Mafê Çarenûsî (ji dervî Kurdan) Mafekî Gerdûnî ye(!)

Kurd24

Referendûma Serxwebûna Kurdistanê, di diyarkirina vîn û îradeya gelê Kurdistanê de girîngtirîn/mezintirîn rûdana dîrokî ya Kurdistanê ye. Gûjmê beşdariyê û encama Referendûmê ji sedî 92.76 cîhê rûmetê ya gelê Kurdistanê ji bo destnîşankirina pêşeroja xwe ye. Ev yek di heman demê de, şeqam/sîleyek hemberê peyam û rêkeftin, herweha qaşo nêzîkahiya cîhanê ji bo rêzgirtina mafê çarenûsî ye!

Referendûma Serxwebûna Kurdistanê helkeftinek şahnazî, serbilindî ya dîroka Kurdistanê / Gelê Kurdistanê ye! Ew kesên dibêjin ku Kurd in û dijberiya xwe hemberî vê proseya serfîraz a Kurdistanê ragihandine, diyar e ne Kurdistan, ne mafê Kurd, ne serkeftinên Kurd, ne şerefmendîya Kurd/Kurdistanê, ne pêşeroj û jiyana Kurdistanê bo wan girîng e. Ji xwe van çend kesan bi kiryarên xwe yên dijminahiya gelê xwe, Bexda ji xwe re kirin e navenda muqades. Cîhe mixabiniyek mezin e ku, ew çend kes, zêdeyên wan ji malbatekê tên û hildana dijberiya gel/netewe û welatê xwe,  ji xwe kirin e nirxê jiyanê. Xwendina helbestek Erebî ji wan re ji helbesta Kurdî pîroztir e. Al a Iraqê ji wan re, ji ya Kurdistanê pîroztir e, Parlementoya Iraqê ji wan re, ji Parlementoya Kurdistanê pîroztir e. Iraqîbûn ji wan re, ji Kurdistanîbûnê pîroztir e! Ji me re tenê dimîne em bipirsin: Hûn ji Kurdbûna xwe şerm diki, lê çima di bidestxistina derfetên desthilatî/aborî yên Kurdistanê de, hûn ne xwedî şermezariyê ne?

Mafê çarenûsî, mafek gerdûnî ye! Ev yek di peymana Neteweyên Yekgirtî de, xalek ji yên herî girîng e! Welatên xwe demokrat binav dikin, her dem wekî benîşt vê peymanê tînin ziman. Lê, gava Kurdistanê xwest mafê xwe yê çarenûsê diyar bike, heman cîhan ne bêdeng ma! Dijberî nîşan da! Got: Ev maf Kurdistan nikare bicîh bîne!

Ev yek dijberiya nirxên ku cîhana Rojava bicîh kiriye ye. Dijberiya demokrasiya gerdûnî, dijberiya yek ji mafên mirovî yê sereke ye! Kurdistanê cîhan imtihan kir – di vê imtihanê de Kurd / Kurdistan biser ket, cîhan serî tewand!

Bi hêviya ku, cîhan bikaribe xwedî li nirxên mirovî, nirxên demokrasiyê derkeve. Mafê çarenûsî Kurdistanê jî bigre nav xwe, ku bikaribe ji vê fediya xwe hemberî Kurd/Kurdistanê jî rizgar bibe.

Hewlêr, 13 Mijdar 2017