Serxwebûna Kurdistanê Dinyayê alaqadar dike!

Kurd24

Abit Gûrses

Prosesa serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê rayagiştî ya Kurdan ve bi baldarî û meraq û bi dilxweşî tê taqîpkirin (şopandin), civîna ku bi serpereştiya rêzdar Mesud Barzani û rêzdar Kosret Resûl va li Hewlêrê di navbera YNK û PDK encam da, ev proses gihişt qonaxeke nû pêvajoyek giring…

Ew heyetên (kadroyên payebilind yên PDK, YNK pêk dihat) ku ji bo danûstandinan bi hêzên Kurdastanî, Bağda û dewletên ku li Hewlêre nûnerên wan hene hatibûn erkdar kirin, derheqa hevdîtinên xwe da civîna bilind ya PDK û YNK agahdar kirin û encama hilsengandina wan hevdîtinan, di derheqa Referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryarên hevpar û giring derketin.

Ev pêvajoya serxwebûnê ku li Rojhilatanavîn û Cîhanê bi baldariyeke mezin tê şopandin; Hin aliyên siyasi yên Tirk, Ereb û Acem herwûha ji herkesî zêdetir dewleta Tirk, Iran û Iraqê dixe fikaran dibe sedema helwestên bi tirs û dijber (reaksiyoner)!

Sekna bi israr û bi  biryar ya rêzdar Mesûd Barzanî derheqa serxwebûnê da, helwesta mişterek ya hêzên herî giring yên Kurdistana Başûr PDK û YNK tesireke baş û pozitif li ser hêzên siyasî yên mayîn û grubên dînî û millî yên Kurdistanê wek Aşûr, Siryan, Keldan û Tirkmen jî kiriye…

Tu hêzêkî Kurdistana Başûr li dij gava serxwebûnê nîne, lê belê hin partî wek Gorran xwedî pêşniyarên cewaz in, wek aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê ûhwd. lê ev cewazî û ferq ne di wê astê da ne ku neyên çareserkirin…

Di vê pêvajoyê (prosese) da tiştê herî giring; Lihevkirin, yekrêzî, yek dengiya  YNK û PDK û hemû hêzên dinê Kurdistanê li ser pêkanîna referanduma Serxwebûna Kurdistanê ye!..

Min di gellek nivêsên xwe da destnîşan kiribû ezê dîsa destnîşan bikim;

Rewşa Iraqê ya Rojhilatanavîn û Cîhanê ji bo serxwebûna Başûr guncaw e (musaid e)!

Tu hêzek mezin ya dinyayê wek Amerika, Yekitiya Ewrupa, Rusya û hin hêzên heremî Israil, Suudî, welatên Xelîc û Urdun ne dijî Kurdistana Serbixwe ne! Bilakis (berovajî) hin ji wan dewletana xwedî siyaseteke teşwiqkarin...

Bêguman helwestên pozitif yên dewletên mezin yên dinyayê û hin dewletên giring yên heremê li hember prosesa serxwebûna Kurdistanê gellekî giring e!

Di tarîxa nêzîk da, di nav sedsalê dawî da ji xeynê pêvajoya kurt ya Lihevhatina Sevrê, rojava û dinya tu carî weka îro ji Serxwebûna Kurdistanê ra bi avakî pozîtîf nemeyizandiye… Yan jî dijayetiyek tund, hişk nişan nade, em dikarin hetta derecekî Rusyayê jî di nav van dewletan da bijmêrin…

Mirov dikare sedema piştgiriya navneteweyî bo Kurdistana Başûr ji gellek perspektîfên cûda analîz bike, lê belê analîzeke wuha dê çarçova vê nivîsê dê pir firehtir bike, ji ber vê yeke ezê bi tenê çend xalên giring destnîşan bikim…

Xwediyên esasî ya Lihevhatina Lozanê ku sed sal berê li ser înkarkirin, tunnekirina hebûn û mafê  Kurdan hatibû çêkirin, ango Britanya û Fransa êdî notirvaniya (bekçitiya) wê lihevhatina bêoxir nakin!

Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetê dewletên weka Suriye, Iraq, hetta derecekî Tirkiye û İran ku di dema şerê sar da geh dibûne hevalê vî alî yan wî alî umre xwe dirêj dikirin, êdî ji wan ra weka berê mecal nema, tu giringiyeke wan jî weka dema şerê sar nemaye!

Qazanckirina piştgiriya navneteweyî ya Rojava û Amerika’yê da di gel hemû handikapên xwe pratika serkeftî ya hikûmeta Kurdistanê; Sekna Kurdistanê li hember hêzên antî demokratik û İslama fanatik; Pêkva jîyana aştiyane yên grûbên olî û etnikî yên cewaz; Û herwuha berxwedan û şerê pêşmerge ya qehremanene piştî hezîmeta Şingalê li hember DAİŞ’ê dikarin bijmêrin…

Bêgûman li gel faktorên çavkaniyên petrol,  gaz û avê, giringîya jeopolitik, jeostratejîk a Kurdistanê jî ji alî dinya va baş tên hesabkirin… Mirov dikare li ser van sedemên giring hûr û kûr analîzan bike, lê bele çarçova vê nivîsê zêde firehtir dike. Ji ber vê yekê min bi tenê çend xalan de destnîşan kir…

Sedema vebûna riya serxwebûna Kurdistana Başûr ev faktorên giring in…

Ew konsensusa navneteweyî ku  milletê herî mezin a dinyayê  mehkûmê bêdewletbûnê kiribû (îro li parçekî da be jî) hêdî hêdî ji holê radibe, konsensusa navneteweyî ya dij bi Kurd diherive… Bêgûman bi dawî hatina vê konsensusa navneteweyî da xebat û tekoşîna milletê Kurd ji bo azadî û rizgariyê faktora herî giring a daxilî ye…

