

 

Delamper li başûrê rojhilatê Şemzînan, di sêkoşeya sînorên dewletên Tirkîye, Iraq û Îranê de dimîne. Li ser vî çîyayî kevirên sînorên her sê dewletan li pê hev rêz dibin, di nav her sê keviran de bi qasî gavekê navbir heye, ango mirov bi kîjan hêlê de gavekê bavêje derbasî sînorê dewleteke din dibe. Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat, di tîrmeha sala 1944an de, Peymana Sêsînor li ser Delamperê çêkiribûn ku li dij her sê dewletên dagirker pev re şer bikin. Ji Bakur Qazî Mele Wehab, ji Başûr Şêx Evdilayê Zînoyê û ji Rojhilat endamê Jê-Kafê Qasimê Qedrî tev li vê civînê bûbûn.[1]

Berfa li ser vî çîyayî qet bi dawî nayê, di her donzdeh mehan de berf li vir heye, di mehên zivistanê de bilindahîya berfê digîhêje deh metreyan; seranserê zivistanê bi ba, bager û pûkê re derbas dibe. Gelê vê herêmê Derbenda Delamperê wek îstasyona meteorolojî bi kar tîne; hek ev derbend tije mij bûbe, fahm dikin ku bager ê hebe, hek mij tunebe, wê gavê pezê xwe derdixin çêrê û li karê xwe dinêrin. Lê ji ber ku li vê deverê şerdên hewayê pir bi lez û bez tên guhertin, gel ji vê derbendê re dibêje Derbenda Derewîn. Di orta havînê de, di rojeke çîksayî de pir mumkun e ku baran bibare.[2]

Ji sê hêlên Delamperê, ava wek şîr sipî û wek cemedê sar diherike. Gelek hêlînên qertelan li ser vî çîyayî hene. Bi destpêka biharê re gelek çivîkên koçber tên ser vî çîyayî. Li ser vî çîyayî cureyekî mişkan yê balkêş dijî; jorê mişkan gewr û binê wan zer e. Li ser vî çîyayî gelek çîçek şîn tên, berfînên vê derê navdar in, di nav berfa sipîboz re serî hildidin û şîn dibin. Li ser vî çîyayî dar şîn nabin. Di mehên biharê de kuvarkên helîz şîn dibin, di van mehan de ji bo van kuvarkan gelek kes tên ser vî çîyayî. Di mehên havînê de zozanên vî çîyayî pir şên dibin, ji Şemzînan, Mîrgewer, Derbenda Gewrîye (Gevriye Boğazı) û gundên Başûr gelek zozanvan û kesên din tên ser vî çîyayî; Kurdên her sê perçeyên Kurdîstanê li vir tên digîhêjin ser hev û sînorên dagirkeran binpê dikin. Ev der ji bo Kurdên her sê perçeyên Kurdîstanê dibe wek navendeke bazirganîyê, karwan li vir bîhna xwe fireh dikin. Têkilîyên aborî, çandî û xwezayî pêk tên, keç û xort hev dibînin, keç tên xwestin û heta dawet jî çêdibin. Gava bayên wek babîsokan tên û tozê bi hewa dixin, tê fahmkirin ku payîz hatiye, piştî ku payîzxêr dibare û bîhna axê bi hewa dikeve, zozanvanên Delamperê dest bi vegera gundên xwe dikin. Mijên ku ji ser Ûrmîyê bilind dibin wek xelekekê Delamperê dorpêç dikin, her derê Delamperê di nav ewran de dimîne, pişt re jî bi baran û berfê re zivistan dest pê dike. Ji ser Çîyayê Delamperê Şemzînan, Çarçela, Cîlo, Helgurd (Helgort, li Başûr dimîne), Kelaşîn, Evdalkovî, Şekîf, Bazesîn, gol û bajarê Ûrmîyê tên dîtin.

“Çiyayê Delamper, rast li ser sê sinorên welatên dagîrker yên Kurdistanê hilketiye û ew  dera Kurdistanê dibe, sinorê Tirkan, Iraq û Îranê. Dema mirov serdikewe serê Dalamper, dikare axa her sê beşê Kurdistane wek Bakur, Başur û Rohêlat bibîne. Beşê Îranê herêma Mirgewe, Bozê Sîna, Çem û geliê Gader. Herwisa aliyê Bashur, Qebrê Zahir, Xwakurk a bi dar û bar û çiyayê Resh. Li aliye Bakur jî gund û herêmên ser bi bajarê Shemzînan. Herwisa goleke pir xwash li bersing çiyay Dalmper li aliyê Rojhêlat heye. Çiyayê Dalmper 3500 metran bilinde û 45 km li bashurê rojavay bajarê Urmiyê helketiye” (Sileman Keleshi, Facebook)

“Artêşa Iskenderê Mezin di berfa Dalamper de şikiyaye û di wan rêzêçiya de nêzîkî 10 hezar leşker ji seqem û bagerê de mirine. Gelek Kurdên kasib yên qaçaxiyê dikin jî gelek cara ketine dawa bahoza berfê de û jiyana xwe ji dest dane. 

Hetanî sala 1997 ê jî her sal carina du carinan hetani 5-6 gerillayên Kurd diketine xefka bagera Dalamper û jiyana xwe jidest didan. Ew çiyayê şakara xwezayê, sehrawî û ciwan ji nişka ve bi dorbêça ewran ve werdiçerixe û dibe keftar, dibe melkemot û hemî zindiyê li ser xwe di bin berfê de dihêle. Cemed û sermaya wê yekser rêvingan ji hêz dixîne û xewa wan tîne. Ewên bêne xapandin û di dema meşê de bikevin xewê ji serma diqerisin û termên wan jî hetani beharê an ku meha hezîranê jî nayêne dîtin. 

Delamper navenda hemî rezeçiyayên Kurdistanê ye. Baskekî wê di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê ve bi xêra çiyayê şehîdan, zozanê geverê, çiyayê Morê, Kelareşê berbi Mako, Hetani bi derya reş dirêj dibe. Baskê dîtir di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ve bi rêka, Çiyayên Xakurkê, Çiyayê Karker, Evdalkovî, Mîros, Avaşîn, Di ber çiyayê govendê ve, berbi Metîna, Heftanînê, ber bi Cûdî ve ji wira di nava bakur re hetani bi Amanosa jî diçe.
Baskê sêyem di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistan ve bi rêka Xinêre ve dirêj dibe, ber bi Qendîlê ve diçe hetani bi nav kurayiyên Xorosanê jî direj dibe. 

Li gorî van rêzeçiyayên bilind û bi heybet diyarê welatê Kurdan jî wisan hatiye parçekirin. Lê belê derveyî Kurdan hetanî neha kesekî nekariye desthilatiya xwe li ser van çiyan çêbike. Van rezeçiyayên Zagrosan ku navser û naverasta wê ji Delamper pêk tê nehiştine Kurd parçe bibin. 

 

 

 

[1] http://www.lekolin.net/haber-4076--KURTLERDE-IKTIDAR-VE-ISYAN-OLGUSU---3.html

[2] http://www.hakkarim.net/cgi-bin/veriler.dll/1414/Izlenim/semdinli#ust

 

* Abdurrahman Önen, Mamosteyê Erdnîgarîyê (Cografya).