Dema serxwebûnê

Kurd24

Pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê ku di 7ê Hezîranê dest pê kiribû di 25ê îlonê de bi serkeftî gihişt dawîyê.

Di vê sê mehî da mijara referanduma serxwebûnê di rojeva hemî dinyayê di rêza pêşîn da cihê xwe girt. Tevahiya Kurdên cîhanê li derdora vê mijarê hatin ser hev û ketin nav tevgerê. Di dinê de tu dewlet nema ku di vê derbarê de tiştek nebêje. Piraniya wan ya bi zimeneke dîploamtîk yan jî raste rast bi tehdîd û gefan ji Herêma Kurdistanê xwestin ku referandum texîr bibe yan jî ji binî ve bê betalkirin. Heta roja dawî bi vê armancê heyetên navdewletî yek bi pey yekê hatin û çûn. Trafika diplomasiyê heta deqeya paşî dewam kir.

Mala wan ava, Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember tevî zext, çavtirsandin, gef û tehdîdan li ber xwe da. Şeref û heysiyeta gelê Kurd, rûmeta şehîdên azadîya Kurdistanê nehat şermî kirin. Li hember tevî êrîş û xeteran paş ve gav neavêtin û bernameya referandûmê bi biryarî rêvebirin.

Li ser navê qedirşînasiyê, divê mirov, ji ber rola wî ya gring ya divê pêvajoya dîrokî de heqê Serokê Herêma Kurdistanê teslîm bike. Ger pêvajoya referanduma serxwebûnê bi serkeftî çûye serî, di vî ya de para Serok Barzanî gelek mezin e.

Her tişt di rêya xwe da meşiya.

Gelên Kurdistanê di 25ê îlonê de bi hişmendiyeke neteweyî, bi hest û coşeke mezin çûn ser sindoqan û dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dan. Pêvajoya dengdanê bi awayeke aştiyane û demokratik rêve çû. Tu wiqeeteke xirab neqewimî. Bi sedan çavdêrên biyanî pêvajoya referandûmê şopandin û dirustî, şeffafî û demokratikbûna referandûmê teyîd kirin.

Beşdarîya gelê Kurdistanê li referandûmê, tevî ewqas alozû nezelaliyên li herêmê, gelêk baş bû. Lê rêjeya dengên “erê” hîn baştir bû. Qasê ku serê gelên Kurdistanê û dostên Kurdistanê bilind bike, rêjeya “erê” bilind bû.

Gelên Kurdistanê di 25ê Îlonê da bîryara xwe ya serxwebûnê ji cîhanê re îlan kirin.

Bi gotineke din pêvajoya serxwebûnê hîn nû dest pê kir.

Bi qeneta min di wêneya piştê referandûmê de tu tişteke surpriz ku mirov pê ecêbmayî bimîne tune ye.

Dewletên mezin wek her carî, bê prensip û bi awayeke pragmatik di seknek bê deng da ne. Ne nîyeta wana ku xwedî li referandûmê derkevîn û îradeya gele Kurdistanê nas bikin heye, ne jî niyeta wana ku bihêlin dewletên cîran raste rast êrîş bibin ser Herêma Kurdistanê... Ew ê demek rewşê bişopînin, bendê bin ku tansiyon hinek dakeve, lê wê di dawî de çi bikin hîn ne diyar e. Lê tişteke ku mirov ji niha ve karê bêje ev e: Ne mimkun e ku dewletên wek Emerika, Fransa, Rusya û İngliz zû zû serxwebûna Kurdistanê nas bikin. Lê ihtimala ku ji çav ji êrîş û dagirkirina Kurdistanê ra bigrin jî tune ye. Di roja îroyîn de têkçûn yan jî zeifkirina Herêma Kurdistanê di menfeta tu dewleteke mezin da ni ne. Ji ber vê yekê ew ê hewl bidin û terafan teşwik bikin ku mijar di navebra Hewlêr û Bedayê da bi riyên diyologê bê çaraserkirin. Hewldana Macron Serokê Fransayê ya dawîn ya derbarê rê li vekirina diyalogê di navebera herdu terefan da jî nişana vê tiştê ye.

Elbet ê kû li hember encama referanduma serxwebûnê bi tûndî derbikevin, wek ku dihatin hêvî kirin di serî Bexda, pişte wî İran û Tirkiye bû. Helwesta van hersê dewletan ya ku îro li berçav e bi her awayî dijê mirovatiyê ye. Ewqasa jî dijê aramî û aştiyê ye. Ger mirov zimanê diplomasiye bide alî, tiştê ku ev sê dewlet dibêjin û dikin, bi eşkerayî helwesteke dijminane ye. Rejima Bexdayê, ê ku ji hemî tewr meşruiyetan bepar e, hatûçûna balafiran ji bo Hewlêr û Sileymaniyê qedexe kir. Ser da jî ji hedê xwe derket û ji Hikumeta Kurdistanê xwest ku derîyên sînoran teslîmê Bexdayê bike.

