Gel PDKê Xelat Kir, Ebadî/Emerîka û Goran Ceza Kir

Kurd24

Li Iraqê di 12ê Gulanê de hilbijartin hat li dar xistin. Encamên ne fermî hatin îlan kirin. Encamên fermî dê di nêzikî de diyar bibin..  Li Iraqê encamên hilbijartinê gelek rastiyên balkêş diyar kirin. Gelên Iraqê beşek partî û îttîfaq xelat kirin, beşek partî jî ceza kirin. Gorî baweriya min gelên Iraqê, di şertên Iraqê de  hilbijartinê de encamên di cî de diyar kirin.  Partiyên Kurdistanê jî beşdarî hilbijartinê bûn. Gel PDKê xelat kir, bi taybetî jî Goran ceza kir.  Encamên di hilbijartina giştî ya Iraqê de derketin holê, ji bona hilbijartina Kurdistanê jî, ku dê di îlonê de bê li dar xistin, encaman diyar dike.

Divê mirov bi awayekî rast û dirûst li ser encamên hilbijartinê û rewşa partiyên Kurdistanê raweste.  Dengên her partiyeke Kurdistanî jî bi vî awayî ne:  Partiya Demokrat a Kurdistanê, 693 hezar û 522 deng, 26 kursî.  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan, 328 hezar û 664 deng, 15 kursî.  Tevgera Goran, 182 hezar û 286 deng, 6 kursî.  Hevpeymanî- Berhem Salih, 111 hezar û 33 deng, 2 kursî.  Yekgirtûya Islamî, 93 hezar û 960 deng, 2 kursî.  Komela Islamî, 84 hezar û 993 deng, 3 kursî.  Nifşê Nû- Şasiwar Ebdilwahid, 139 hezar û 436 deng, 4 kursî.

Li gorî Komisyona Hilbijartinan, ev tenê encamên destpêkî ne û bi zêdekirina dengên derve û yên dengdana taybet û meşextan, wê guhertin bi ser van encaman de bê. (Kurdistan24)     LI KURDISTANÊ Û BI TAYBETî JÎ LI MISÛLÊ QEZENÇKIRINA PDKÊ XWEDIYÊ WATEYEKE GIRÎNG E…  Li Iraqê di hilbijartina giştî de PDKê qezenç kir. Bi taybetî jî li Misûlê qezençkirina PDKê, gelek girîng û watedar e.  Qezençkirina PDK derxist holê ku Ebadî ne qehremanê Misûlê ye. Pêşmergeyên Kurdistanê û Serok Barzajî qehremanê Misûlê ye.  Loma jî qezençkirina PDKê xwediyê wateyeke gelek girîng e. Derket holê ku kurdan û kurdistaniyan bi zanatî û bi awayekî stratejîk dengên xwe bi kar aniye.

PDKê wek tê zanîn ku ji bona ku referandûma serxwebûna Kurdistanê, xebateke gelek bêhempa kir. Encama xebata PDKê partiyên din yên Kurdistanê jî mecbûr bûn ku ji referandûma serxwebûna kurdistanê re piştgir bin. Di referandûmê de jî dîsa xebata PDKê  bû sedem ku kurd û kurdistanî ji 93an ji dewleta Kurdistanê re “erê” dibêjin.  Hezar mixabin dema ku ev biryara gel û qanûna dewletavakirê neteweya kurd û kurdistaniyan çêkir û ev biryara bikeve jiyanê xebat dest pê bike, Dewleta Iraqê bi piştgiriya Îranê û Tirkiyeyê û Emerıkayê êrişî Kerkukê kir û kerkûk îşgal kir.  PDKê li dijî îşgalkirina Kerkukê bi tundî derket. Li dî Grûba Xyanetê bi xûrtî derket. Hezar mixabin ji bona ku şerê navxwe dernekeve li Kerkukê destên wê hat girtin. Loma jî taybetî Serok Barzanî ji bona Kerkukê qahr bû û bi tundî êşiya.

