PKK, Rojavayê Kurdistanê Dagirkiriye Û Îradeya Gel Xesip Kiriye, Divê Ji Wir Derkeve

Kurd24

Li Sûriyeyê ji berê de û bi taybetî jî piştî ku Partiya Baasê encama darbeyeke leşkerî li Suriyeyê bû desthilatdar û dîktatoriya xwe ava kir, du mijar her dem girîng bûn. Mijarek, li Sûriyeyê meselaya demokrasiyê bû. Mijarek jî, pirsa milî ya Kurdistanê bû. Dema ku di sala 2011an de serhildana siwîl li Suriyeyê li Bajarê Deraaye derket holê û ew pêvajoya ber bi şerê hundir jî çû û heta îro jî ev du mijaran, du mijarên girîng û stratejîk in.

Di vê qonaxê de dema li ser mijara Suriyeyê bê qise kirin, mijara neteweya kurd û pirsa Kurdistanê derdikeve pêş û her dem jî di rojevê de ye. Hatina Emerîkayê Rojavayê Kurdistanê mijarê Rojavayê Kurdistanê girîngtir kir. Bi taybetî jî di van rojên dawî de plana Dewleta Tirk ya îşgalkirina Rojavayê Kurdistanê, mijara Rojavayê Kurdistanê girîngtir kir.

Mijara Rojavayê Kurdistanê xwediyê gelek pirsgirêkan e. Rewşa Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê, pêwendiyên rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, tevliheviya li Rojavayê Kurdistanê, pêwendiyên Tevgera Rojavayê Kurdistanê bi hêzên navneteweyî û herêmê re bi serê xwe pirsgirêkên girîng in.

Lê ji serî de û bi deh salan e ku li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka mezin, poirsgirêka PKKê ye. Ev pirsgirêka bûye sedem ku îradeya milî û siyasî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê xesip bibe. Li Rojavayê Kurdistanê di derveyî berjewendiya neteya kurd hesap û plan bên rojevê, midaxeleyê derve pêk bên, ji derveyî hêz û şertên neteweya me ya kurd helwest derkevin holê.

Divê ku li Rojavayê Kurdistanê ev mijara bibe mijara sereke û çareser bibe. Di derbarê vê mijara xeter de helwestekî hevbeş û milî û li berjewendiya neteweya kurd derkeve holê.

Ez bi salan e ku li ser vê mijarê dinivîsînim. Hezar mixabin li Rojavayê Kurdistanê bi xwe ev mijara vekirî û bi awayekî zelal nehat rojeva tevgera milî. Lê di van rojên dawî de berpirsiyarekî ENKSê gelek vekirî û zelal ev pirsa anî holê. Divê her kurdek, her partiyeke Kurdistanê, bi taybetî jî rêxistinên Kurdistanê li ser mijarê rawestin, dengên xwe bikin yek, îradeya neteweya me ji xesipkirina PKKê xelas bikin, xeteriyên girêdayî PKKê rûdane û dê rûbidin ji holê rakin, xwediyê helwesteke xûrt bin.

Ez jî dixwazim carek din li ser ev mijara stratejîk rawestim.

HER BEŞEKE KURDISTANÊ XWEDİYE ÎRADEYA SERBIXWE YA MILÎ YE Û EV ÎRADEYA BI RÊXISTINÊN HER PARÇEYEKÊ TEMSÎL KIRIN…

Kurdistan,bi destên zorê yên dewletên kolonyalîst hatiye parçe kirin. Loma jî neteweya kurd, bi çar navendan re girêdayî ye. Gor wan çar navendan tevdigere. Loma jî, neteweya kurd ji bona ku dewleta xwe ava bike, mafê çarenivîsiya xwe qezenç bike, li her parçeyekê xebata milî ya serxwebûna kurdistanê meşand û nûha jî dimeşîne.

Her parçeyeke Kurdistanê xwediyê îradeyeke serbixwe ye. Ew jî li her parçeyeke Kurdistanê bi rêxistinan tên temsîl kirin.

Divê ku rêxistinên her parçeyekê, ji îradeya milî ya her parçeyeke Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanên re rêzdar be. Midaxeleyî hevûdu û îradeya her parçeyekê nekin. Ji derveyî parçeyên xwe li parçeyên din xwe bi rêxistin nekin.

