Serokwezîrê Iraqê Xwediyê Maf Nîne Ku Li Hemberî Îradeya Miletê Kurd Raweste

Kurd24

Îbrahîm Guçlu

Dewleta Federal ya Iraqê bersîva hewcedariya miletê Kurd neda. Li Dewleta Federal ya Iraqê erebçitî û nîjadperestiya erebî her dem xwest ku desthilatdar be. Ji aliyê din de Dewleta Federal ya Iraqê wek dewleteke federal bi awayekî demokratîk tev negeriya. Loma jî serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, demek dirêj e ku pêşniyar dike ku li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bibe.

Heger dewleta kurdistanê ava bibe û dewleta Iraqê ve li hevdû kirin, herdu dewlet dikarin bi hev re dewleteke konfederal ava bikin Hîç şik tune bû ku Serokê Kurdistanê, ji bona ku pêwendiyên kurdan û ereban xwerab nebe, dewleta konfederal pêşniyar dike. Serokê nexwazê ku çareser3ı bi şer çê bibe. Ji bona vê jî demeke dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê, referandûm di rojevê de ye.

Hezar mixabin ji bona ku di navbeyna partiyên Kurdistanê de lihevkirineke li ser dewleta serbixwe tune bû, loma li Başûrê Kurdistanê biryara referandûmê girtin mimkûn nebû. Bi taybetî jî dema ku dewletên kolonyalîst bi rêya partiyên Kurdistanê ji bona ku dixwestin ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin, biryara referandûmê girtin dereng ket. Heta dem dem referandûn kete xeteriyê jî.. Êrîşa DAEŞê jî bû sedem ku pêşiya pêvajoya dewleta serbixwe ya Kurdistanê û ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî referandûm, derneg xist. Vê yekê jî him li hûndirê Başûrê Kurdistanê û him jî li dervayî welêt ji bona dijminên dewleta serbixwe ya Kurdistanê derfet çêkir û zêdetir kir ku dijminên Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bûn xwediyê mabesteke gelek xerab.

Gelek kêfxweşî diyar bikim ku bi biryara PDK û YNKê ya di derbarê referandûmê de, rê vekir û karê serokê Kurdistanê siviktir û hêsantir kir. Dijminên dewleta serbixwe ya Kurdistanê şikest xwarin. PDKê û YNKê, du partiyên aktor û xwediyê mîsyona dîrokî ne ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kiribûn, biryar dan ku ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûm çê bibe. Herdu partiyan biryara xwe pêşkêşî partiyên din yên Kurdistanê kirin.

Ji dervayî GORANê hemû partiyan, ev biryara du partiyan kirin biryara xwe ya hevbeş/mişterek. Bi vê yekê jî pêyweriyên xwe yên dîrokî jî bi cîh anîn. Hemû partiyan biryar dan ku şandeyeke hevbeş ava bikin, ev şandeya di derbarê referandûmê de di serî de bi hikûmeta federal re danûstandin bike. Pişt re jî bi dewletên cîran re danûstandin bike.

Şandeya Kurdistanê beriya vê demekê bi Hikûmeta Federal ya Iraqê û serokwezîr re danûstandin kir. Armancên xwe ji wan re diyar kirin, di derbarê referandûmê û pêvajoya referandûmê de û encama referandûmê yên tahminî pêşkêşî wan kir. Piştî wan danûstandinan serok wezîrê Dewleta Federal ya Iraqê daxuyaniyek da. Bi daxuyaniya xwe dijititiya xwe li hemberî referandûma Dewleta Serbixwe ya Kurdiistanê û dewletbûna kurdan bi awayekî gelek hostatî û oportunîzmî nîşan da. Serok wezir got ku:

  • Em li Kurdistanê li dijî referandûmê nîn in. Lê wexta referandûmê nîn e. Lewra hîn li Iraqê li hemberî DEAŞê şer heye. Heta ku şer nayê rawestandin divê referandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî û referandûma Kerkûkê jî nayê li dar xistin.
  • Li ser encama referandûmê tiştekî nabêje. Lê ji daxuyaniya wî derdikeve holê ku heger di referandûmê de ji bona Kurdistana serbixwe “erê” derkeve ewê li dij derkevin. Heman helwest ji bona Kerkukê jî xuya dike. Lewra gor anayasayê diviya bû ku Meclîs û Hikûmeta Federal ya Iraqê di sala 2007an de referandûm çê bikirina. Lê çê nekirin.