Tirkiye jî ji vê hewla dijberiya Kurdistanê paş ve nema. Nuneritiya PDK ya li Enqerê hat girtin, Rudaw, K24 û Waar TV ji TURKSATê hatin derxistin. Niha jî li ser dijberiya Kurdistanê di nava her sê deweletan da trafikeke eskerî û diplomasiye dest pê kiriye.

Tişteke dixwazin bikin diyar e: Deriyan bigrin, bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re qedexe bikin û bi vê ebluqe û dorpêçkirinê İradeya serrxwebûnê ya gele Kurdistnê bişkînên. Ev fikir û niyet bi xwe tişteke ne ehlaqî ye. Bi birçîtîyê û bi tirs û gefan, daxwaza şikandina îradeya miletek gelo tê çê wateyî? Kurdên ku ji ber girtina derîyên sînoran birçî bimînin, dê bazdên û ji Tirkiyê û İranê lêborîna xwe bixwazin, ne usa? Elbete her kes dikare li biryara pêvajya serxwebûna Kurdistanê rexne bigre. Lê bi tehdit û bi birçîtiyê terbiyekirina neteweyekî, neteweyeke wek Kurdan ne ehlaqî, ne hiquqî ne ji kareke mirovane ye. Ev kar ne karê eqil û wicdanê ye.

Ya muhimtir dijminiya Kurdan kêrê tu kesî nayê. Yên ku heta îro ji Kurdan ra neyartî kirine ji wan kesê ji xwe xêrê nedîne. Lê her êş û elem bûye xerca nasname û şiura neteweya Kurd û Kurdistanê.

Tişteke ev sê dewlet dikin tenê kêrê tiştek tê: Kurdên seranserê dinyayê bi vê helwestê hîn nêzîgê hev dibin û îhtimal e ku ev helwest pêvajoya serxwebûnê hîn bine pêş.

Piştê referanduma serxwebûna 25 Îlonê Netweya Kurd bûye yek perçe, Herêma Kurdistanê ji berê xurtir e, serokatîya Herêma Kurdistanê hîn bi hêztir e. Daxwaza serxwebûnê ji her alî ve mafeke meşru ye û ev meşruiyet bi referanduma 25ê İlonê bi awayeke xurt hatiye perçîn kirin.

Lê tevî van faktorên erênî nayên wê wateyê ku pêvajo hêsantir bûye. Bilaeks, serdema nû wê ji ya berê zehmetir bibe. Gelek zor, zehmeti û problem lê pêşiyê ne. Gelê Kurdistanê di ezmûneke dîrokî de derbas dibe. Lê gotinek din jî heye dibêje, dema herî tarî ya şevê, dema herî nêzîgê ronahiyê ye.

Ewil divê Kurd û helbet tevahiya gelên Kurdistanê tefaqa nav xwe biparêzin û heta hîn jî xurtir bikin. Divê Serokatiya Herêma Kurdistanê wek berê bêhna fire û ji tehrik û provoqasyonan dûr bisekine, karê xwe li gor bernameya xwe bimeşîne. Her weha ji aliyek ve jî hewceye ku avakirina dewleta Kurdistanê destpêbike. Ji niha ve divê hîmê sistema Kurdistana Kurdistana serbixwe destnîşan bibe. Çarçoveya hiqukî û siyasi ya deweleta Kurdistanê li gor pir netewe û pir olîya civakî û çandî ya Kurdistanê bê zelalkirin.

Piştê 25ê İlonê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi çend gavan li pêşiya idareya Baxdayê ye. Destê wî bi her awayî xurt e. Di vê çarçoveyê da bi hêsanî dikare hemî pisrgirekên pêvajoyê bi Bexdayê ra nîqaş bike. Heta sistemeke qonfederalî jî dikare bê ser masê. Dibe ku sisteme qonfederali jibo demek wek alternatifek bê bikaranîn. Hemleyên bi vê awayî jibo Kurdan nayê maneya paş ve gav avêtinê. Eksê wê rêyêk usa dikare di qada navdewletî de fisendek bide Kurdistanê û ruyê rejîma Bexdayê hîn derxe holê.

Dem dema westatî, diplomasi û eqleke neteweyî ye.

Tu şik tuneye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û gelên Kurdistanê bi hemî rengên xwe wê di pêvajoya nû da jî serkevîn. 02.10.2017