Divê Grupa Xiyanetê Di YNKê De Desthilatdar Nebe

Kurd24

 

Li dinyayê guhertinên gelek mezin hene. Bi gotina gel, “dinya, dinya ya berê nîne.” Mirov dikare bibêje ku “bizamara dinyayê derketiye” û an jî “zemberege dinyayê ber bi jêr diçe”.

Li Dinyayê qiymeta demokrasiyê, maf û azadiyan, mafê çarenivîsiya neteweyan, hiqûqê, Peymanên ku mafên însanan û neteweyan, kêmneteweyan diparêzin, nemaye. Demokrasî, maf û azadiyên însanan, mafên neteweyan û kêmneteweyan binpê dibin.

Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn rewş xirabtir e. Li her welatekî û li her dewletekê tevlihevî, şer, peçiqandina maf û azadiyan, hiqûqê, didomîne. Otorîterîzm, nîjadperestî, faşîzm, totalîterîzm, teokratîzm li ser însanên Rojhilata Navîn bûye beleke mezin û xeteriyekê.

Rewşa kurdan xirabtir e.

*Li Rojhelata Kurdistanê her roj xort û ciwanekî kurd tê îdam kirin. Zûlmeke gelek mezin heye. Xebata kurdan ya siwîl û pêşmergetî didomîne. Neteweya kurd ji hemû mafên xwe pê par e.

*Li Bakûrê Kurdistanê kurd ji hemû mafên xwe bê par in. Dewleta Tirk dixwaze bi awayekî nû kurdan ji holê rake. Li hemberî kurdan tîfaqe nîjadperest ya xûrt û xeter hatiye ava kirin. Dewleta Tirk li hemberı kurdan ji her demê zêdetir hatiye xezebê. Li Iraqê bi dewleta Iraqê re, li Îranê bi dewleta Îranê re, li Suriyeyê bi dewleta Sûriyeyê re li hemberî kurdan şer dike. Li Başûrê Kurdistanê di îşgala Kerkûkê de rolekî girîng ya neyênî lêhîst. Li Sûriyeyê dixwaze bajarê kurd Çiyayê Kurd dagir bike. Loma jî 17 roj in ku operasyoneke mezin ya leşkerî didomîne.

*Li Sûriyeyê rewşa kurdan di bin xeteriyeke mezin de ye. Bi taybetî jî siyaseta PKK/PYD kurd xistine bin tehlûkeke mezin. Kurd di nav şerekî tevlihev de dişewitin. Gelek dewlet dixwazin ku li ser kurdan hesap û berjewendiyên xwe xûrttir bikin û pêk bînin.

*Li Iraqê di 25ê îlonê de kurdistaniyan bi referandûmê biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Hezar mixabin çar dewletên ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigrin dest bi êrişeke mezin kirin. Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanbê hatin îşgal kirin. Ji bona ku sîstema federalî ji holê rabe Hikûmeta Erebên Şîî xebate xwe ya li dijî Makezagonê didomîne. Kurdistan di bin ambargoya leşkerî, aborî, siyasî de ye.

Di îşgalkirina Kerkukê de dewletên dinyayê yên ku ji Kurdişstanê alîkar xûya dikirin jî, xiyanetî li kuırdan kirin. Li hemberî xerabiya çar dewletan li hemberî kurd û Kurdistanê bêdeng man.

Li Başûrê Kurdisranê, di îşgala Kerkukê de xerabiya mezin ew ku Grubeke Xiyanetkar ji nav YNKê derket, ji dewletên kolonyalîst re bû alîkar ku Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanê bên îşgal kirin. Piştî îşgalê jî xebat û xerabiyên Grûba Xiyanetê domand. Ji bona ku Kerkuk û Sileymaniyeyê ji Kurdistanê veqetînin û teslîmî ereban bikin hewil didin.

Di hamendem de ji bona ku di YNKê de desthilatdar bin, dest bi xebatê kirin. Nûha jî xebata wan didomîne. Ew xebeta gelek xeter û bi tevayî li dijî berjewendiya Tevgera milî ya Kurdistanê û neteweya kurd e. Loma jî hemû kurdan eleqeder dike. Divê ku hemû kurd li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê îzin nedin ku YNKê bikene bin desthilatdariya Guba Xiyanetê.

Ji bona ku girîngiya ev hewildana xeter bê diyar kirin, divê biçek YNKê ji nêzik de nas bikin, şirove bikin, tola YNKê diyar bikin.

 

YNK-Ê KÎNGE Û ÇIMA AVA BÛ?

