Qorxan, Axurî, Ava Ahûra Mazda û Girê Şahmaran

Kurd24

Ez di vê nivîsê de dixwazim qala çend cih û warên li Îdirê, yên li dev û dora Çiyayê Agirî yên bi dîroka xwe ve gelekî girîngin bikim. Ez bawer im ku kurd zêde di derbarê van cihên ku ez ê qala wan bikim de zêde ne agahdar in. Bi kurt be jî, ji boy destpêka nasîna van deran, ezê hinekî qala bajarê hezaran salan dîroka wî heye Qorxan, gundê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn Axûrî, Ava Ahûra Mazda ya li çiyayê Agirî, Girê Şahmaran û avabûna Îdira nû bikim.

Bajarê Qorxan (Îdira Kevn, Korhan)

Qorxana ku 3 hezar mêtre bilindayiya çiyayê Agiriyê de hatiye avakirin, heya sala 1840an bajar bû. Bi gotineke din Îdira îro, heya sala 1840î li vê derê bû. Di sala 1840î de erdhejeke mezin diqewime û Qorxana ku 50 hezar mirov tê de dijîn bi giştî hildiweşe û mirovên sax mayî peyayî deştê dibin û Îdira îroyîn ava dikin. Piştî ku Îdira kevn (Qorxan) hildiweşe û gelê wê tê deştê, bajarekî nû ava dike. Rûsên ku wê demê li herêmê desthilatdar in, navê Nov Îdir li bajarê nû dikin. Nov di zimanê rûsan de tê wateya nû. Ew cihê ku Îdira nû care yekem lê ava dibe û rûs navê Nov Îdir lê dikin re kurd îro “Îdirmava” dibêjin. Bi gotineke din; taxa Îdirmava ya li navenda bajarê Îdirê, cihê ku cara yekem wek bajarê nû tê avakirin e.

Me li jorê gotibû bi piranî Qorxan hildiweşe, lê bermayiyên cihên dîrokî yên hilweşiyayî hin jî hene. Kelaya Qorxanê jî yek ji wan e. Keleya Qorxanê 2200 mêtre bilind e. Kelaya ku li ser girekî hatiye avakirin, bi piranî xirab bûye. Ji kelê tenê çend bermayiyên dîwaran mane. Ji ber ku kurdan dîroka xwe nenivîsandine; ermen û gelên wek tirk û faris, tim li dîrok û cih û warên kurdan yên dîrokî xwedî derdikevin. Kesek ji tirk û farisan bawer nake, lê belê di serî de kurdên zêde dîroka xwe nizanin, gelek mirov ji gotinên ermenan bawer dikin. Min li ser înternetê lê nihêrî; nivîsên bi destê ermenan ve hatine nivîsandin de tê gotin ku Qorxan bi giştî cih û warê ermenan e. Ev ne rast e. Kurd û ermen bi hev re li her derê, li piraniya gundan, bajaran jiyane. Lê belê li her derê kurd pir û zimanê wan serdest bûye. Li Qorxanê jî wusa bûye, kurd û ermen bi hev re jiyane lê, yên pir, kurd bûne. Çima ku çend merzelên ermenan yên bi tîpên ermanan hatine nivîsandin têne dîtin li wan deran dertê, cih û warên kurdan yên hezar salî dikine yên xwe.

Min li jorê got “li her derê kurd pir, zimanê wan serdest bûye” dibe ku hinek bawer nekin lê, lêkolînên min ê bi salan û mînakên li ber çavan hene; min çiqas bi kal û pîrên Serhedê re xeber daye, min ev pirsa ji wan pirsiye “we û ermenan, we bi kîjan zimanî xeber dida?” bersiv tim û tim kurdî (kurmancî) bûye. Çimkî ermanan kurmancî dizanibûye lê belê kurdan ermenkî nizanibûye. Çimkî kurd li her gundî, her bajarî ji wan zêdetir bûne. Em bêne mînakên li ber çavan; kesên ku piçekî be jî eleqeya wan bi wêje û mûzîka kurdan re heye dibînin ku; dehan nivîskarên ermen bi kurdî nivîsîne lê, kurdan bi ermenkî nenivîsîne. Dehan hunermendên ermen bi kurdî kilam û stran gotine lê, kurdan bi ermenkî negotine. Sedema wê; pirbûna kurdan û serdestbûna zimanê kurdî ye. Ji ber wê divê kurd heya hin tiştan baş nekolin, di derbarê tiştên wuha de neaxivin. Divê mirov tiştekî nizanibe, nebêje ez dizanim. Kurd ne miletekî biçûk e, zimanê wan jî ne zimanekî qels e.

