Nivîskar/Siyasetvanên Milî Osman Sebrî û Mehmed Ûzûn

Kurd24

Osman Sebri û bi navê xwe yê din Apê Osman; Mehmed Ûzûn, du nivîskarên kurd in.

Herdu jî, ji Bakûrê Kurdistanê ne.

Herdu ya jî li ser zimanê kurdî û edebiyata kurdî xebat kirin.

Apê Osman bi awayekî bisporî li ser zimanê kurdî xebat dikir.

Mehmed Ûzûn jî bir romanên xwe xizmetî zimanê kurdî kir.

Herdu jî di heman dem de siyasetvan in.

Apê Osman û Mehmed Ûzûn, jiyana xwe ji derveyî Bakûrê Kurdistanê domandin.

Apê Osman li beşek welatê xwe, Li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe domand.

Mehmed Ûzun li Swêde jiyana xwe domand.

Ape Osman û Mehmed Ûzun,  di 11ê meha dehan de di heman rojê de jiyanên xwe ji dest dan.

Apê Osman li paytexta Suriyeyê û Mehmed Ûzûn li Bakûrê Kurdistanê li Diyarbekîrê jiyana xwe ji dest da.

Ez di nivîsa xwe de dixwazim li ser jiyan û hevaltiya xwe ya van du nivîskar û siyasetvanan rawestim. Bi awayekî jî dixwazin van herdu nivîskaran ji xwendevanên xwe re bidim nasandın.

OSMAN SEBRÎ (APÊ OSMAN)…

Apê Osman, di sala 1905an de li Gundê Narênciyê ku wê demê bi Kolikê (Kahta) û Meletyayê re girêdayî bû û nûha bi Semsurê girêdayî ye, tê dinyayê.

Di zaroktiya xwe de (11 saliya xwe de) bavê xwe wenda dike. Bavê wî Axayê Mirdesan a bû. Loma ew li cem apê xwe Şukru mezin dibe. Ew li medreseyê û li cem gelek melayan perwerde dibe.

Apê Osman, di 16 saliya xwe de dizewice. Kurekî wî tê dinyayê, navê wî, Welat e. Hezar mixabin Welat, piştî ku vedigere Bakûrê Kurdistanê di sala 1970yî de  tê kûştin. Mirin û kûştina Welat wek kêrekê dikeve nav dilê Apê Osman. Mirina Welat li ser jiyana Apê Osman tesîrek û bendorek mezin çê dike. Min ev yeka di hevdîtina xwe ya Apê Osman de gelek vekirî dît.

Min merzelê Hemreş Reşo (Serokê Partiya Demokrat a KurdistanHevgirtrin) û Welat li Kolikê ziyaret kir.

Apê Osman, di sala 1944an de zeweca xwe ya duyemîn li Sûriyeyê  dike. Ev car hevjîna wî Çerkez e. Ya pêşî kurd bû. Ji hevjîna xwe ya duyemîn jî sê law (Xoşeng, Hoşîn, Heval)  û 2 keçik (Hingur û Hêvî) tên dinyayê.

Ez hemû zarokên wî ji nêzik de nas dikim. Ew hemû li derveyî Kurdistanê jiyana didomînin. Beriya vê mehekê lawê wî Xoşeng hat Bakûrê Kurdistanê Semsurê. Lê di heman dem de hat Diyarbekîrê ez jî ziyaret kirim. Derfeta me bû ku dîsa ji Apê Osman, ji jiyana wan qal bikin.

Malbata Apê Osman, malbateke kurdperwer e. De ma di sala 1925an de serhildana milî ya di bin pêşengiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîsd Efendiyê Pîranî de dest pê dike (1925), malbata wî jî beşdarî serhildanê dibe. Apên wî tên zîndan kirin.

Apê Osman, dixwaze ku wan ji hepsê birevîne lê di karên xwe de bi ser nakeve. Loma ew jî li hemberî dewletê “sûcdar” dibe u mecbûr dibe ku fîrarî be.

