Rêbazên Çareseriya Pirsgirêkan û 3 Helwest/fikir di heqê Serdana Serok Barzanî de…

Kurd24

Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê, piştî Bexdayê serdana wî ya welatê ereb (Kûweyt, Welatên Korfezê) qediya. Serok Barzanî bi encameke gelek serkeftî vegeriya Kurdistanê. Di derbarê serdana xwe ya Bexxayê û welatên ereban de civîneke çapemenî li dar xist, di civîna çapemenî de tespît, analîz, encamên wergirtî, xebatên ji nûha pê ve ji aliyê Meclîs û Hikûmeta federal de bên kirin diyar kir. Pirsên rojnamevan û  bername çêkerên teşewîzyonan bersîv kir.

Wek tê zanîn û dema ku çapemeniya kurd, dinyayê, Iraqê, Îranê were temaşe kirin û ji çav bê derbas kirin, tê tespît kirin ku hem beriya ku Serok Barzanî biçe Bexdayê, hem dema li Bexdayê bû û hem jî piştî ku vegeriya Kurdistanê, di derbarê vê serdanê de niqaşeyeke gelek girîng, kûr, fireh hatin rojevê..

Ev niqaşeyan, di heman de ji bona cîbicî kirina encamên serdana Bexdayê jî, gelek girîng in; di hemandem de mîsyon û rola garantoru jî dilîzin.

Lê di van niqaşeyan de, nerînên gelek şaş jî hatin rojevê û hîn jî di rojevê de ne. Ev nerînan jî, di peşêrojê de rêya me tarî dike û dixetimîne. Loma jî divê em ji van nerînan şaş jî xelas bibin, an jî wan zelal bikin bidin aliyekî, ku li ser encamên hêja tesîra wan nebe.

Ji bona serdana Serok Barzanî ya Bezdayê 4 helwest hatin rojevê. Divê ku ev çar helwestan zelal bibin.

Beriya van helwestan zelal bikim, di derbarê wan de nerîn û analîzên xwe pêşkêş bikim; ez di destpêkê de dixwazim li ser rêbazên çareseriya pirsgirêkan bi giştî rawestim.

REBAZÊN ÇARESERIYA PİRSGİRÊREKAN…

Hiç şık tune ye, ku jiyana însanan, civatan, çîn û tebeqeyên cuda, gelan, neteweyan, olan,mezheban, dewletan bê pirsgirêk nabe. Lewra bi wateyeke din jiyan, kêşa û pirsgirêk e; çareserkirina kêşa û pirsgirêkan e. Gor baweriya min dema pirsgirêk nebin jiyan nabe û jiyan radiweste.  Bi wateyeke din, pirsgirêk ji bona pêşketin û dînamîzma jiyanê derman e.

Lê dema di çareserkirina pirsgirêkan de rê û rebazên rast, maqûl, wîjdanî, hiqûqî, însanî bi kar nayên, jiyan tevlihev dibe, jiyan dibe jahr. Însan, gel, netew, çîn û tebeqeyên cûda yên civatê, ol, mezhep, dewlet pêş nakevin.  Di nav xwe û  derveyî xwe de di nav kaos û nexweşiyê de diçin û tên.

Însan, gel, netew, dewlet, tebeqeyên civatê yên cûda, ol, mezhep, dewlet pirsgirêkên nav xwe û derveyî xwe; bi du riya dikarin çareser bikin.

Di çareseriya pirsgirêk de riya yekemîn, riya danûstandinê ye. Ev riya, riya esasî ye. Ji bona însanan, gelan, neteweyan, tebeqeyên civakî yên cuda, grûbên olî û mezhebî,  ev riya, riya en medenî, bê zirar,  hiqûqî, aşîtanê ye.

Di çareserkirina pirsgirêkan de riya duyemîn, riya şer e. Ev riya, riya en xirab, bi zirar e. Lê şer heta heta nikare dom bike. Heger di destpêkê de aktorek, aktorekî din nikaribe ji hoılê rake, di ancamê de mecbûr in, ku di encamê de danûstandin bikin, pirsgirêkan bi danûstandin çareser bikin.

Di encama danûstandinan de di navbeyna însanan, neteweyan, gelan, dewletan de peyman çi dibin.

CERIBANDINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ…

Di ceribandina nêzik Dûr ya Başûrê Kurdistanê de her du rê jî bi kar hatin.

Em li ceribandina nêzik binêrin.

Wek tê zanîn li Başûrê Kurdistanê encama şerekî dûr û dirêj, di sala 2005an de di navbeyna kurd, ereb, kêmneteweyên li Iraqê de peymana mezin ya civakî çê bû, makezagon encama referandûmê hat qebûl kirin. Bi makezagonê biryar hat dayin, ku dewleta Iraqê federal be. Yanî dewlet berê ya ereban bû. Divê dewleta nû bibe dewleta kurdan, ereban, kêmneteweyên din.

