Referendûm ne gef e, binemala ewleyî, aştî û demokrasiyê ye

Kurd24

Referendûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de lidar dikeve. Serokatiya siyasî ya Kurdistanê bi tu awayî ne amade ye referendumê rawestîne yan jî bi paşve bixe. Kurdistan ji bo paşvexistin a roja referendûmê garantiya navdewletî dixwaze, lê heta niha nêzîkahiyek weha ya cîhanî nî ne. Ango ev tê wê wateyê: gelê Kurdistanê bere vîn a xwe ji bo serxwebûnê di 25ê Îlonê de nîşanî dinyayê bide!

Ji hêla navneteweyî ve dijberiyek hemberî referendûmê wekî sistema diyarkirina vîn û îradeyek neteweyî, ji tu alî ve nehatiye destnîşankirin. Berovajî referendum wekî mafek tê xûyakirin, lê konjûktûr a îroyîn wekî sedem ji bo paşvexistin a demê tê diyar kirin. Ji aliyê xwe ve Serokatiya siyasî ya Kurdistanê konjûktûrê ne wekî astengek, lê wekî derfetek dîrokî ji bo gel û welatê Kurdistanê dide pêş.

Gava konjûktûr/rewş wekî sedem a daxwaza paşvexistina referendûmê tê ser mêzê, sedema bîngehîn - metirsiya terorê ya herêmî / navneteweyî tê destnîşan kirin. Serokatoya siyasî ya Kurdistanê eşkere dibêje: Pêşmergeyên Kurdistanê, Hêzên Ewleyî / Asayiş a Kurdistanê  mezintirîn têkoşerên dijî terora ekstremist a DAIŞê ne. Wan bi qehremanî û mêrxasiya xwe karîn e nirxên mirovayetiyê biparêzin. Dewleta Iraqê alîkariya pêwîst negihand Pêşmerge, berovajî çekên ku bo Pêşmergeyan hatî rêkirin jî negihandin destê Kurdistanê. Biser vê yekê de jî Pêşmerge efsaneya DAIŞ têkbir û şikand!

Serokatiya siyasî ya Kurdistanê baweriyê digihîne cîhanê, welatek/dewletek serbixwe ya Kurdistanê di şerê dijî terorê de, dê efektîvtir tevbigere. Dê bibe drawseyek baş bi taybetî ligel Iraqê. Ev yek dibe garantiya şerek/tekoşînek bihêztir hemberê terora ekstremist.

Balkêş e, li herêmê hin alî yên ku dijberiya vekirî hemberî referendûma Kurdistanê diyardikin, referendum û serxwebûna Kurdistanê wekî gefek dij herêmê binav dikin(!) Ew aliyên ku vekirî destwerdan di herêmê û cîhanê de kirin e, al a mezhebî, tayifî hildan e, kesên ji mezhebên din ên islamî kuştin e, şewitandin e, mafek wan ê herî bîngehîn nasnekirin e, gefa herî mezin lidij jiyana wan bi xwe ne, Kurdistanê wekî gef binav dikin (!) Piştgirî dan e damezrandina milişyatên mezhebî, li herêmê destê xwe xistine nav kêşeyan, hêzên xwe li welatên din bicîh kirin e û bûn e êrîşa hemberî welatiyên wê deverê bi xwe, Kurdistanê wekî gef binav dikin (!)

Kurdistan ne gefek li dij tu alî ye. Welatê pêkvejiyan û rêzgirtinê bo hemû gelan û olan e. Kurdistan a federe-demokratîk dê bibe welatê Kurdan, Tirkmenan, Asuriyan, Kildaniyan, Ermeniyan. Dê bibe welatê Cûhiyan, Êzdiyan, Musilmanan. Mafdarê zimanên kurdî, tirkmenî, erebî, aşûrî, kildanî, ermenî… Di ware aborî, siyasî, ewleyî de, dê bibe navendek herî xûrt li deverê û cîhanê. Dê bibe demokrat. Ev nîşanên Kurdistanê ne gef in. Ew nîşanên damezrandina dewletek model li herêmê ye. Kurdistan dê bibe bîngeha bihêzbûna demokrasî û nirxên mirovayetiyê li cîhanê.

Erkê demokratan, mirovhêzan piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ye. Erkê Musilman, Kristiyan, Cihûyan piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ye. Erkê cîhanê bi xwe, piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber ku ew maf ên ji her welat û neteweyan re heyî, ew maf ji Kurdan / Kurdistanê re jî helal e, kes nikare heram bike… Na xwe, ne dikare bêje – ez demokrat im, ne dikare bêje – ez oldar im, ne dikare bêje – ez parêzvanê mafên hemû mirovan im!...

Hewlêr, 9 Îlon 2017