Lê PKKê girêdayî mîsyona xwe ya ku tevgera milî ya Kurdistanê û rêxistin û hêzên milî yên Kurdistanê tasfiye bike  her dem di nav hewildeneke xeter de bû. PKKê dixwaze ku li hemû beşên Kurdistanê xwe rêxistin bike û girêdayî xwe rêxistinan ava bike. Li her parçeyeke Kurdistanê desthilatdar be û ew desthilatdariya xwe bi rejîmeke dîktatorî bimeşîne.

PKK LI SER NAVÊ KURDAN RÊXISTINEKE BI DESTÊ DEWLETA KOLONYALÎST HATIYE AVA KIRIN Û BI ZÎHNIYETEKE HEGEMONÎK Û DÎKTATORÎ MIDAXELEYÎ ÎRADEYA MILÎ YA HER BEŞEKÊ DIKE. LI ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ JÎ IRADEYA NETEWEYA KURD YA LIKÎ XESIP KIRIYE Û DAGIRKIRYE…

PKKê projeya dewletên kolonyalîst e. Ji bona ku Neteweya kurd ji armanca dewletavakirinê dur bixwe, rêxistin û hêzên neteweyî yên Kurdistanê ava bike hatiye ava kirin.

PKKê ji bona ku li hemû parçeyên Kurdistanê ev mîsyona xwe pêk bîne, hewil dide ku li hemû beşên Kurdistanê hegemonyaya xwe, desthiltarî û dîktatoriuya xwe ava bike.

Ji bona ku di ev armanca xwe de serkeftî û encam girtî be, bi dewletên kolonyalîst re tevdigere. Li hemû parçeyên Kurdistanê ji bona ku îradeya neteweya me xesip bike,  dixwaze gelê me raste rast li her parçeyê rêxistin bike û ji bona vê jî rêxistinên girêdayî xwe bi piştgiriya dewletên kolonyalîst ava bike.

Wek tê zanîn PKK, piştî ku bi Rejîma Baasê ya Suriyeyê re pêwendî çêkir (Piştî salên 80yî) û gor stratejiya wan tevgeriya. Li dijî rêxistinên Kurdistanê, serok û endam û berpirsiyarên partiyan dijitiyeke pir xirab meşand. Ji bona tafiyekirine rêxistinên Kurdistanê bi rejîma Baasê kar kir. Loma rêxistin û serok û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê xwest ku bêrûmet bike. Loma ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi îzina Rejîma Sûriyeyê li derûdoran û li çiyayên Bakûrê Kurdistanê bi awayekî kîtlewî da kûştin.

Her çiqas di Sibata sala 1999an de Ocalan ji Sûriyeyê derket hat Tirkiyeyê jî, pêwendiyên PKKê û Sûriyeyê domand. Sûriye, di sala 2003an de PYD ava kir. Dema navê wê analîz bibe, bi hêsanî tê dîtin ku di navê wê de “Kurd” û “Kurdistan” tune ye. Lewra wek partiyeke Sûriyeyê hat ava kirin.

Li Sûriyeyê dema ku  di sala 2011an de serhildanên siwîl hatin li dar xistin, PKK/PYD stratejiya xwe, gorî ku Rejîma Baasê nayê rûxandin tespît kir. Gor wê li mixalefetê û li tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê mêze kir.

Rejîma Baasê, dema ku dît kurdan nikare bike hêza xwe, wê demê stratejiyeke nû meşand. Ji bona ku Rojavayê Kurdistanê bigre bin kontrolê û bi mixalefeta giştî ya ereb re yekîtî çê nebe, PYDê çekdar kir û desthiladariya xwe ya leşkerî bi PKK/PYDê re parve kir.

PKK/PYDê li Kurdistanê û li Helebê wezîfeya xwe gelek baş anî cî. Li Kurdistanê sîstemeke zûlmê û dîktatoriyeke tarî û tirsê ava kir.

Rejîma Suriyeyê piştî ku Rûsya û Îran gazî kir, PKK/PYD bi sê dewletan re xebat kir, xizmetî sê dewletan kir.

Di hemandem de xwest ku bi dewleta Tirk re jî pêwendiyên xwe pêk bîne. Ji bona vê gelek caran Selah Muslum hat Tirkiyeyê. Ji bona ku eleqe xwe ya PKKê neqetandin ku nedikarî biqetîne, eleqeya wan çê nebû.