Bi makezagonê bê şik biryar hat dayin ku, li Iraqê di navbeyna civatê û neteweyan û kêmneteweyan de jiyaneke nû ava bibe.

Diyar e ku di ceribandina Iraqê de pêşî riya şer, pişt re jî riya danûstandinê bi kar hat. Encama dinûstandinê jî peymaneke civakî hat li darxistin.

Piştî Peymana Civakî, di navbeyna ereb û kurdan de pirsgirêk derketin. Lewra makezagon bin pê hat kirin. Wê demê jî bi taybetî kurdan di bin serokatiya Serok Barzanî de bir riya hiqûqî û riya danûstandinê bi kar anî. Gelek carna di ji bona ku kêşe û pirsgirêk çareser bibin  Hikûmeta Federal soz dabe jî, gelek peymanên hatibin qebûl kirin jî, pirsgirêk çaredser nekir..

Wê demê kurdan dîtin ku bi ereban re nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, li riya veqetandinê geriyan. Lê ji bona veqetandinê jî dîsa riya danûstandinê, riya demokratîk, riya referandûmê bi kar anîn. Di 25ê îlona 2017an de referandûm pêk anîn, neteweya kurd û kurdistaniyan di referandûmê de gotin ku “em naxwazin bi ereban re jiyana mişterek ya federal bidomînin. Em dixwazin ji ereban veqetin û dewleta xwe ava bikin.”

Ereban ev riya demokratîk neecibandin, nexwestin ku bi danûstandinê pirsgirêkam çareser bibin, riya şer meşandin. Bi dijminên kurdan re û bi xayinên kurd re yekîtî çêkirin, Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê îşgal kirin.

Kurdan jî, ji bona şerê navxwe tirsiyan, li Kerkukê şer nekirin.

Lê dema ku ereban xwestin ku bi tevayî dewleta federe û federal ji holê rakin, wê demê kurdan li Pirdê, li Shêlê, li Mahmûdiyê, li deveren di şer kirin welatê xwe û sîstema federal parastin.

Piştî îşgala Kerkukê di navbeyna ereb û kurdan pirsgirêk mezintir bû. Ji bona her du terefan jî qonexeke nû dest pê kir.

Di vê qonaxê de pirsgirêk dê du bi riya çereser bibe. Riya yekem, riya şer e. riya duyamîn jî, riya hiqûqî û danustandinê û demokratîk e. Kurdan nûha riya duyemîn ecibandin.

Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê encama vê biryarê ye. Heger di vê qonaxê de jî pirsgirêk bi riya danûstandin û demokraîk çareser nebe, krîzeke din ya mezin dê bê pêşiya Iraq a federal     

3 HELWEST DI DERBARÊ SERDANA SEROK BARZANÎ YA BEXDAYÊ DE…

Piştî serdana Serok Barzanî ya Bexzdayê, li hemberî ev bûyera dîrokî 3 helwest derketin holê.

Helwesta yekemîn: Serdana Barzanî ya Bexdayê pozîtîf hat dîtin. Ev helwesta ji aliyê piraniya kurdan, rewşenbîr, siyasetmedar, partî û rêxistinên Kurdistanê de hat parastin û diyar kirin.

Lewra dihat zanîn û bawer kirin, ku pirtsgirêkên di navbeyna ereb û kurdan de dê ya bi şer û an jî dê bi riya danûstandin û hiqûqê bên çareser kirin. Ji derveyî vê riyê, riya şer nûha ne di berjewendiya kurdan de nîne.

Ji aliyê din de bi Serok Barzanî baweriyeke xûrt hebû, ku dema pêwîst nebe û şert pêk nehatibin Serok Barzanî dest bi danûstandinê nake û naçe Bexdayê.

Girîngtir mijar jî ew e, ku serok Barzanî di Hilbijartinên Iraqê û Kurdistanê de serkeftî bû, partiya wî li Iraq û Kurdistanê bû yekemîn. Beriya ku Serok Barzanî biçe Bexdayê, serokwezîrê nûha jî di nav de hemû berpirsiyarên ereban hatin cem wî, ji wî piştgirî xwestin.

Serok Barzanî û Partiya wî jî biryar da ku ji Hikûmeta Federal ya Iraqê re bibe alîkar û beşdarî hikûmetê jî bibin. Beriya ku Serok Barzanî serdana Bexdayê bike, hikûmet ava bû. PDKê beşdarî hikûmetê bû.

Dema ku partiya serok Barzanî beşdarî hikûmeta federal bibe, dikare ji danûstandinê bireve? 

Di serdana Serok Barzanî ya Bexdayê de endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya PDKê ya demaSerok Mele Mistefa Barzanî û parlamenterê kevn yê Meclîsa Federal Mehmûd Osman bi gelek zelalî pêwîstiya serdana Serok Barzanî tînê ser zimên.

