Sala borî û Kurd

Kurd24

Salake din jî,li dû me ma. Sala borî, bi gelek çetnahî û alozîyên welat û herêma me derbas bû.
Bêguman sala 2017’yan JÎ, wek salên berê, li navçe, li rojhilata navîn gelek dijwar derbas bu. Qeyrana Surîyê bu sedem ku qutbên nû pêk werin. Rusya daxilê Surîyê bu.
Rusya, İran û Şieyên Iraqê meyla xwe dane ser rejima zordest a Beşer Esad. Di navbera Turkîye û Rusyayê de jî,qeyranek sîyasî peyda bu, herdu dewlet jihev têkçûn.Hêzên koalîsyonê û NATO’yê jî,hevdengîyek nû çêkirin. Di nav van gengeşîyên herêmê de, hikumeta Kurd a başurê Kurdistanê û Hikumeta merkezî a İraqê jî rubarê gelek pirsgirek û kêşeyên sîyasî bun. Sîyaseta herdu alîyan ji hev cûda ket. Lewra hikumeta herêma Kurdistanê “serxwebun” a Kurdistanê anî rojevê û dinav gel de da gengeşî kirin da ku bîr û rayek gelemperî peyda bibe û li dawîyê dewletek serbixwe were holê.
Bêguman sala bori ji bo Kurdistanîyan salek giring bu.Roja 25’ê Eylunê li başurê Kurdistanê gelpirsînek (referandum) çêbu. Gelê Kurdistanê ji seda heştê (%80) beşdarê gelpirsîna serxwebuna Kurdistanê kir û ji seda notusê (%93) deng da ku ew dewletek serbixwe dixwaze.Mixabin ku rewşa hêzên hevkarên dijî Kurd û Kurdistanê bi yekcarî dest avêtin dijayetî û neyartîyan. Roja 16’yê Cotmehê ixaneteke gelek mezin hate pêş. Gurubek ji YNK bi İranê re hevkarî kirin û çend deverên giring ku di destê hikumeta herêmê de bun-weki Kerkuk, Sincar, Mexmur û êdin-ketin destê terorist û bikirê girtiyên bi navê Haşdî Şaabî ku ji dewleta İranê hêz û xerc werdigrin. Xwefiroş û xaînên Kurd bi dijminra destkarîyek qirêj kirin .
Piştî vê ixanetê Hêzên Dijraberên Kurd û Kurdistanê, bi taybeti dewleta kevneperes a îranê xwest ku Kurdistanê ji hindur ve parçe bike û bike bin bandura xwe. Li dora bajarê Silêmanîyê xwepêşandanan amade kir. Paşî xwestin ku serhildanek pêk bînin. Dest bi çalakîyên dijwar û tundperest kirin. Lê negeyiştin armanca xwe. Pêwist e ku em bêjin îro jî ew xeter heye. Hêvîdar in ku gelê Kurdistanê bi dek û planên dijmin nexape.
Li himber van buyer û rûdanên herêmê, hîn hêz û rêxistin dest bi bangeşanên xirap û têkber kirin, dijayetîya Kurdistanek serbixwe kirin binyata siyaseta xwe. Me wek HAKPAR’ê, ji roja ewil û hetanî îro piştgirîya biryarên hikumeta herêma Kurdistanê kir û îro jî, em li ser vê yekê ne.
Lazime gelê Kurd li hemu beşên Kurdistanê heqê xwe yê avakirina dehatuyek azad hebe û bikaribe qedera xwe bidestê xwe kivşe bike. Eger îro ev yek li başûr dewletek serbixwe hewce dibîne, lazime hemu Kurd piştevanîya vê yekê bikin. Hesta welatperwerî wiha encam dide. Niha kilîla serxwebuna Kurdistanê di destê miletê Kurd de ye.Ev destkevtîyek mezine û em bawerin ku wê di rojên ayende de gelek bikêr were.
Dîsan di sala bori de erhejanek(zeminlerzeyek) li Kurdistanê, li derdorê Germîyanê pêk hat ku bi hezaran xanî û avayî xesarek mezin dîtin; her wiha bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan hezar kes ji, birindar bun, mane bêcî û bêmal. Ev buyereke xemgîn bu,xezebeke xwezayî bu ku bi ser Kurdistanê ve hat.
Her wek ku tê zanîn roja dawî a salê, ji bo Kurdan rojek gelek giringe.Lewra ew roj, roja bîranîna şehîdên Kurdistanê ye. Em bi vê minasebetê şehîdên Kurdistanê bi sîyanet û hirmet yad dikin û li ber bîranîn û tekoşîna wan a pîroz,rêz digrin.
Ez di sala taze de, hîvîdar im ku şer û pevçûn biqede, gelê Kurdistanê bigêje jîyanek aşt û serfiraz û azad û demokrat. Sala nû li hemu gelên cîhanê pîroz dikim, aşti, azadî û wekhevîyê ji hemu gelên bindestên cîhanê re dixwazim.
HÊVÎDARİM KU SALA NÛ BİBE SALA AZADÎ Û BEXTEWERÎYÊ

Latif Epozdemir