Li Bakurê Kurdistanê Ji Bona Xebateke û Rêxistineke Hevbeş Pêşniyarek

Kurd24

Neteweya Kurd, ji bona serxwebûn, azadî, desthilatdarî, serweriya xwe; ji bona ku dewleta xwe ava bike, 200 sal e ku têkoşîneke bê hempa ya milî û rizgarîxwaz û serxwebûnxwez didomîne.

Ev têkoşîna miletê kurd, hezar mixabin, di çarçeweke hevbeş de nayê domandin. Lewra Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şirînê bû du parçe û di sala 1923an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe.

Loma jî têkoşîma mieletê kurd, pêşî di sînorên du împeratoriyan de û pişt re jî di sînora çar dewletên kolonyalîst de hat domandin.

Hîç şik tune ye ku ji bona ku têkoşîna milî û dewletavakirina neteweya kurd di sînora çar dewletan de domand, pêvajoya tevgera milî ya Kurdistanêli her dewletekê cûda bû. Qerektera dewletên kolonyalîst taybetiyên cûda da tevgera milî ya netweweya kurd.

Loma jî Tevgera milî û dewletavakirinê; li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, li Iraqê di demên cûda de, bi rêxistinên cûda, bi metodên cûda domand. Hîn jî didomîne.

Tevgera milî ya Kurdistanê li her beşekî Kurdistganê di qonaxên cûda re derbas bû û hat gihîşt vê rojê.

Di ev dema ku em têde dijîn de, dema rewşa neteweya kurd û tevgera milî ya Kurdistanê li her beşên Kurdistanê bê şirovekirin, gelek bi hêsanî ev cûdabûn txûya dike.

Divê kurdperwer û kurd û kurdistanî, hîç şik tune ye ku di beşa xwe de xwe rêxistin bikin, têkoşîna xwe di beşên xwe de bimeşînin. Lê hemû beşên Kurdistanê bi hev re di nav hevkarî û piştgiriyek de bin. Ji bona pêşerojê, ji bona yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê derfet çê bikin.

Nûha jî ev yêka tê kirin. Li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî di destpêka sedsala 20an de di çarçewa rejîma Kemalîst de dest pê kir, heta îro domand.

Li Bakûrê Kurdistanê di vê merheleyê de hezar mixabin tevgereke milî ya sosyolojık, rêxistineke ku bersîva hewcedariya neteweya kurd bide tune ye.

Ez ji bona vê yekê pêşniyerekê pêşkêş dikim. Em kurd in. Kurd, neteweyek e. Neteweya kurd, li Rojhilata Navîn dijî. Kurd, neteweke kevn e. Neteweya kurd, xwediyê dîrokeke hezar salan e. Welatê neteweya kurd, Kurdistan e. Kurdistan, ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîstan de bûye çar parçe. Neteweya kurd jî, ji bona ku welatê wê bûye çar parçeyan, ew jî bûye çar parçe.

Kurdistan, welatekî kolonî ye. Koloniya, çar dewletan (Dewleta Tırk, Îran, Irak, Sûriye) e. Neteweya kurd jî, neteweyekî bindest, kolonî, girêdayî ye. Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî bê par e. Neteweya kurd, divê mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî qezenç bike. Qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike. Neteweya kurd, di qonaxa serxwebûn û azadiyê de ye. Ew jî bi têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî çareser dibe.

Têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî li Bakûrê Kurdistanê, têkoşîna hemû kesên kurd e. Hemû çîn û tebeqeyên kurd e. Hemû rewşenbîrên, gundiyên, karkerên, sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê ne. Kurdên sunî û elewî ye. Kurdên bawermand û bê bawermand e. Kêmneteweyên Kurdistanî ne. Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê ne. Hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanî ne. Yên hemû komeleyên siwîl e. Yên jin, mêr, ciwanên Kurdistanê ne.

Loma divê hemû kurd bi hev re di nav xebat û têkoşîna rizgarîxawaz û serxwebûnxwaz de bin.

Dema ku neteweya kurd mafên xwe yên milî qezenç neke û dewleta xwe ava neke, tu kesên xwediyê fikir û proje û sîstemê cûda nikarin armancên xwe pêk bînin.

Divê beriya her tiştekî em bibin xwediyê mala xwe yanî dewleta xwe. Ji bona xebata rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz û dewletxwaz jî xebeteke hevbeş û rêxistinî ya hevbeş pêwîs t e. Ji bona avakirina vê rêxistinê divê KONGREYEKE MILÎ bê li darxistin. Divê hemû berpirsiyarên çîn û tebeqeyên Kurdistanê; hemû rewşenbîrên Kurdistanê; berpirsiyarên gundiyên, karkerên Kurdistanê; sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê; Kurdên sunî û elewî; Kurdên bawermand û ne bawermand; Kêmneteweyên Kurdistanê; Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê; berpirsiyarên hemu rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanê; berpirsiyarên hemû komeleyên siwîl; berpirsiyarên jin û ciwanên Kurdistanê; beşdarî vê kongreyê bibin.

Ev bi hev re encama niqaşeyek û xebateke bi plan ya demokratîk bernameyek kurt û zelal; destureke demokrat û plûral û hiqûqa navnetewî dipejirîne; bipêjirînin. Rêxistneke hevbeş ava bikin.

Amed, 20. 02. 2018