Li Dijê Nirxên Kurdistanî Operasyoneke Nû

Kurd24

Li Tirkiyê, li ser iddianameya Serdozgerê Yargitayê, Mehkemeya Bilind li dijê partiya me Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) û herweha ji bo sê partiyên bi navê Kurdistanê; Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (T-DKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Komunista Kurdistanê doza girtinê vekir.

Ev tişt, di êrişgerîya dijê Kurdistan û qezencên Kurdistanî da pêleke nû ye.

Ji aliyek ve Kurd ji van êrişgeriyên dewleta Tirk ra ne xerib in. Ji destpêka Komarê ve dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye. Ji bo holêrakirina hebûna milletê Kurd, ji bo pişaftina zimanê wî, ji bo pêşîlêgirtina doza azadiya gelê Kurd çi ji dest hatiye paş da nedaye.

Lê milettê Kurd jî ji sedsala bihurî heta îro li himber vê zilm û zordariyê, ji bo azadî û serxwebûna xwe têkoşineke bêwestan birêdibe.

Bi gotineke din dîroka komara Tirkiyê bi operasyon û hewlên wê yên li dijê gelê Kurdan hatiye honandin.

Çendîn caran rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku doza Kurd tunekirine. Di sala 1925an li Dirabekirê, di 1930an li Agiriyê, di sala 1938an li Dêrsimê û di dawiyê da jî di salên 1980yî da li Hefsa Diyarbekirê a bi nav û deng 5 Noluyê da qaşo doza Kurd bi perdeyeke çîmento yê qalin veşartin.

Tenê di salên 1990î da dora bist partiyên Kurd an jî partiyên bi pirsa Kurd ve eleqedar hatin daxistin.

Wek ku Hegel dibêje, Tirkiye tu nîyeta xwe tuneye ku ji tarixê ders bistîne. Eger qedexekirin û girtina partiyên Kurdan çareserî buya, diviyabû heta nuha tevê problemên Tirkiyê çareser bibûya. Lê nebû. Eksê wê pirsa Kurd roj bi roj geştir û firehtir bû.

Dema dor tê pirsa Kurd, Tirkiye yasa û hiquqa xwe jî binpê dike. Wek tê zanîn di salên 2000î da Tirkiyê bi mebesta endambûna Yekitiya Ewropayê di yasayên xwe da gelek huhartinên erênî çêkir. Di vê çarçoveyê da girtina partiyan zehmettir kir. Mehkemeya Bilind (Anayasa Mahkemesi) di doza AKP û HAK-PARê ya 2008an da biryar da ku “heta ku tedaxulê şiddetê nebe yan jî şiddetê neparêze” tu partiyek nayê girtin. Li gor vê pîvanê jî Mehkema Bilind di leha van herdû partiyan da biryar (a negirtinê) girt.

Di eynî salan da (2004) Tirkiyê di qanuna xwe ya esasî di xala 90î da guhartinek bi vê awayî dirust kir. “Dema ku yasayên Tirkiyê bi prensibên hiquqa navdewletî ra beranberê hev bên, divê mehkemeyên Tirkiyê qaideyên hiquqa navnetewî bipejirîne.”

Li ser vê zemîna nû û bi taybetî jî di îklima nerm ya ku piştê Pêvajoya Çaresiyê peyda bû da partiyên bi navê Kurdistanê li Tirkiyê hatin damezirandin. Partiya Sosyalist a Kurdistanê jî piştî xebatên 42ên bi nehînî/bin erdê, di 31ê Gulan a 2016an bi fermi hat avakirin. Li vir divê em noqteyêk eşkere bikin ku  bi destpêka avakirinê ve dewletê li himber partiya me bêtehemûliya xwe diyarkir. Çend roj piştê damezrandinê, Serdozger bala me kişand da ku em ji navê partiya xwe peyva Kurdistanê û ji bername û destûra xwe jî pêşniyarên bo Kurdistanê derxin. Lê me van daxwazên Serdozger qebul nekir û me bi zelalî diyar kir ku em dev ji daxwazên xwe yê rewa, meşru û demokratik bernadin. Me di bersiva xwe da got; hewce ye hûn qanûn û destura xwe li gor rastiya Kurd û Kurdistanê biguherinin.

Hin kes ji me ra dibêjin, “xweziya we wê çaxê daxwazên serdozger bicîh bianiya”. Gotina ev e, eger em li gor daxwaza serdozger tevbigeriyana wê çaxê tu maneya partiyên ku me bi fermî ava kiribû wê nemana. Nêrina me ev e: Doza azadiyê, ji duh bi hêsayî negihiştîye vê qonaxê, wê paşeroja vê xebatê jî ne hêsan be. Kes mafê kesî bi hêsanî nade. Tu kes wê mafê gelê Kurd di sêniya zêrîn da teslime wî neke. Diroka me û mirovahiyê şahîdê vê tiştê ye.

Hineke din jî ji me ra dibêjin; “me ji we re negot, partiya bi navê Kurdistanê ava mekin, wê dewlet bigire, em ‘heqlî’ derketin”. Belê ev gotin bi aliyeke xwe ve ‘heqlî’ derket, ji ber ku îspat bû ku doza Kurdistan û xebata bo nirxên Kurdistanê bê berdêl nabe.

Li aliyê din hewla dozên girtinê ji bo partiyên Kurdistanê bi vekirî biryareke sîyasî ye. Ev biryar bi rewşa siyasî ya îro ya Tirkiyê ve rasterast girêdayî ye. Mehkeme jî di bin tesira hêza siyasî da hereket dike. Wek nimune, eger mehkemeyên Tirkiyê li gor qanûn û pîvanên xwe yên heyî hareket bikirana wê pêwîstîya wan bi van dozên girtinê yên partiyên Kurd nemana.

Tişteke din jî ev e: Doz vekirin nayê wê maneyê ku wê partiyên me mutleqe werin girtin. Em ê bi piştgiriya hiquqnasên mirovhez û demokratên li hundir û navnetewî nehêlin ku partiyên bi navê Kurdistanê bên girtin. Em mafdar in, doza me rewa ye, Kurdistan rastiyeke civakî, dîrokî, coxrafî û siyasî ye. Bi biryara dozgeran ev rastî nayê tunekirin.

Herweha hewcedarîya me piştgiriya raya giştî heye, li hundir û li qada navnetewî da. Divê em hewl bidin ku raya giştî li der û hundir xwedî li partiyên Kurdistanê derkevin; sazîyên sivîl, partiyên siyasî û dezgeyên navnetewî zextan li Tirkiyê bikin ku pêşî li pêla girtina partiyên Kurd bê girtin.

Ya diduyan ev e ku, rewşa Tirkiyê ya îro her usa nemeşe. İro sibê, herêm li ber guhertinên nû ye.

Em bihesibînin ku partiyên bi navê Kurdistanê ji aliyê dadgeha bilind ve hatin girtin, gelo wê qadroyên van partiyan lêborina xwe bixwazin û biçin mala xwe rûnin? Yên ku van xewan dibinin, bila zanibin ku tenê xwe dixapînin.

Bi nêrina min ev jî qonaxek e ji qonaxa xebata azadiya milletê Kurd a dur û dirêj . Îro ji her demê zêdetir hewce heye ku em xwedî li nav, nirx û qezencên Kurdistanî derkevên. Ji bo xwedîlêderketin û parastina van qezencan divê em vê qonaxê bikin platforma berxwedaneke nû.

01.03.2019