Mehmûd Osman dibêje ku: “Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê gaveke erênî ye. Lewra ew li Iraqê baş tê naskirin, xwediyê ceribandin û zanyariyekê ye, bi hemû terefên siyasî yên Iraqê re xwediyê danûstandinê ye. Di ev qonaxa ku hikumeta federal ya Iraqê nû ava dibe, ev serdana Serok Barzanî ya Bexdayê gaveke gelek girîng e. Serok Barzanî, şaxsiyetekî di ser partiyan re xwediyê rolekî girîng e. Ez hêvîdar im ku encama ev danûstandina Serok Barzanî pirsgirêkên li Iraqê heyî, dê çareser bibin. Ez hêvîdar im ku hemû kurd bi yek dengî û bi hev re dê biçin Bexadayê. Dê nekokiyên nav xwe nebin Bexdayê.”

Helwesta duyemîn: Ew kes, rewşenbîr, siyasetmedar, partî û rêxistinên li gel serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ne. Lê divê dema ku çû Bexdayê, divê raste rast li dijî îşgala Kerkukê derkeve û li Bexdayê vê îlan bike. Dewleta Kurdistanê li Bexdayê biparêze.

Ev helwesta nêzikî helwesta yekemîn e. Ev daxwazên tên kirin, hem beriya serdanê û him jî piştî li serdanê bi awayekî xurt hatin diyar kirn. Serok Bazranî ji vê helwesta xwe jî dest bernade. Piştî vegerê di civîna çapemenî de jî ev helwesta xwe ya li Bexdayê diyar kir.

Helwesta sêyemîn: Ew kes, rewşenbîr, siyasetmedar, partî û rêxistinên li dijî serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ne.

Li wir jî du opsiyonên cihê hene.

Opsiyonek ew e, ku heta îşgala  Kerkukê dawî nayê, divê Serok Barzanî, serdana Bexadayê nekira. Ev helweta tê wate ye, ku ev rewşa bila dom bike. An jî divê kurd bi wateya mitlaq pirsgirêkan bi şer çareser bike. Ew jî ne realîst e û ne li berjewendiya kurdan e..

Opsîyona duyemîn, helwesta YNKê ye. Ji bona helwesta YNKê jî siyasetmedar Mehmûd Osman tiştê pêwîst gotine.

Mehmûd Osman di derbarê vê mijarê de dibêje, ku “heqê kesî û çu rêxistinan tune ye, ku li dijî serdana Serok Barzanî ya Bexdayê derkevin. Lewra hem YNKê û hem jî partiyên din jî serdana Bexdayê kirin. Hemû terefên siyasî li Ireaqê,Emerîka, Îran jî dixwestin ku Serok Barzanî vê seredaniyê li Bexdayê bike. Heqê kesî tune ye ku ev serdana Serok Barzanî ya Bexdayê rexne bikin. Girîngtir in, mijar ew e ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkukê û li deverên din yên Kurdistanê dê çewa rêvebireyeke hevbeş dê ava bikin li ser vê xebat bikin.Divê ev îşgal û zorbatiya leşkerî ya li Kerkukê divê ji holê rabe. Pêşmergê vegerin ciyên xwe. Xala 140emîn ya Kerkukê (yanî referandûma Kerkukê) bê li dar xistin.”

Ez jî sedî sed bi van nerînan re me. Mehmûda Osman nerînên gelek objektîf û li berjewendiya neteweya kurd û kurdistaniyan tînê ser zimên

ENCAMEKE SERKEFTÎ…

Serdana Serok Barzanûî ya Bexdayê gelek serkeftî bû. Serok Barzanî di derbarê serdanê nerînen xwe di civîneke çapemenî de gelek mijar anîn ser zimên

Serok Barzanî got: Di hemû qunaxan de, me bi berdewamî tekezî li ser wê yekê kiriye, ku hemû giriftên li gel Bexdayê divê bi jihevtêgihiştinê û rêzgirtin û aştiyane bên çarekirin. Me ti carî riya şer hilnebijartiye, lê Bexdayê deriyê xwe li pêşya her tiştî girt û riyeke din hilbijart.

Niha derfeteke din hatiye pêş û Adil Ebdilmehdî dostê me ye û mirovekî ji kêşeya Kurd û Kurdistanê têdigihê û berî niha li Herêma Kurdistanê jiya ye, lewra hêviya me mezin e, ku em karibin li gel wî çareyeke gellekî baş ji hemû kêşeyan re bibînin. Wî jî ji me re tekez kir, ku ewê bi hemû karînên xwe piştevaniya me bike, hêviya me ew e, ku emê li gel wî lihevtêgihiştineke baş bibînin.

Li Bexdayê me serdana hemû aliyan kir, ewên dostên me bûn, ewên pêwendiyên xwe li gel me parastin û me serdana wan kesan jî kir, yên ku dijatî li gel me dikirin. Me behsa hemû giriftan kir, bi taybetî navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, em gihiştin jihevtêgihiştineke baş, ku hemû kêşe bi riya maddeya 140 bên çarekirin.”

Amed, 02. 12. 2018