Roja Qederê!

Kurd24

Abit Gûrses

25’ê Ilona 2017 roja Referanduma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye!

Bi hezar carî li gelê Kurdistanê pîroz be!

Milletê me li Başûrê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe, pêşeroja xwe, qedera xwe dê bi xwe biryarê bide!

Ev roj ne bi tenê ji bo Başûr, her wuha ji bo hemû Kurdên Cîhanê rojekî tarîxî û gring e!

Milletê me di tarîxa xwe da cara pêşî bi îrada xwe azad, di rewşekî azad da, ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr dê biryarek tarîxî û girîng bide.

Her Kurdek û Kurdistaniyek li ku derê dinyayê da be bila bibe, divê mil bide, pişt bide gava serxwebûna pîroz!

Bêguman pêkanîna referanduma serxwebûnê ne îlankirina dewleta serbixwe ye, lê belê tesîra encamek baş, bi hêz ya referandumê ji îlankirina serxwebûnê ne kêmtir e!

Biryara îlankirina serxwebûna Dewleta Kurdistanê, dê destê Serokatiya Kurdistana Başûr, Hikûmeta Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, hêzên esasî yên siyasî da be, dê ev îradeya gel di dema herî guncaw de bê cîbicîh kirin.

Milletê Kurd li hemû dinyayê cara pêşî li parçeyeke Kurdistanê da bighîje serxwebûnê, bibe xwedî dewlet, xwedî hêlîneke ewle û aram…

Bêguman dewletên wek Tirkiye, İran, Iraq, Suriye û hevalbendên wan dê dijî serxwebûnê bisekinin. Ji xwe ji niha da, beyanên wan, daxwuyaniyên wan dîyar e.

Serkeftina gava serxwebûna Başûr, bi yekîtî, hevgirtin û hewkariya hêzên Kurdistana Başûr û her sê parçeyên mayîn ên Kurdistanê va girêdayî ye…

Piranîya mezin partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên diaspora dane xwuyakirin ku piştgiriya prosesa serxwebûnê bikin.

Li Başûr, Gorran û Komel bi mahaneya hin tiştên formel -wek milletê Kurd li wan bendê ye- mixabin di vê prosese de cîhê xwe hîn jî negirtine! Hêvî û bendewariya her Kurdekî/ê dilsoz ew e ku, ev rêxistin jî helwestek pozitif bigrin, di kerwana serxwebûnê da cîhê xwe pêwist bigrin.

Dewletên Rojhilatanavîn ku li beramber serxwebûna Kurdistanê helwestên pozitif deynin İsrail, Suudi, Urdun û belkî hin dewletên kendavê bin…

Di asta navneteweyî da helwesta herî girîng, helwesta Amerika ye. Her wuha helwestên welatên Ewrupî û Rusya jî gellek girîng in.

Dewletên mezin îro ji bo dema referandumê her çend bêjin ‘’wext ne guncaw e’’jî, di neticeyê da ev biryar biryara milletê Kurdistana Başûr, dam û dezgehên Kurdistanê û hêzên siyasî meşru yên Kurdistanê ne.

Kurdên Cîhanê jî di vê prosese da dikarin rolek pozîtîf bileyîzin. Bila dinya alem bizanibe ku milletê Kurd bi avayek xurt, bi avayek bi hêz, piştgiriya pêvajoya serxwebûna Başûr dike.

Barê xwûşk û birayên me Başûr gellek giran e!

Di vê pêvajoya çarenûs da, divê hemû Kurdên dinyayê û dostên milletê Kurd mil bidin, pişt bidin pêvajoya (prosesa) serxwebûna Kurdistana Başûr.

Roja îro tava Kurd û Kurdistanê ji başûr hil tê!

25’ê Ilonê ji bo hemû Kurd û Kurdistaniyan roja qederê ye!

Divê her Kurdek beje,

Kurdistan welatê me ye!

Serxwebûn û dewletbûn mafê me ye!