 

YNKê, di sala 1976an de piştî şerê sala 1974an ku Otonomiya Kurdistanê encama tîfaqa çar dewletên kolonyalîst (Tirk, İran, Iraq, Sûriye) û helwesta Emerîkayê ku piştgiriya xwe ji Kurdistanê birî, hat ava kirin.

Wek tê zanîn di sala 1966an de di PDKê de cûdabûneke gelek nexweş çêbû. Grûba îbrahîm Ehmed ji PDKê veqetiya. Hezar mixabin piştî ku veqetiya li hemberî Rejîma Baasê şer nekirin. Bi Rejîma Baasê re bûn yek, li dijî Tevgera Milî ya Kurdistanê, PDKê, Serok Berzanî şer kirin.

Lê dema ku neteweya kurd di pêşengiya PDKê û Serok Mele Mistefa Barzanî de zora Rejîma Baasê bir, Hikûmeta Navendî ya Baaasê mecbûr bû ku bi PDKê û Serok Berzanî re peyman çêke, Grûba Ibrahîm Ehmed û Celal Talebanî têk çû. Pişt re mecbûr bûn ku bir PDKê û bi Serok Berzanî re yekîtiyê çê bikin.

Dema ku şerê 1974an dest pê kir Celal Telabanî li Lubnanê bû. Piştî ku kurd dest ji şer berdan, ji bona Başûrê Kurdistanê rewşeke nû ya siyasî hat rojevê; wê demê Celal Telabanî û hevalên wî biryar dan ku YNKê ava bikin.

Du xalên girîng bûn sedem ku YNKê ava bibe.

Sedema yekemîn a avakirina YNKê ew bû ku  li hemberî Rejîma Faşîst ya Baasê “Şoreşa Milî û Demokratîk” bimeşînin.

Sedema duyemîn a avakirina YNKê jî ew bû: Di sala 1975an de li Kurdistanê şer hatibû reawestandin. Otonomiya Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê hatibû hilweşandin. Celal Talebanî û hevalên wî ji vê rewşê dixwastin ku îstifade bikin, li hemberî PDKê û Berzaniyan tevgereke alternatîf ava bikin. Derfet hebe PDKê tasfiye bikin.

 

YNK-Ê LI KÛ AVA BÛ? ÇIMA LI SÛRIYEYÊ AVA BÛ?

 

YNKê li payitexta Sûriyeyê li Şamê (Damascusê) ava bû. Lewra Celal Telabanî dizanî ku dema şerê pêşmergetî bike, hewcedarî bi piştgiriya dewletên cîran heye. Loma jî bi Suriyeyê re pêwendî çêkir û Suriyeyê jî, jê re soza alîkarî da. Wî û hevalên xwe li Suriyeyê YNKê ava kirin.

Pêwendiyên Suriyeyê heta demên dawî bi YNKê re, pêwendiyeke stratejîk bû. Bes di sala 1983an de dema ku YNKê xwest bi Iraqê ve li hev bikin, wê demê pêwendiyên wan xirab bûn. Lê piştî demekê pêwendiyên wan jinûve baş bûn. Heta di dema şerê hûndir yê Sûriyeyê de jî, pêwendiyên Celal Talebanî û Sûriyeyê gelek baş bûn.

Baş tê zanîn ku partiyên baasê esera teoriya nîjadperest û nasyonalîzma teng ya Mîşel Eflak e. Lê piştî ku li Suriyeyê û Iraqê partiyên bassê ava bûn û bûn desthilatdar, ew bûn dijminên hevûdu yên dijwar. Herdu baasan dixwest ku hevdu ji holê rakin. An jî li ser hev desthilatdar bin.

Suriyeyê loma avakirina YNKê  erê kir  û piştgirî kir ku YNKê li dijî Partiya Baasê ya Iraqê ya Hesen El Bekr/Seddam Huseyîn şer bike. Lewra mûxalifên baasê hêza wan tune bû ku bi serê xwe li hemberî Baasê şer bikin.

Piştî ku YNKê ava bû, navbeyna wan mixalîfên Baasê Iraqê her dem baş bû. Heta di navbeyna wan de eniyeke/cepheyeke şiklî jî hebû. Mixalîfên baasê li hemberî YNKê xwediyê gelek maf û îmtiyazan bûn.

 

YNK-Ê KÊ Û KÎJAN GRÛBAN DAMEZRAND Û XWE ÇEWA BI NAV KIR?

 

YNKê, di bin serokatiya Celal Telabanî de ji aliyê Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Omer Şêxmûs, Kemal Xoşnav, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa, Resûl Mamed, Şêx Şahab, Rojnamevan Aram ve hat damezrandin.