Di sala 2015an de ji bona PKK/PYD derfeteke nû derket. Ew jî ew bû ku Emerîka li leşkeran digerî ku bi DAEŞê şer bikin, li Reqayê û li Dêre Zıor” operasyona pêk bînin. Wê demê Emerıka bi PKK/PYDê re danûstandin kir. Bi her awayî jê re alîkarî kir. PKK/PYD ji Rejîmna Sûriyeyê û Îran û Rûsyayê durket. Ew, ji bona wan darebeyek bû. Lê wan her demê xwest ku PKK/PYD ji nûve bikin ximetkarên xwe. Lê Emerîka ji bona mezintir dewlet bû û PKKê jî dixest ji bona xwe hukumdariyekê ava bike, bi awayekî heanedaneke Apoîst ava bike, bi Emerîkayê re danûstandin domand.

Lê ev siyaset û stratejiya PKK/PYD li Efrînê darbeyeke mezin xwar. Di hemandem de PKK/PYD bû sedem ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk de bê dagir kirin.

Di van rojên dawî de biryara Emerîkayê ji bona PKK/PYD bû hem darebeyeke mezin û hem jî bû îflasa siyaseta wan.

PKK/PYD nûha jî dixwaze ku jinûve bikeve bin xizmeta Rejîma Sûriyeyê li hemberî êriş û operasyona Dewleta Tirk.

Dema vê yekê dike, ji Rejîma Suriyeyê re dibêje were axa xwe biparêze. Dixwaze Rejîma Baasê  li Rojavayê Kurdistanê bandor xurttir bike.

Di encamê de rewş û statuya Suriyeyê vedigere beriya 2011an.

PKK/PYD bi ev siyaseta xwe dixwaze Rojavayê Kurdistanê bike qada şerê Dewletan. Dewleta Tirk û Sûriye û Rûsya û Îranê.

Hîç şik tuıne ye ku ev siyaseta wan dê zerara bide neteweya kurd û Kurdistanê.

PLAN Û LÎSTIKA PKK/PYD DI DERBARÊ YEKÎTIYÊ DE…

PKK/PYD,  nûha ji bona ku hewcedarî hemû kurdan û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ne mdi nav manewreyeke nû de ye. Dibêje me îzin daye ku hemû partiyên Kurdistanê buroyên xwe vekin û xebata xwe ya siaysî bi azadî bimeşînin.

Ev manewra û taktîka siyasî ya nû PKK/PYD divê nebe sedem ku mijara sereke û stratejîk rêxistinên Kurdistanê nede ber çav.

PKK/PYD dixwaze dîktayoriya baasê li ser navê xwe bimeşîne. Di siyaseta PYDê de PKK DESTHİLATDAR û hukumdar e. Loma jî PKK yanî PYD hiç wextekî yekîtiya neteweya kurd û kurdperweran naxwaze. Dewletan, ji bona ku yekîtiya kurdan xerab bikin PKK ava kirin. PKK dixwaze hemû rêxistinên Kurdistan ne bes li Rojavayê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê ji holê rake û tasfiye bike. Heger nikare tasfiye bike divê wan bixe bin desthilatdarî û xizmeta xwe. Dê çewa qebûl bike ku Pêşmergeyên Roj li ser navê ENKSê tevbigere? Divê bîra her kurdekî ku PKK/PYD peymane Hewlêr û Duhokê binpê kir. Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê xeyal nekin ku dê bikarin PKK/PYDê re tifaq û yekîtî çê bikin.

Berpirsiyarê ENKS xerabiyên PKK/PYD tîne ser zimên. Ez naxwazim li wan tiştekî zêde bikim.

Serokê Nûneratiya ENKSê li herêma Kurdistanê Nûrî Birîmo dibêje:  “7 sal in PYD bi awayekî dîktatorî herêmên Kurdî birêve dibe. Nakokî ne tenê girtina nivîsgehan û girtina endamên partiyên ENKSê ne, li Efrîn û Kobanê siyasetkirin qedexe bû, PYDê bawerî nehîştiye û kesin di nava wê de hene bi zimanê xiyanetiyê diaxivin.

“Berî destpêşxeriya KNK û PYDê, destpêşxeriya ENKSê ya derbaskirina Pêşmergeyên Rojava hebû, PYDê ew destpêşxerî têk bir û got heger Pêşmerge werin, emê wan efû bikin û bila tek bi tek werin û cilên me lixwe bikin û silogan û durişmên me hilgirin. Heger PYD Pêşmerge û hevbeşiyê red dike, dê çi qebûl bike. Nakokiya me û PYDê ew e, ku projeya me netewî û Kurdî ye, lê ew dibêje ew Sûrî ne.

“Ew destpêşxerî bi serperiştiya Amerîka bû û Amerîka Pêşmergeyên Roj bi xwe birin bajarokê Rimêlanê û bi PYDê re civiyan, lê PYDê destpêşxeriya ENKS û Amerîka û ya Herêma Kurdistanê red kir.