Piştî ku serhildana 1925an tê temirandin, du apên wî (Şukru û Nûrî) tên îdam kirin. Hîç şik tune ye Apê Osman jî ji zulma Dewleta Tirk par a xwe digre. Du caran tê binçav kirin û zîndanên Dewleta Tirk de dimîne.

Ew di fîrariya xwe de mecbûr dibe ku çend cenderman bikûje. Wê demê biryar dide ku gundê xwe terk bike, biçe li Başûrê Kurdistanê cîwar bibe.

Dema ku diçe Rojavayê Kurdistanê, Celadet Bedîrxan, Dr. Nûrî Dersîmî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Memdûh Selîm Begê Wanî,, Haco Axa, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşazade û mezinên din yên kurdan nas dike. Bi wan re di nav demê de pêwendiya xwe xûrt dike.

Li Rojavayê Kurdistanê xebata xwe ya edebî, ziman, siyasî didomîne.

Di sala 1932an de di Hawarê de dest bi nivîsan dike. Lê heta mirina xwe (11. 10. 1993) di gelek kovaran (Hawar, Ronahî, Stêr ve Roja Nû) de nivîsên wî tên weşandin. Ew taybetî li ser zimanê kurdî xebat jî dike. Ji bona ku ciwanên Kurdistanê fêrî xwendin û nivîsandinê bike, wek medreseyeke û dibistanekê kar dike. Dikarim bibêjim ku bi sedan ciwanên Kurdistanê fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dike. Li Rojavayê Kurdistanê gelek kesên nivîskar, xwendevanên wî ne.

Apê Osman çend pirtûîk nivîsandin: Bahoz (1956), Derdên Me (1956), Çar Leheng (1984), Elfebaya Kurdî, “Dîwana Osman Sebrî”.

Apê Osman dema ku li ser ziman, edebiyuata kurdî xebat dike, xebata xwe ya siyasî ya milî jî didomîne. Lewra armanca wî ya esasî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ye.

Ew kesên ji Bakurê Kurdistanê çûne Rojavayê Kurdistanê yên din jî, ji bona dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê xebat dimeşandin. Loma jî rêxistina Xoybûnê ava kirin. Apê Osman jî yek ji damezrênêrê Xoybûnê ye.

Xoybûn, bi taybetî jî, ji bona ku ji Serhildana Milî ya Agriyê re kudi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa de dihat meşandin re bibe alîkar, ava bibû. Apê Osman jî li ser navê Xoybûnê wezîfedar dibe, ku ku biçe Agriyê. Hezar mixabin ew dema di li Başurê Kurdistanê re derbas bibe, hepis dibe. Mecbûr dibe vedigere Rojavayê Kurdistanê û nagihîje armanca xwe.

Ew ji bona vê yekê gelek xemgîn bû.Ew ji wî re dibe derdekî mezin. Xengîniya xwe çend caran di derbarê vê pirsê de ji min re diyar kir.

Piştî Xoybûnê, Apê Osman 4 hevalên xwe (Nûreddîn Zaza, Hamza Naweranî, Reşîd Hemo, Hemîd Hecî Dewrêş) di sala 1957an de Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyeyê ava kirin. Nûreddîn Zaza jî bû serokê partiyê.

Partiyê, yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji bona xwe kiribû armanc.

Lê piştî ku partî ava bû Dewleta Sûriyeyê ew girtin û hepis kirin.

Ew piştî ji hepsê derketin navê partiyê guhertin. Navê partiyê bû, “Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê”.  Apê Osman jî bû serokê partiyê. Li dijî Kemera Erebî bi xûrtî xebat kir. Pêşniyar kir kul i dijî Kemera ereba ya kurda ereb bike, şerê pêşmergetî pêşniyar kir. Vê yekê jî hevalên wî tirsan. Ev pêşniyara wî bû sedem, ku li ser şaxsiyeta wî gelek spekulasyon çê bibin.