YNKê, bes li se hiqûqa şaxsan ne, li ser nasnameya sê grûbên siyasî ava bû.

YNKê, ji aliyê Grûba Xeta Pan, Komaleya Marksîst Lenînîst ya Kurdistanê, Bizava Sosyalîst a Kurdistanê de hat damezrandin.

Temsîlkarên Grûba Xeta Pan:  Celal Telabanî, Omer Şêxmûs, Kemal Fûad, Omer Debabê, Cemal Axa bû.

Temsîlkarên Bizava Sosyalîst ya Kurdistanê: Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseynî, Resûl Mamed bû. Elî Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyîn di kereseta Şemzînanê de di şerê YNKê û PDK-Giyade Mûwaqqet de hat kûştin.

Pişt re Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji YNNê veqetiya. Hezar mixabin di navbeyna YNKê û Bizava Sosyalîst a Kurdistanê şerekî nexweş pêk hat. Gelek berpirsiyarên Bizava Sosyalîst a Kurdistanê ji aliyê YNKê ve hatin kûştin.

Temsîlkarên Komaleyê: Şêx Şahab, Rojnamevan Aram, Salar, Noşîrvan Mistefa, Mamoste Cafer, Ardalan, Mele Beztiyar bûn. Komaleya Marksîst Lenînst ya Kurdistanê, di nav YNKê de rêxistina xûrttir ya damezrênêr bû. Komale di salê 1968an de veşartî/sirrî tê ava kirin. Dema ku Otonomiya Kurdistanê ava dibe jî, wek rêxistin rewşa xwe ya sirrî didomîne.

Komaleya Marksîst Lenîst pişt re navê xwe guhart, kir “Komaleya Rencdeeanên Kurdistanê”.

Tevgera Goran bi piranî ji endam û berpirsiyarên Komaleyê pêk tên.

YNKê partiyek nebû. Wek partiyekê tevdigeriya. Eniyek jî nebû. YNKê, eniyekê zêdetire xwediyê disîplîneke xûrt û hevbeş bû.

Loma dema berpirsiyarên  YNKê xwe terîf dikir, digotin ku “em nîv enî/cephe nî”.

 

QEREKRTERA DAMEZRANERÊN YNK-Ê ÇI BÛN?

 

Di Grûba Xeta Pan de Celal Talebanî kevne Sosyalîstê Maoîst bû. Lê xwe di YNKê de wek sosyalîst terîf nedikir. Wek kurdekî milî û nasyonalîst bû. Hevalên wî jî, sosyal demokrat, lîberal, nasyoınalîst bûn.

Komala, rêxistineke sosyalîst a maoîst bû. Lê di nav gel de ev qerektera xwe zêde dernedixist pêş.

Bizava Sosyalîst a Kurdistanê û berpirsiyarên wê, sosyalîstên milî bûn.

 

ROLA CELAL TALEBANÎ DI YNK-Ê DE ÇI BÛ?

Rola Celal Talebanî di YNKê de gelek girîng bû û di derece yekemîn de bû. Bi taybetî di qonaxekê de ji derveyî gotinên Celal Talebanî, gotin di nav YNKê de derbas nedibû. Wek mînak Noşîrvan Mistefa wek xebatkarekî wî bû. Bi giraniya Celal Talebanî, Noşîrvan Mistefa di kongreya Komaleyê de li hemberî Mamoste Cafer, Mele Bextiyar, Erdalan, Salar bi serê xwe serkeftî bû û bû sekreterê Komalayê. Heger Celal Talebanî nebûya Noşîrvan nedikarî ji destên otorîteyên Komaleyê sekreterî qezenç bike.

Noşîrvan Mistefa piştî ku bû sekreterê giştî hemû qadirên kevn yên Komaleyê tasfiye kir.

Mam Celal loma di nav Komaleyê de jî xwediyê giraniyekê bû. Heta nerînek xûrt heye ku Celal Talenanî serokê sirî/veşartî yê Komaleyê.

Ew rola Celal Talebanî, di hemandem de rolekî dîrokî bû. Ew di ciwantiya heta zaroktiya xwe de di nav tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê de cî digre. Di ciwantiya xwe de dibe endamê PDKê. Gelek wext derbas nabe di navendiya PDKê de cî digre.

Di kogreya navneteweyî ya ciwanên dinyayê de li ser navê ciwanên Kurdistanê cî digre.

Xebatkarekî doza miletê kurd yê domdar û bi îstîkrar e.

