Divê helwesta Serok Barzanî, ji hisîyatê dûr, baş û erênî bê şirove kirin

Kurd24

Birêz Mesûd Barzanî, duho ji serokbûna Kurdistanê destê xwe kişand. Ev helwesta xwe bi nameyekê ji parlamentoya Kurdistanê re pêşkêş kiribû. Parlamentoya Kurdistanê ji Birêz Mesûd Barzanî daxwaz kir ku serokbûna xwe ya Kurdistanê bidomîne. Lê wî ev yêka nepejirand û qebûl nekir. Pişt re parlamentoya Kurdistanê, pêşniyarên wî pêk anî. Erkên wî dewrî Konseya Bilind ya Adaletê (Dadê û dadgehî)), Parlamentoya Kurdistanê (yasaçêker û temsîlkara Kurdistanê û Kurdistaniyan), Hikûmetê (Îcrayê û birêvebiriyê) kir.

Dema ku Birêz Mesûd Barzanî di telewîyonê de peyama xwe ji neteweya kurd û ji Kurdistaniyan û ji dinyayê re pêşkêş dikir, gelek xemgîn bû. Xemgîniya wî ne ji bona ku ji serokbûna Kurdistanê dest berda bû. Ew ji bona Kerkuk û axa Kurdistanê işgal bibû, gelek xemgîn bû. Ew ji xiyaneta li Kurdistanê hatibû kirin xemgîn bû. Ew ji helwesta Emerîkayê gelek xemgîn bû. Lewra Emerîkayê îzin da ku Hêzên Barbar û Mirovkûj yên Îran û Iraq bi çekên wan êrişî Kurdistanê bikin û Kerkukê û axa Kurdistanê dagir bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku Birêz Mesûd Barzanî dê ji berê zêdetir, ji Doza Kurdistanê re bibe xebatkar û bi gotina wî dê bibe pêşmergeyekî baş. Ez helwesta Birêz Mesûd Barzanî bi çend xalan şirove dikim.

1-Dem nebû û hemû Kurd jî xwemgîn in ku birêz Barzanî dest ji serokatî berdaye.

2-Lê birêz Mesûd Barzanî soz dabû gel û Kurdistaniyan ku piştî referandûmê nebe namzetê serokatiyê. Dema wî tişî bû. Wî dest ji serokatî berda.

3-Li Kurdistanê hilbijartin çê nebû. Hilbijartin paşve hat avêtin. Dema wî jî tişî bû, wî dest ji serokatiyê berde.

4-Birêz Mesud Barzanî bi ev helwesta xwe, mezintî û demokratbûna xwe nîşan da.

5-Birêz Barzanî, dê nûha pê ve wek serokê kdpê, serokekî xwezayî û dîrokî xebata xwe bidomîne. Ji doza Kurdsitanê re xizmet bike.

6-Serokbûna Kurdistanê bi awayekî, xebateke burokratîk bû. Ewê nûha şûnde wek pêşmergeyekî xebata xwe baştir bidomîne.

7-Birêz Barzanî, xwediyê doza serokên Kurdistanê yên dîrokî ye.

8- Rêberê Mesûd Barzanî, Şêx Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Abdulselam, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, bavê wî Mele Mistefa Barzanî, Qadî Mihemed, Şêx Mehmûd, Seyîd Riza ye.

9-Birêz Barzanî heta mirinê dest ji doza Kurdistanê bernade. Dê li dinyaya din jî doza Kurdistanê bi serokên Kurdistanê ve bimeşîne.

Amed, 30. 10. 2017