Mafê kurdan bi xwe heye ye ku ji bona Kerkukê referandûmê li dar bixe. Lê vê yekê jî napejirînine. Daxuyanî û nerînên serokwezîrê Dewleta federal ya Iraqê mûdaxeleke gelek vekirî ye ji îradeya miletê kurd re.

Miletê kurd, li Rojhelata Navîn miletekî qedîm e. Bi serhejmar piştî miletê ereb, miletê duyemîn e. Serhejmara kurdan nêzikî 50 mîlyonî ye. Nasyonalîzma miletê kurd di sedala 17an de dest pêkiriye. Heger li esera Ehmedê Xanî Mem û Zînê bê mêzekirin, li wir gelek bi rehetî tê tespît kirin ku nasyonalîzma kurdî zû dest pê kiriye. Miletê kurd, gelek şaristanî/medeniyet û dewletên mezin avakirine, hezar mixabin ev dewlet û medeniyetên bi destên kurdan hatine ava kirin, ji aliyê dagirkeran û talanciyan û barbaran de hatine xera kirin.

Piştî ku bi Şoreşa Fransayê pêvajoya avakirina dewletên milî dest pê kir, kurdan jî, ji bona ku dewleta xwe ya milî ava bike, di bin pêşengiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî de di sala 1880yî de tevgereke milî û serîhildaneke civakî pêk anî. Hezar mixabin ev tevgera milî şikest xwar. Ev tevgera milî ya miletê kurd di çarçeweya du împeratoriyan de, Împeratoriya Osmanî û Îranî de domand. Lewra Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesri Şirînê bibû du perçayan. Lê rewşa Kurdistanê bi du parçeyan jî stabilîze nebû.

Piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn Împeratoritya Osmanî hat hilweşandin. Kurdistan jî encama Peymana Lozanê bû çar parçe yî. Kurdistanê statuya xwe ya nîv-otonom wenda kir. Kurdistan ket bin bandora çar dewletên nîjadperest û kolonyalîst. Kurdistan bû welatekî kolonî û dagirkirî. Hemû mafê miletê kurd hatin qedexe kirin û xesip kirin. Miletê kurd ji bona ku serbixwe û azad bibe ranewestiya. Tevgera xwe ya milî xûrt kir. Mecbûr bû ku li hemû beşên Kurdistanê serîhildanên milî yên girseyî pêk bînin. Li her beşekî Kurdistanê tevgera milî û serbixwe û azadiyê di mecrayên cûda de meşiyan.

Li Başûrê Kurdistanê jî tevgera milî ya Kurdistanê qet ranewestiya. Di despêka sedsalan 20an de li hemberî Împeratoriya Osmanî di bin pêşengiya Şêx Ebdûlselam Barzanî de tevgera milî ya hatibû meşandin, piştî ku Başûrê Kurdistanê ket bin bandora Dewleta Iraqê jî, şerê milî ya kurdan di pêşengiya Barzaniyan û Şêx Mehmûd Barzanî de hat meşandin. Şêx Mehmûd li Kurdistanê melîkiyet îlan kir. Bi xwe jî bû melîk. Hezar mixabin temenê melîkiyeta kurdan dirêj nebû. Hat hilweşandin. Şêx Mehmud jî sirgunî Hîndistanê bû. Lê di sala 1958an de Iraq mecbûr bû ku makezagoneke nû çê bike. Makezagona nû ya Iraqê pejirand ku li Iraqê du miletê bingehî hene. Divê ku Kurdistan jî otonom be. Lê desthilatdariya navendî ev makezagona cî bi cî nekir. Loma jî Şoreşa Milî ya îlonê (1961) dest pê kir. Şoreşa milî ya Başûrê Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de bi Otonomiya Kurdistanê encam da. Miletê kurd, qedere xwe bi çek û pêşmergetî tayîn û tespît kir. Hezar mixabin girêdayî statuya Kerkukê di sala 1974an de şer dest pê kir. Bi têkçûna Otonomiya Kurdistanê vî şerî encam da.