Sedema dijminatî û reaksiyona Tirkiye û İranê û hêzên ku bi van dewletan ve girêdayî ne ji heriftina (hilweşîna) nîzama dij bi Kurd û Kurdistanê derdikeve…

Ev Tirkiye û İranê ku ev 500 sal e Kurdistanê dagîr kirine, milletê Kurd di bin nîrê koletiya xwe da girtine û her û her dixwazin vê serdestiya xwe berdewam bikin, çiqas hegemonyaya heremî da dijî hev jî bin, li ser berdewamiya koletiya Kurd û Kurdistanê da dighijin hev, armancên wan ê mişterek; dijminatiya Kurd û Kurdistanê ye…

Tehdîda herî mezin li ser Kurdistanê siyasetên van her du dewleta nin. Li hember tehdîdên wan di destê Kurdan de çekek tenê heye ew jî; qabiliyet û kapasiteya yekitiya sîyasî, askerî, azadiya ekonomîk a Kurdistanê ye. Di gel vê faktora esasî ya daxilî, di asta navneteweyî da Amerîka, dewletên girîng yên Ewrupa û Rusya; di asta heremî da İsraîl, Suudî, Urdun û hin dewletên kendawê û yên din jî dikarin bibin teminata Kurdistana serbixwel…

Bêguman eger prosesa serxwebûnê bi Hikûmeta Baxdayê ra bi hawakî lihevkirin û diyalog bighije encamekî, dikare riya mudaxeleyên heremî jî minimalîze bike û rê li ber tehdîdan bigre, bi hesanî piştgiriya dinyayê werbigre… Her wuha gihiştina serxwebûna Başûr bi lihevkirina Hikûmeta navendî ya Iraqê ra ji bo parçeyên mayîn ên Kurdistanê û Rojhilatanavîn ra dê bibe emsaleke baş pozîtîv. Di vî warî da helwest û stratejiya Serokatiya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê , YNK, PDK û partiyên din helwestek hêja ye.

Kurdistana serbixwe ku bi piştevaniya Amerîka, Ewrupa û dewletên heremî ku me navê wan li jor dîyarkiribû dikare li hember tehdit û midaxaleyên Tirkiye û İranê xwe bigre yan na?

Di vir da tiştê herî girîng ev e, gelo ev her du dewlet ku dijatiya Kurd û Kurdistanê ji xwe ra kirine esas ji vê nexwaşiyê bêderman rizgar bibin, ( hetta hetta wundakirina parçeyên Kurdistanê ku di bin dagirkeriya wan da ne bidin ber çav) bibin cîranên baş bo Kurdistana Serbixwe ya na?!

Dema em dibêjin doza Kurdistanê naşibê tu dozekî neteweyî li cîhanê qesda me ew e ku doza Kurdistanê yekser tesir li dewletên Tirkiye, Iran, Iraq û Suriye û dost û hevalbendên wan  dike. Ji ber vê naveroka xwe ya kompleks doza Kurd û Kurdistanê çiqas dozekî lokal (heremî) jî be hewqas jî xwedî karakterek navneteweyî ye.

Ji ber vê naveroka xwe kompleks, doza Kurdistanê hemû dinyayê alaqadar dike!

Di salên piştî Şerê Cihanê ya Yekemîn de (di salên 1920 qn de) doza serxwebûna Kurdistanê dewletên mezin yên dinyayê ji ber berjewendiyên wan yên heremî û navneteweyî xistibû nav tereddut û tirsek mezin. Her çend îro hin îşaretên baş û pozitif hebin jî, gelo dewletên mezin û giring yên dinyayê dikarin bidin ber çavên xwe, risk bigrin barekî wuha giran (li hember Tirkiye, Iran, Iraq, Suriye û dost û hevalbendên wan bisekinin) hilgirin yan na?! Bi kurtebirî demek nêzîk da emê bibinin ka dinya dê dîsa bibe şirîkê siyaseten dij bi Kurd a Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriye yan na!

Berpirsê Pêywendiyên Derva ya Hikûmeta Herema Kurdistanê birêz Felah Mustafa 3 roj berê got, ‘’Me li derheqa referanduma serxwebûna Kurdistanê da dîplomatên dewletên ku li Hewlêrê nûnertiya wan hene, agahdar kir, hemûyan gotin, ‘’emê dewletên xwe agahdar bikin ev kar karekî ya we daxiliye, milletê we bi çi rengî biryar bide, emê rêzê lê bigrin…’’

Wateya vê gotinê bi zimanê dîplomatîk de ev e; ger Kurdistan bi rêyên meşru ber bi serxwebûnê gava biavêje, em li hember nasekinin û piştgirîyê lê bikin…

Roja îro Kurdistana Başûr zêde rêkûpêk nebe jî yekitiya xwe ya siyasî pêkanîye, biryara referanduma serxwebûnê daye.

Emê tev da bibînin ew milletê ku mezintirîn milletê dinyayê ya ku bêdewlet e, ev 200 salin ji bo serxwebûn û azadiya xwe têdikoşe, li parçekî welatê xwe da bighije serxwebûna xwe yan na? Di vê meşa xwe da alîkari û dostaniya dinyayê bistîne yan dîsa bê xwedî bimîne, ixaneta dinyayê ra şahidî bike? Iro kadroyên ku pêşengiya gava serxwebûnê dikin, milletê Kurd û dostên wan li benda bersiva vê pirsê ne!...

Kurdên hemû dinyayê û herkesek xwedî wijdan divê piştgir û alîgirê îradeya serxwebûna Kurdistana Başûr bin, ji ber ku ev gava pîroz û dîrokî dê bibe temînata pêşeroja vê milletê mazlum û maxrur li hemû cîhanê!…