“Serkirdeyên rêza yekem ji ENKS û PYD dikarin bi hev re rûnin û xalên rêkeftina Dihokê wek derbasbûna Pêşmergeyên Rojava û ligel YPGê desteyeke leşkerî ava bikin û herwiha desteyeke siyasî û desteyeke îdarî jî bo Rojavayê Kurdistanê ava bikin.

“Berî du salan Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî em û PYD/TEV-DEM li Herêma Kuridstanê em ser maseyekê civandin û me bixwe lihev kir û cenabê wî jî ew yek gihande Amerîkiyan, lê PYDê di piştre pabendî wê lihevkirinê nebû, niha KNK û ev kesên serbixwe dê çawa bikarin PYD pabendî tiştekî bikin.” (Kurdistan24)

PKK, ÎRADEYA GELÊ ME YÊ ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ XESIP KIRIYE Û DAGIRKIRIYE Û BÛYE SEDEMA XETERIYÊN MEZIN: DIVÊ JI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DERKEVE…

PKK, projeya dewleta Tirk e. Li hemberî Tevgera Bakûrê Kurdistanê hat ava kirin. Roja ava bû, ji bona berjewendaiya dewleta Kolonyalîst ya Tirk, wezîfeya xwe baş pêk anî. Hîn jî ew wezîfeya xwe li Bakûrê Kurdistanê didomîne.

PKK, pişt re ket bin xizmeta Dewleta Suriyeyê, Iraqê û Îranê. Li dijî tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê xebat û şer kir.

PKK, piştî sala 1979an çû li Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê cîwar bû. Li Suriyeyê ket bin xizmeta Dewleta Suriyeyê. Li hemberî Tevgera milî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê xebat kir. Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û serokên wan ji bona ku bêrumet bike, bi mûxabereta Suriyeyê re xebat kir.

Berpirsiyarê ENKS dibêje:  “Heta PKK li Rojavayê Kurdistanê be em aramiyê nabînin.”

Ev tespîta berpirsiyarê ENKS gelek girîng e. Divê her kurdek û rêxistineke Kurdistanê vê tespîtê girîng û cidî bigre dest û jê re çareserî bibîne.

Ev daxuyaniya berpirsiyarên ENKS di telewîzyon û malpera Kurdistan24an de hat weşandin. Wusa ye: “Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Hesen dibêje, heta PKK li Rojavayê Kurdistanê be em aramiyê nabînin û dê Tirkiye berdewam be li ser gefên xwe. Herwiha got: “Em bi rêya welatên cîhanê hewl didin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin qurbanî siyaseta PYD û PKKê.

 “Her karek li hemberî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bê kirin, bi razîbûna civaka navdewletî û Tirkiyê ye, lewma niha behsa wê yekê tê kirin ku rêjîma Sûriyê cihê Amerîka bigre li Sûriyê û pêwendiya Tirkiyê jî zêdetir bi sînorê wê heye ku ew jî Rojavayê Kurdistanê ye, lewma jî gefên Tirkiyê pir ciddî ne ji ber ku heta şûnwarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hebin dê Tirkiye berdewam be li ser gef û êrîşên xwe, lewma jî pêwîst e PYD xwe bike hizbekî Rojavayê Kurdistanê û xwe ji PKKê dûr bike û rêkeftinê li partiyên Rojavayê Kurdistanê û ENKSê bike, da ku civaka navdewletî Tirkiyê razî bike ku êrîş neke ser Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku eger rewş wisa bimîne pir zehmet e ku Tirkiye ji gefên xwe paşvekişe.”

“Metirsiyeke ciddî li ser Rojavayê Kurdistanê heye, lewma jî em wek ENKSê ligel welatên navçeyê û welatên mezin hewl didin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin qurbanî û mertal ji PKK û PYDê re, lewma jî beriya çend rojan şandeke me serdana Rûsya kir û şandek jî li Erebistana Siûdiyê bû, ji bo ku xelkê |Rojava nebin qurbanî û bi rêya dîplomatîk ew pirs çareser bibe.”

 “Pêwîst e hemû alî guvaşê li PYDê bikin ji bo ku li xwe vegere û êdî xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin siyaseta wan a şaş.” (Rojevakurd)

Ez di encamê de dibêjim ku PKK, îradeya Rojavayê Kurdistanê xesip kiriye û dagirkiriye, divê ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Amed, 11. 01. 2019