Lê li Başûrê Kurdistanê şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê domand. Ji bona ku Iraqeke demokrat û Kurdistaneke otonom xebeteke bê hempa hat meşandin. Piştî şerê Kendavê (Korfezê) yê 1emîn beşekî Başûrê Kurdistanê di destpêkê de azad bû û pişt re jî bû herêmeke federel. Kurdan di vê merheleyê de jî qedera xwe bi çek û pêşmergetî tespît kir. Di sala 2003an de piştî Emerîkayê û mutefîqên Emerîkayê rejîma baasê û dîktatoriya Sedam rûxandin, di sala sala 2005an de miletê kurd û ereban bi îradeyeke hevbeş û azad makezagonek nû bi referandûmê pejirandin. Bi makezagonê Iraq bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleteke federe. Ev car kurdan bi rêya siyasî û aşitî qedera xwe tayîn û tespît kir.

Li Başûrê Kurdistanê miletê me çewa ku bi îradeya xwe qedera xwe bi awayekî federal bi miletê ereb re kire yek, di heman dem de wê demê diyar bû ku miletê kurd dê bi îradeya xwe ya azad jî, dewleta xwe ya serbixwe ava bike û ji miletê ereb veqete. Li Başûrê Kurdistanê reşnivîsa makezagonê ev yeka gelek aşkere jî diyar kir. Nûha jî miletê me li Başûrê Kurdistanê dixwaze bi rêya siyasî û aşitiyê, bi modela Çekoslovakyayê dewleta xwe ava bike. Ji bona vê jî dixwaze referandûmê li dar bixe. Iradeya gelê me diyar bibe ku di dewleta federal de dixwazin jiyan bikin, an jî dixwazin bibin dewleteke serbixwe.

Hîç şik tune ye ku dewlet ava kirin, mafê miletê kurd yê çarenivîsiya wê ye. Loma helwesta serokwezîrê Iraqê, li dijî mafê çarenivîsiya miletê kurd e. Li dijî îradeya miletê kurd ya azad e. Ev helwesta li dijî hiqûqa federal e. Lewra li Iraqê dewleta federal encama îradeya azad ya miletê kurd û ereb û kêmneteweyan ava bû. Heger bi îrade û şûûreke azad tu bi miletekî re qedere xwe li ser prensîbên wekhevî bikî yek, tu her demê dîsa dikarî bi îrade û şûura xwe ya azad jî, ji wî miletı veqetî û dewleta xwe ava bikî. Li dinyayê jî hemû miletan ev prosêsa bi kar anîne.

Ev helwesta serokwezîrê Iraqê, li dijî peymana NY û peymanên navneteweyî û prensîbên Wîlson in. Lewra Peymana NY û Peymanên navneteweyî û Prensîbên Wîlson gelek aşkere diyar dike ku her mileteke xwediyê maf e ku li welatê xwe desthilatdar û serwer be. Loma jî miletê me jî xwediyê maf e ku li Başûrê Kurdistanê û li tevayî parçeyên Kurdistanê desthilatdar û serwer be. Helwesta Serokwezîré Iraqê li dijî iradeya azad û hiqûqa federal e jî. Kurd bi îrada xwe ya azad bi ereban re dewleta federa ava kirin. Bi îradeya xwe ya azad jî dikarin veqetin dewleta xwe ava bikin. Ev helwesta serokwezîrê Iraqê li dijî Reşnivîsa Makezagona Kurdistanê ye jî. Lewra di makezagonê de gelek aşkere hatiye diyar kirin ku dema di dewleta federal de jiyana mişterek nemeşe dê Kurdistana serbixwe ava bibe. Li başûrê Kurdistanê vê pêvajoyê dest pê kiriye. Mafê tu kesî, hêzan û dewletan tune ye ku li hemberı vê pêvajoyê derkeve û pêşiya vê pêvajoyê bigre.