Nivîskarekî baş. Hiqûqzanekî kevn e.

Hezar mixabin piştî ku Celal Talebanî nexweş ket û ji teqatê de ket, di nav YNKê de guhertinên gelek nexweş hatin rojevê. Jina wî li ser navê wî, kur û biraziyên wî li ser navê wî karên nexweş kirin. Ew xebata xwe gîhandin qonaxa xiyanetê.

 

ROLA YNK-Ê DI TEVGERA KURD DE ÇI YE?

Piştî şerê 1974an, serokê milî Mele Mistefa Berzanî şer da rawestandin. Otonomiya Kurdistanê hate hilweşandin. Lê kurdperweran ji bona ku Tevgera Milî jinve rakin se piya û xûrt bikin, dest bi xebatê kirin. Encama vê xebatê PDK-Giyade Mûwaqqet û YNKê ava bû.

Her du hêzan li dijî Rejîma Baasê, dîsa ji bona Kurdistanê Otonomî ava bibe û Iraq bibe demokrasî dest bi xebata pêşmergetî kirin. Lê pêşketina wan di gelek şertên dijwar re derbas bû.

Hezar mixabin di navbeyna herdu hêzan de dem-dem bûyerên nexweş û şerê hûndir çêbûn.

YNKê  jî di merheleyekê de çend herêmên Kurdistanê rizgar kir. Li wan herêman desthilatdar bû.

YNKê piştî şerê yekemîn yê Kendavê bi PDKê re yekîtiyek çê kir. Dema ku herêma azad ava bû, bi hev re li wir bûn desthilatdar. Pêşî PDKê û pişt re jî wan biryar da ku Iraq bibe dewleteke federal. Demekê bi pîvan û zihniyeta dewleta federal Kurdistan birêvebirin û li Iraqê bi wî çavî mêze kirin.

YNKê bi PDKê re biryar da ku Meclîsa Kurdistanê ava bibe û hilbijartina giştî çê bibe, hikûmet ava bibe. Piştî hilbijartinê hikûmeteke mişterek ava bû. Bi dorê serokwezîrî hat diyar kirin.

YNKê di hemandem de bi PDKê ve biryar dan ku serokê Kurdistanê bê hilbijartin. Di encama hibijartinê de Serok Berzanî û Mam Celal hemandeng girtin.

YNKê jî damezrênêra dewleta Federal ya Iraqê û dewleta federe ya Kurdistanê ye.

YNKê demeke dirêkj e ku bi PDKê ve li ser berjewendiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê tîfaqeke stratejîk dimeşînin.

YNKê bi biryara referandûmê pişitgiriyeke xûrt da serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî û PDKê.

Di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de rolekî mezin lêhîst.

Hezar mixabin piştî referandûmê di merheleya îşgala Kerkukê de ji nav YNKê grûbeke xiyanet çê bû. Zirar da YNKê û tevayî Kurdistanê,

 

DIVÊ YNKÊ DI BIN DESTHİLATDARIYA KURDPERWERAN DE BE. NEKEVE BIN BANDORA GRÛBA XIYANETÊ…

 

Grûba Xiyanetê nûha jî hewil dide ku di YNKê de desthilatdar be. Ji bona vê yekê lîstikên siyasî dike û santajan bi kar tîne û gef dike. Bi piştgiriya Iraqê û Îranê mirovan dikire.

Loma jî dixwazin ku gor şertên wan kongreya YNKê bê li dar xistin. Ew jî bibin desthilatdar.

Divê ku kurdperwer îzin nedin Grûba Xiyanetê. Ji Grûba Kosret Resûl û Necmedddîn Kerîmî re yanî ji Grûba Kurdperwer re alîkari bikin.

 

PIRSA YNK-Ê PIRSA HEMÛ KURDPERWERAN E. DIVÊ HER KURDPERWEREK JI YNK-Ê RE XWEDÎ DERKEVE...

 

Rewşa YNKê raste rast qedere Kurdistanê eleqeder dike. Loma jî YNKê bes rêxistina endamên YNKê nîne. YNKê rêxistina hemû kurdan û kurdpereweran e.

Loma divê hemû kurd û kurdperwer ji YNKê re xwedî derkevin ku bila Grûba Xiyanetê nebe desthilatdar.

Dema ku Grûba Xiyanetê di YNKê de desthilatdar be. Li Başurê Kurdistanê gelek guhertin nexweş û xirab dibin û gelek qewimandinên nexweş û xeter tên holê.

 

Amed, 7ê Sibata 2018