Gundê Axûrî
Gundê Axûrî (Yenidoğan, gundê Başanê ye) yê ku dîroka wê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e, wargeheke wundabûyî ya herî kevn a cihanê ye. Gundê Axûrî (hin kes dibêjin Agirî bi demê re bûye Axûrî) yê mîna Qorxanê nêzîkî çiyayê Agirî ye. Tê gotin ku yekem gundê ku piştî tofana Nûh pêxember hatiye avakirin, ev gund e. Axûriya ku wek Qorxanê di erdheja 1840î de bi giştî xirab dibe, tê gotin ku piştî tofana mezin a Nûh, bi destê wî (Nûh) û zarokên wî ve tê avakirin. Sala 1840î de dema Axûrî jî wek Qorxanê ji rûyê erdê radibe, wî çaxî li Axûriyê 1600 kes hebûne. Li Axûriyê jî mîna Qorxanê kurd û ermen bi hev re jiyane. Çawa ku ermen dibêjin Qorxan bi giştî warê ermenan bû, heman tiştî ji bo Axûriyê jî dibêjin. Îspata wan jî çend kêlikên bi ermenkî hatine nivîsandin in. Kesek jî nabêje “li her derê, bi giştî ermen jiyabin, kurd li kuderê bûn?” ez tu carî dijmintiya wan nakim lê, ew me, dîroka me tune dihesibînin. Wekî min li jorê got, li Axûriyê jî mîna Qorxanê kurd û ermen bi hev re dijiyan. Û li Axûriyê jî mîna Qorxanê bi piranî kurd hebûn. Piştî ku Axûrî bi giştî xirab dibe, kesên saxmayî paşê hinekî li dûrî wê herêmê, Axûriya îroyîn ava dikin lê, ew jî êdî ji tirsa bobeleteke nû be, ji çi be, gundê nû avakirine diterikînin.

Kurdên li Axûriyê  dijiyan, kurdên ji êla Redkan bûn. Hin ji wan malbata paşnava wan Hacıoğlu ya ku li Başkoya Jorê ya Dîgorê dijîn in. Ez bi vê malbatê re bûme hevnas, û hîn bûm ku bav û kalên wan di derbarê erdheja Axûriyê de, wê demê rojnivîsk nivîsîne. Malbat piştî erdhejê diçe Rojhilatê Kurdistanê, ji wir jî diçe li cem pismamên xwe yên li Başkoyê. Axûriya nû jî paşê dibe gundê hin êlên kurdan yên ji devdora Kutdistana Sor û Rojhilatê Kurdistanê tên. Tê gotin ku rojnameyên Ewropayî di dema wê erdheja mezin de gelekî li ser disekinin. Roj bi roj wek nûçe diweşînin, heta hin rojname hin mirovên xwe dişînine herêmê. Di wê erdheja mezin de gel hew dizane çiyayê Agirî ji nû ve teqiya.

Geliyê Zemyan ê ku gelekî nêzîkî vî gundî ye, di sala 1930î de ji boy gelê kurd û gola xwînê; di serhidana Agiriyê de, dema ku êdî kurd têkçûn, şervanên kurdan hewl dan ku jin û zarokan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin. Dema kurd di jora Geliyê Zemyan re derbas dibin, sedan mirov ji geliyan de dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Yên ku di gelî re derbas dibin jî bi balefiran ve têne bomberan kirin. Tê gotin ku li vê derê jî bi qasî Geliyê Zîlan ne be jî, hezaran mirov têne kuştin. Kûçikên li derdora Îdirê bi biran ve têne vê herêmê û goştê mirovan dixwin. Kûçikên ku her tim goştê mirovan dixwin, hir dibin û êrîşî mirovan dikin.

Ava Ahûra Mazda

Çiyayê Agirî çawa ku di gelek olan de çiyayekî pîroz e, her wusa di ola Zerdeştiyan de jî pîroz e. Zerdeştiyan sedan salan berê li wî çiyayî ayînên xwe kirine û xwe ji gunehan zelandine (dane paqijkirin). Ava Ahûra Mazda, avekeke ku ji çiyayê Agirî derdikeve, dikişe tê diçe gundê Têşberûn a ku tirkan pêşiyê kirine Kafîrköy, paşê Îslamköy.  Têşberûn li aliyê rojavayê Îdirê, li berpala çiyayê Agirî ye. Tê gotin ku sedan sal berê Zerdeştî dihatine çiyayê Agirî, xwe di ava Ahûra Mazda de dişûştin û bawer dikirin ku ji gunehên xwe xelas dibin. Balkêş e ku gundê ku Ava Ahûra Mazda tê de diçe re, dewleta tirk Kafîrköy (Gundê Kafiran) gotiye. Îro êdî Zerdeştî naçine çiyayê Agirî û xwe ji gunehan nadine paqijkirinê lê, navê Ava Ahûra Mazda tim di nava gel de hatiye bikaranîn û nehatiye jibîrkirin.

Girê Şahmaran

Girê Şahmaran li Îdirê, li ber gundê Meleklî ye. Ew Şahmaran a ku di nava kurdan de di derbarê wê de gelek destan hene, tê bawer kirin ku li Îdirê, li gundê Meleklî li girê ku gel jê re dibêje “Girê Şahmeran” jiyaye. Di derbarê vî girî û devdora wî de du tiştên balkêş hene: dema mirov di google earth ê de li Girê Şahmaran mêze dike, mirov hew dizane ku wêneyê Şahmaran li erdê hatiye xêzkirin, an Şahmaran li wê derê ye. Balkeşiya din jî ew e ku, cureya Margîskên (meqezer) ku li vê derê têne dîtin, cihên din zêde nayêne dîtinê.