Tê bigihin: Hebûna Kurdistanê, ne tunebûna we ye!

Kurd24

Fobiya Kurd/Kurdistanê dîsa siyaseta Tirkiye dorpêç kir. Ev klîşeya ideolojiya Tirkayetiyê û fobiya sedsalî dîsa mêjiyên siyaseta Tirkiye dagîr kiriye. Desthilata Tirkiye, bi zarê Serokomar û wekî bandora wî liser birêvebirên din ên Tirkiye ve û Serokê Partiya Nîjadeperest MHP Dewlet Bahçelî ve – her roj di bangeşeya hilbijartinê herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de dubare dikin û diqîrin:  Li Tirkiye – Kurdîstan nîn e!

Belê – Kurdistan heye! Bi gotinên we, bi êrîşên we, bi hîsteriya we – Kurdistan tune nabe! Kurdistan heye û ev rastiya dîrokî ye û rastiya îroyîn û rastiya siberojê jî ye.  Ji hezarên salan Kurd û welatê wan – Kurdistan liser erda vê coxrafyayê hebûn e… Şaristanî ava kirin e, dîrok nivîsandin e… Nirxên xwe, hunera xwe, ûrf û adetên xwe, muzika xwe, edebiyata xwe – liser vê coxrafyayê çandin e!..

…..

Fobiya Tirkayetiyê ji tirsa nebûna xwe tê! Ev rastî ji damezrandina dewleta nû ya Tirk a 1920an ve gihiştiye heta roja me ya îro. Di hemû belgeyên fermî yên Dewleta Nû de, Kurd hate rakirin, Kurdistan hate rakirin. 101 sal derbasbûn! Ev belge karîn bibin rastiyek liser erd û hest a Kurd û Kurdistanê?

Fobiya Tirkayetiyê ji tirsa nebûna xwe tê! Di çarçoveya vê tirsê de – bi şer, bi êrîşên nexêr û nemirovane hatin ser Kurd/Kurdistanê! Ji 1925an ve – heta serkirdeyên herî bilind ên Kurdan kuştin. Gorên wan veşartin, termên wan revandin...

Fobiya Tirkayetiyê ji tirsa nebûna xwe tê! Zimanê Kurdî qedexe kirin, nirxên Kurd qedexe kirin, muzika Kurdî qedexe kirin, nav û nasnameya Kurd/Kurdistanê qedexe kirin…

Fobiya Tirkayetiyê ji tirsa nebûna xwe tê! Bi dehan projeyên dewletî, bi sedan  projeyên herêmî û giştî ji bo têkbirina Kurd/Kurdistanê praktîze kirin…

Ev hemû kiryar karîn – Kurd/Kurdistanê tune û wenda bikin? Nekarîn!..

…..

Rêya rasteqîn liber çavan e. Hebûna Kurd/Kurdistanê ne tunebûna wan e!

Kurdistanê her dem nîşan kiriye. Hebûna Kurd/Kurdistanê ne dijminayetiya gel û hebûnên din ên neteweyî ye.

Rastiya başûrê Kurdistanê liber çavan e – Ji sala 1991an/desthilata de-facto ya Kurdistanê baştirîn dem a jiyana neteweyî ya Tirkmenan, ya Asûriyan, Suryaniyan, Keldaniyan, Ereban... bû ye. Partiyên van hemû pêkhateyan, zimanê wan, nasnameya wan, edebiyata wan, her tiştê bi nasname û jiyana wan a neteweyî ve girêdayî ye – azad e, serbest e…

Hebûna Kurdistanê ji wan re, ne tunebûn – berovajî – baştirîn vejandin a jiyana wan a neteweyî ye…

Ji bo bakurê Kurdistanê jî weha ye. Di dominans/girsayî ya neteweyî ya Kurd li bakurê Kurdistanê jî – tu caran girsayiya Kurd/Kurdistanî nebûye metirsî liser Ereb, Suryanî, Tirkmen, Tirk... ên devera bakurê Kurdistanê…

…..

Pejirandina rastiya Kurdistanê, ji tevayiya herêmê, ji tevayiya welatên, ku heta îro serdestên Kurdistanê ne jî – rêya herî berhemdar û rasyonel e…

Kurd, Tirk, Ereb, Tirkmen, Asurî, Keldanî, Ermenî, Faris… dikarin liser vê coxrafya ya dewlemend û bîngeha şaristaniyê bi hevûdu re - dinav rêzgirtin û toleransê de bijîn…

Hebûna Kurdistanê, ne tunebûna we ye!...

Hewlêr, 12 Adar 2019