Hukimeta bihêz çawa çêdibe?

Kurd24

Li bîra me ye ku li pêş helbijartinên parlemana Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û PDK dûrişmê "bo Kurdistaneka bihêz, hukmeteka bihêz" bilind kirin ! Bêguman bilindkirina evî dûrişmî ne jixweber û hestîyarî bû. Wateyeka wê ya girîng hebû. Ji ber pêdivîya encama serbora 26 salên şeraketa Hukmetên Koalisyonî ev durişme hate pêş. Gelek normal  e ku xwendina hemî kesî ne wekî hevdu bin. Xwendina min jî dibe ku ne wekî xwendina gelek kes û alîyan be. Heta dibe ku ne wekî xwendina ti kesî be.

Ez evê dûrişmê weha naxwînim herwekî Hukmeta bihêz, di şeraketa Partî û Yekîtî de be. Ango Hukmeteka bihêz, yanî beşdarîya hemî alîyan di Hukmetê de. Yanî Sifir Opozîsyon ! Di eslê xwe de eve ye ya şaş û ne durust. Yanî "sifir opozîsyon".  Yanî şirîkatîya mutlaq! Emê wa bikin da xelk bêjin "siheta we xweş" ! Eve ne karekî aqlane ye. Eve ne bîrkirin û ramaneka sêyasî ye. Eve tenha hizreka hestîyarî û demkî ye.

Li welatên hemî cîhana pêşkeftî Desthilatdarî û Opozîsyon jî hene û divê li Kurdistanê jî hebe. Serbora me ya ji 1993 yê û heta niha ispat kir ku ev hizirkirin ne aqlane ye û sernekeftî ye. Jixwe di siyaset û rêvebirina dewletbûnê de cihê pêngav û helwestên hestîyar û dûr ji aqil nîne. Eve ne ez dibêjim. Praktîk û serbora şirîkatîya ji 1993 yê û heta niha evê rastîyê bo me ispat kiriye. YNK şirîkê me yê rasteqîne ye û heta niha rêzê li şirîkatîya xwe û Hukmeta Herêma Kurdistanê nagire û Hukmeteka din li Silêmanîyê avakirî ye ! Ma her ne ew YNK û Goran û Komel û Yekgirtû bûn ku hewla Kodeta (înqilab ê) li Parleman kirin! Ma ne her ew şirîk bûn ku di serdema Qeyrana aborî û şerê DAIŞê de bi heyva li dijî PDK û Hukmeta Kurdistanê mitîng li Silêmanîyê encam dan, agir berdan mal û xanîyên xelkê û meqerên Partî û mîrî û xûn rijandin! Li şûna ku şerê DAIŞê bikin, ewan şerê Kurda kirin! Ma ne her ew şirîkên "resen" bûn ku dijayetîya Referandûma Serbixwebûna Kurdistanê kirin û bi dûv de jî xiyaneta herî mezina neteweyî ya 16 Octoberê encam dan û ji Kerkûkê heta Zomar û şingal nîva axa Kurdistanê radestî dagîrkeran kirin!?

Di evê çarçovê de heger em vegerin encamên helbijartinên parlemanê Kurdistanê, pêdivîye PDK bi tenê bikaribe û dikare Hukmetê dabimezrîne. Bê ku ti alîyên sîyasî xwe li ser bisepîne. Ew partîya sîyasî ku ji %45 ê deng û kursîyan bîne ewê şîyan jî û maf jî heye ku bi serê xwe Hukmetê dabimezrîne. Belê mixabin eve 4 meh di ser helbijartinan de derbas bû û hêşta Hukmeta Herêma Kurdistanê ne wekî Partî û ne jî bi şirîkatî nehatîyê damezrandin. Nehatî damezrandin, jiber ku ew şirîkên navbirî wekî Kurd bi berpirsîyane reftar nakin û berovajî, partî bi du îdareyî û bi şerê navxweyî û bi rûdanên mitîng û qeyranên sîyasî û civakî tehdît dikin...! Wate, pirsgirêk ne di "şirîkatîya rasteqîne da ye, pirsgirêk ne di şirîkatî û neşirîkatîyê de ye. Pirsgirêk di eqlîyetê de ye. Pirsgirêk di Kurdbûn û durustbûnê de ye. Heger ew hêz û partîyên navbirî, wate Yekîtî, Goran û hemî alîyên din bi berpirsîyarîyek Kurd û Kurdistanî reftar bikin û bibin xwedan hest û helwesteka neteweyî, hingê dê bikaribin Hukmeteka bi hêz jî ava bikin. Ango bi gotineka klasîk, heger berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bixin pêş berjewendî yên berteng, wê demê ew bibin şirîkê Hukmetê jî yan bibin opozîsyon jî, dê Hukmeteka bi hêz û bi şîyan bête avakirin ku bibe cihê piştrastî û hêvîya hemî Kurda.

03.02.2019