Lê piştî demekê dest ji xebata siyasî ya aktîf û rêxistinî berda.

Min jî ew di sala 1969an de li Enqereyê dema ku ew carek hatibû ziyareta dost û heval û mabata xwe min, nas kir. Lê piştî salên 78an dostaniya min û wî gelek pêş ket.

Di 11.10.1993an de li Sûriyeyê jiyana xwe dest da. Ew li Dirbêsiyê hat veşartin.

MEHMED ÛZÛN…

Mehmed Ûzûn, di sala 1953an de li Sîweregê hat dinyayê. Ew ji eşîreta Brodirêjan bû. Ew, di nav malbateke fireh de mezin bû. Lê rewşa malbata wî ya malî baş nebû. Wî di şertên zehmet de dibistana destpêkê, Navîn, Lîseyê xwend.

Ew, di sala 1971an de ji rêxistineke Tirk ya çep (TÎKKO) li Diyarbekîrê binçav bû û hat hepis kirin.

Min ew di hepsa leşkerî a Diyarbekîrê de piştî Darbeya Leşkerî ya 1971an nas kir. Pêwendiya min û grûbû me ya Komuna DDKOyê roj bi roj pêş ket.Di hepsê de em bi hev re beşdarî semîneran bûn, me bi hev re semîner pêşkêş kir, ji bona xwendina û nivîsandina kurdî me bi hev re ders wergirtin.

Ew piştî demekê çû Hepsa leşkerî ya Mamak a Enqereyê. Li wir serbest hat berdan.

Piştî salên 1974an dema ku li Bakûrê Kurdistanê xebat û têkoşîna milî ya rêxistinî dest pê kir, Bihara duyemîn a Tevgera milî xûrt bû, wî jî di nav vê tevgera milî de bi aktîfî cî girt.

Dema ku Grûba Komuna DDKOyê biryar girt ku Kovara Siyasî, kurdî û tirkî biweşîne, wî jî di nav de cî girt. Me bi hev re me biryar da ku em Kovara Rizgarî biweşînin. Ew bû berpirsiyarê Kovara Rizgarî (Adara 1976). Ez jî di nav destenivîsaran de bûm. Di grûbê de jî pêwendiyên min û wî xûrttir bû. Di gelek mijaran de me wek hev difikirî. Loma gelek caran em bi endamên nivîskarên din yên kovarê ve dihatin hember hev.

Kovara Rizgarî, piştî hat weşandin di hejmara xwe ya yelemîn de di nav tevayî kurdan de bandoreke mezin a pozîtıf  a milî çêkir. Lê reaksîyoneke mezin ya dewletê jî kişand ser xwe. Loma jî Kovara Rizgarî ji aliyê dewletê de hat qedexe kirin. Wekberpirsiyarê Kovara Rizgarî jî Mehmed Ûzûn jî hat hepis kirin.

Mehmed Ûzûn di hepisê û dadgehê de sinaweke gelek baş da. Wî, Kovara Rizgarî, li dadgehê bi parêznameyek siyasî ya milî ya xûrt û fireh parast. Ji hemû nivîs û naverokên nivîsan re xwedî derket.

Mehmed Ûzûn, di nav Tevgera Komal/Rizgarî de kesekî çalak bû. Lê di sala 1977an de pêwendiya xwe ya tevgerê qetand, çu li Swêdê  cîwar bû.Wî li Swêdê giranî da xebata ziman û edebiyata kurdî. Lê di heman de dev ji siyasetê jî ber neda. Dema ku di Tevgera Rizgarî de veqetandin çêbû, me Tevger û Rêxistina Ala Rizgariyê ava kir, ew jî dîsa beşdarı tevgerê bû. Xebata aktîf ya siyasî meşand.