Piştî îşgala Kerkukê, Hikûmeta Navendî ya Iraqê xwest ku sîstema federal xera bike, PDKê bi xûrtî û tûndî li dijî ev plana xerab ya hikûmetê derket û pêşiya ev plana qirêj girt. Ji bona ku sîstema federal stabîlîzê bibe, xebat kir û bi serket.  PDKê, ji bona ku makezagona dewleta federal cîbicî bibe xebat kir. Li dijî binpêkirina makezagona dewleta federal mûxalefet kir. Ji Makezagonê re xwedî derket. Ji bona vê jî bi Ebadî ve hatin hemberî hevûdu.  Di qempenyaya hilbijartina de ew helwesta xwe domandn.  Girîngtir helwest jî di serxwebûn û dewletbûna kurdistanê de diyar kir. Di qempenya ya hilbijartinê de diyar kir ku serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê piştî hilbijhartinê di meclîsê de jî biparêzin.  Encama ew helwesta PDKê kurdan û kurdistaniyan PDKê xelat kir.  Ez gelê me û PDKê pîroz dikim.

Ev encamên hilbijartina giştî derxist holê ku di hilbijartina Kurdistanê de divê PDKê dengan zêdetir bigre. Lewra PDKê garantora serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ye.        GORANÊ HILBIJARTIN WENDA KIR: GELEK BAŞ BÛ. BILA LI KURDISTANIYAN PÎROZ BE…  Dema ku encamên hilbijartina bi giştî şirove bibe, aşkere derdikeve holê ku Goranê hilbijartin wenda kir.  Ez dibêjim ku “kurdan û kurdistaniya Goran ceza kir”.

Her çiqas parçebûna Goranê û mirina serokê wan Noşîrwan Mistefa di wendakirina wan ya hilbijartinê de xwediyê rolekê be jî, rola esasî ew ku Goran li dijî referandûma Kurdistanê derket. Kerhen piştgiriya referandûmê kir. Lê di dawiyê de piştî ku Kerkuk hat îşgalkirin PDKê sucdar kir û encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê rewa nedît. Bi awayekî ji îşgala Kerkukê re piştgirî kir.  Berê jî gotûbû ku “heger serxwebûna kurdistanê îlan bibe, em dê Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetînin.”  Ji sîstema federal re gorî makezagona dewleta federal xwedî dermeket. Eqsê wê ji bona sîstema federal xerab bibe, xebat kir û rolekî nebaş lêhîst.  Wek tê zanîn dema ku di koalîsyona milî de cî girt, di meclîs û hikûmetê de jî karên xerab kir. Li gelek bajaran şidet bi kar anî û loma jî serokê meclîsê hevalên wan bû, mecbûr bû ku ji serokatiya meclîse dev berde.  Kurdistan û Kurdistaniyan ji bona ew helwesta wan ya neyênî, ew ceza kir.

Partiya duyemîn kir partiya sêyemîn û çaremîn.  Ez ji bona ev helweta baş jî, kurdan û kurdistaniyan pîroz dikim.     EBADÎ/EMERÎKAYÊ HIM LI TEVAYİ IRAQÊ Û HIM JÎ LI MISÛLÊ WENDA KIR: EW JÎ ENCAMMEKE PÎROZ Û DIROKÎ YE…  Ebadî, li Iraqê, li dijî sîstema federal, karên gelek nexweş kir. Bi taybetî jî li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê xebat û karên gelek xerab kir. Li Kurdistanê ambargo li dar xist. Makezagona dewleta federal binpê kir. Bi dehan xalên makezagona dewleta federal tune qebûl kir.  Gor pîvanên otorîter û dîktatorî tevgeriya.  Ebadî li dijî mafê çarenivîsiya neteweya kurd û referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê derket û loma jî bi dewletên biyanî re hevkarî û îttîfaq pêk anî û Kerkûk îşgal kir.

Xwest ku bi teveyî sîstema federal xera bike. Pêşmergeyên qehreman û Serok Barzanî pêşiya vê xirabiye girt.  Gel ew ceze kir. Ew di hilbijartina giştî de bû duyemîn.  Emerîkayê jî ji bona ku Ebadî di bin bandora wan de be û li hemberî Îranê bi kar bîne, ji Ebadî re bû alîkar.  Gor baweriya min gel Emerîkayê jî ceze kir.  Gor encamên destpêkê di asta  Iraqê de Lîsta Sadr yekemîn e.  Ez ji bona ev helwetsa pîroz, gelên Iraqê jî pîroz dikim.

Amed, 17. 05. 2018