Rewşenbîrî Wate.. Wîjdan, Berpirsyarî û Bargiranî?

Kurd24

Mihemed Hesko

Eger rewşenbîr wijdana û hişê milet e wek tê gotin, wê``Çand qîrîna ademîzade ye li hember çarenvîsa xwe ``wek Albêrt Kamo dibêj e. Erê eger rewşenbîr û ronakbîr nasîn û zanînên xwe nekin mertal ku pê bervaniyê li ax û mafê welatê xwe neke tawankar e, û karînên xwe bi hişekî vekirî û bi nirînên hûr û kûr nexîne xizmeta berjewendiyên doza gelê xwe, her tawankar e, ji ber ku ew bi helwest û xebatên xwe yên ramanî zimanhal, şervan û nûneratiya doza gel û welat dike?

Ev pêşgotin, bi helkefta hatina Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, roja ji dayîkbûna rojnameya Kurdistan ya ku di 22`ê Nîsanê sala 1898`an de li Qahîre paytexta Misrê, li ser destê Mîrê Rojnamegeriya Kurdî Mîr Miqdad Medhet Bedir-xan hate weşandin û di vê derbarê de mîr gotiye: ``Mebesta wê agahdarkirina Kurdan ji qewimînên dinyayê ye,nîşandayîna reyên zanistî û nasînê ye,û handana nivîsandin û xwendina bi Kurdî ye``. Belê gelê Kurd hemî bi vê helkeftê serfiraz û serbilind in, ji ber ku di vê rojê de ew jî wek miletên dinên cîhanê bûn xwedî alaveke girînga derbirîn, nasîn û danasînê, bi wateyek din bû xwedî desthilat ``Desthilata Çarem`` ku rojnamegerî pê hat bi navkirin.

Belê erk û karê rewşenbîr ew e ku pîlanên dijminan ji gel re aşkere bike û zor setemkariya dijmin û neyaran jî risawa bike, û ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna niştimanê xwe bi xurtî bi qîr e û bi xebite,û di hemû çalakî û hewlên xwe de li rastiya biger û li ber çavên ne tenê welatiyên xwe, lê belê li pêş xelkên cîhanê tiştan zelal bike,belê armanca wî ya serekî peydakirina û pêşkêşkirina rastiyan e,wek helbestvan Resol Hemzetov dibêje: ``Kesê ku li rastiyan bigere, xwe pêbendkir ku herdem li ser rê be.``

Mixabin ji ber rewşa dagîrkeriyê li Kurdistanê û ji ber zor û sitemkariya Osamniyan, rewşenbîr Mîr Miqdad Midhet Bedir-xan neçar ma ku li derveyî welêt rojnameya xwe çap bike, tevî vê yekê, ji sergêjî û serêşandina Osmaniyan rizgar nebû û her û her pirsgirêk jê re çêdikirin, lewra neçar bû ku berê xwe bide welatên Ewrupa yê û li wir rojanmeya xwe bi weşîne. Belê em dikanin bêjin ku, Mîr Miqdad Bedir-xan şoreşgêr û kesekî wêrek û xwedî nêrîneke rastpînî bû, û baş nirx û hêza peyvê zaniye û dît ku ew bi gotarên xwe wê bikraribe li hemberî tank û topên Osmaniyan raweste, û bi vê riyê wê Kurdan hişyar bike û xizmeta çand û zimanê Kurdî jî bike. 

Belê divê em pend û şîretan ji helkeft û salvegeran wergirin, ji ber ku şerê me bi dijminan re, şerê man û nemanê ye,eger bi Rojnamegeriyê re gotin ``Desthilata Çarem``, gelo ev serdema Enternêt, kenalên TV û torên ragihandina civaka sivîlên cûrbicûr ên ku cîhan kirin gundek, emê bi çi binav bikin, serdem an hevçerxa wêne ye, alava herî metisîdar û bi bandor e, ku mijyê bîner bi hêsanî tê şûştin û temaşevan dikeve rewşek ku nizane li derdora wî çi diqewime,wek nivîsjkarê Amerîkî Girîg Balast dibêje ``Mediya bi ser pêyên te de dimîze û dihêle tu bawerbikî ku ew baran e``

Hêvîdar im ku piştî derbasbûna 119 salan bi ser derçûna yekem rojnameya Kurd re, cihê dilxweşiyê ku niha çendîn rojname, kenalên televizyonî, malper û radyoyên Kurdî hene, hêviya min ew e ku hemû rojnamevan û mediyakar pêbendî sêncên karê rojnamegeriyê bin û berjewndiya bilind ên neteweyî di ser her tiştî re bigrin, û vê alava nûjen çekek gelek bihêz, bi bandor û metirsîdar e, em ne li dijî xwe bikar bînin. Û pîrozbahiyê li hemû rojnamevanê Kurdistanê dikim.

Şemî-22-04-2017