Dema ku ew li Swêdê bû, di navbera tevgera me û Mehmed Ûzûn de ez xxwediyê berpirsiyarî bûm. Loma jî di navbeyna me de gelek name çûn hatin.

Ew, li Swêdê, ji bona ku berpirsiyarê Kovara Rizgariyê bû endamê “Yekîtiya Nivîskarên Swêdê”.

Ji derveyîyekîtiya nivîskaran jî, demek dirêj di Qûluba Pên a Swêdê û Di Pêna Navneteweyî de kar kir.

Ew, di sala 1981an de ji hemwelatiya Dewleta Tirk hat avêtin. Heta sala 1992an nikarî bê Tirkiyeyê û Kurdistanê.

Ew ji bona pirtûkên xwe di sala 2001an de li Tirkiyeyê dîsa hat dadgeh kirin.

Mehmed Ûzûn, piştî ku çû Swêdê, bi taybetî li ser ziman û edebiyata kurdî xebat kir;  bi grûbek hevalan re Kovara Rizgariya Kurdistanê weşand. Kovar, kovereke kurdistanî bû. Ji bona çar parçeyên Kurdistanê dihat weşandin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskarên kovarê hebûn.

Ew, di xebata xwe ya edebiyatê de serkeftî bû. Gelek pirtûkên edebî û roman nivîsand. Romanên wî bi kurdî ne; di heman dem de  bi zimanê tirkî, swêdî, bi zimanê din yên biyanî jî hat çap kirin.

Pirtûkên wî:

 

  • Tu (Sen), Roman, (1985)
  • Mirina Kalekî Rind (Yaşlı Rind’in Ölümü), Roman, (1987)
  • Siya Evînê (Yitik Bir Aşkın Gölgesinde), Roman, (1989)
  • Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Evdalê Zeynikê’nin Günlerinden Bir Gün), Roman, (1991)
  • Destpêka Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyatına Giriş), İnceleme, (1992)
  • Hêz û Bedewiya Pênûsê (Kalemin Gücü ve Görkemi), Denemeler, (1993)
  • Mirina Egîdekî (Bir Yiğidin Destanı), Destan-Ağıt, (1993)
  • Världen i Sverige (Tüm Dünya İsveç’te), Edebiyat Antolojisi, M. Grive ile Birlikte, (1995)
  • Antolojiya Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyat Antolojisi), Antoloji, iki cilt, (1995)
  • Bîra Qederê (Kader Kuyusu), Roman, (1995)
  • Nar Çiçekleri, Deneme, (1996)
  • Ziman û Roman (Dil ve Roman), Söyleşiler, (1997)
  • Bir Dil Yaratmak, Söyleşiler, (1997)
  • Dengbêjlerim, Deneme, (1998)
  • Ronî Mîna Evîne – Tarî Mîna Mirinê (Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık), Roman, (1998)
  • Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sözcükler, Deneme, (2002)
  • Dicle’nin Sesi I – Hawara Dîcleyê (Dicle’nin Yakarışı), Roman, (2002)
  • Diclenin Sesi II – Dicle’nin Sürgünleri, Roman, (2003)
  • Ruhun Gökkuşağı, Roman, (2005)

 

Mehmed Ûzun encama xebata xwe  gelek xelat jî wergirt. 

  • Xelata Azadiya Xweîfadekirinê û Fikir (Yekîtiya Weşanmgeriya Tirkiyeyê di sala 1985an de ev xelata da),
  • Xelata Edebiyatê ya Enstituya Kurd ya Berlînê,
  • Xelata Qelema Azadî ya Torgny Segerstedt,
  • Xelata Stina-Erik Lundeberg (2002)

 

Hezar mixabin wî, encama nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe di 11.10.2007an de di 54 saliya xwe de ji dest da.

Hîç şik tune bû ku dema jiyana xwe ji dest da gelek ciwan bû. Xebatên girîng yên bike, hebûn. Lê nebû.

 

Amed, 14. 10. 2018