Sûriye.. Destpêka dawiyê ye ?

Kurd24

Kongireya Diyaloga Netewî ya Sûriyê ya rojên li pêş, wê li Soçîyê bê lidarxistin, dikare roleke mezin di kifşkirina çarenivîsa Sûriyê de bilîze. Derbarê kongireya navborî, gellek zanyariyên nakokîbar têne ragihandin. Daxuyaniyên Moskow û Enqerê hevdu nagirin. Lê, kongire wê dîsa jî bê lidarxistin.

Demekê berî niha Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD), ya Kurd pêşengiya wê dikin, Reqa kontrol kirin û li Dêra Zorê jî çavkaniyên petrolê yên herî dewlemend kontrol kirine. Li ser wê rewşê Tirkiyê ji nû ve ji bo rêgirtina tevgerên dahatî yên Kurdan tevgerên xwe çalaktir kiriye. Hikûmeta Şamê bi tevî wan geşedanan jî, amadebûna xwe ji bo gotûbêjkirina pirsa otonomiyê ji bo Kurdan ragihand. Herweha eger heye ku Pûtîn ji bo pêşeroja çarenivîsa Sûriyê bi Trump re hevdîtinê bike.

Em dizanin ku Tirkiyê bêyî ku rast bi berxwedana Cebhet El-Nusra were, bi destûra Rûsya derbasî bajarê Idlibê yê Sûriyê bû û armanca wê ya sereke jî Efrîna di bin kontrola Kurdan de bû. Lê, em dikarin bêjin ku Kurdên ji serkeftina Reqayê îlham wergirtine, bi xwe dikarin berê xwe bidin Idlibê. Tevî ku Idlib di bin kontrola El-Nusra de ye, lê li wî bajarî gellek komên din jî hene, ku bi El-Nusra re xwedî nakokî ne. Eger Kurd berê xwe bidin Idlibê, karin wan nakokiyan bikar bînin. Lê, ji aliyê din ve ew yek wê Kurdan û artêşa Tirkiyê bîne hemberî hev.

Li gor nerîna min, Rûsya li dijî pevçûnan e di navbera Kurdan û artêşa Tirkiyê de û wê bizavan bike ku di navbera wan de şer neqewime. Mabesta min ne tenê li Idlibê, lê li tevahiya Sûryê ye. Lê, di wê pirsê de nikarim heman tiştî derbarê siyaseta Amerîka bêjim. Hizreke wisa peyda dibe, ku Amerîkî pêvçûneke wisa dixwaze. Lê, encam wê çi bin tenê Xwedê zane.
Ez wisa difikirim ku di gotûbêjên Astana yên vê dawiyê de, Tirkiyê li ser wan pirsan sekinî. Wek tê zanîn li Cenevê zêdetir pirsên siyasî, lê li Astana pirsên serbazî tên gotûbêjkirin. Ji bo nimûne di hevdîtinên dawiyê yên Astana de, pirsên paqijkirina herêmên mayinan û pevguhertina dîlan, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Opozisyon ji Esed daxwaz dike ku 12 hezaran zêdetir girtiyên di zindanan de serbest bêne berdan. Helbet Esed nikare mercekî wisa qebûl bike. Wek tê zanîn, Esed carekê girtî serbest berdan û encamên wê li holê ne.

Formata hevdîtinên Astana helbet ji bo çarekirina kirîza Sûriyê gellekî sûdmend e. Lê, ji ber rêzek sedeman, nikare rola sereke ya çareseriyê bilîze. Ji ber ku ji destpêkê ve hemû aliyên beşdar xwedî armancên cuda bûn. Ji bo nimûne motîvên Tirkiyê û Îranê ji her kesî re eyan in.

Bi nerîna min, Kongireya Diyaloga Netewî ya Sûriyê ya rojên li pêş, ku wê li Soçîyê bê lidarxistin, dikare roleke mezin di kifşkirina çarenivîsa Sûriyê de bilîze. Derbarê kongireya navborî de gelek zanyariyên nakokîbar têne ragihandin. Daxuyaniyên Moskow û Enqerê hevdu nagirin. Lê, li gor nerîna min, kongire wê dîsa jî bê lidarxistin. Niha li pêşiya Rûsyê ya ku bi tevî redkirina Enqerê jî, Kurd ji bo kongireya Soçîyê hatine vexwendin, pirsa hilbijartina di navbera tevlîbûna Kurdan yan jî windakirina yên din disekine. Şantajên bi vî rengî heya niha serkeftî bûn û tu gerentî tune ku vê carê jî serkeftî nebe. Lê her kes baş têdigihêje ku bêyî beşdariya Kurdan û pabendbûn bi berjewendiyên wan, kirîza Sûriyê nayê çarekirin.

Tiştê herî balkêş ew e, ku ev geşedan wê demê pêk tên, dema ku Şam ji bo otonomiya Kurdan amade ye, lê Kurd federasyonê dixwazin. Di vir de dibe ku gellek derdor bipirsin, ma Kurd gellek zêde naxwazin? Çima federasyon û ne otonomî? Diyar e ji ber ku kurd ji dîrokê ve baweriya xwe bi hikûmeta Sûriyê naynin, ji ber wê çendê dixwazin mafên xwe bi awayeke herî xurt misoger bikin. Ya duyemîn jî, nebaweriya li hember rêjîmê herweha ji ber sîyaseta Şamê ya li hemberî Kurdan a giştî ye. Heya van demên dawiyê jî, Şamê tu daxwazên Kurdan qebûl nekirin û tinazên xwe li wan daxwazan dikirin.

Nûnerê fermî yê Sûriyê li NY birêz Beşar Ceiferî sal û nîvekê berê, hevokeke wiha ji xwe re heq dît û got: Kurd dikarin otonomiyê tenê di xewnê de bibînin. Daxuyaniya wî ne ecêb bû. Ji ber ku wek adeta dewletên din yên herêmê, heya ku serê wan li dîwaran nekeve, tu qerebûyê nadin Kurdan. Lê piştî ji aliyê Kurdan ve Reqa û çend deverên din yên stiratejî li herêma Dera Zorê hatin kontrolkirin, serê hikûmeta Şamê li dîwar ket.
Bi taybet piştî bûyerên li Kurdistana Iraqê, Kurd êdî wisa difikirin ku hikûmetên herêmê dema tengav dibin, otonomiyê didin Kurdan, lê dema ji wê tengaviyê rizgar dibin wî mafî jî ji wan distînin. Mîrata dîrokî û zihniyet, destûrê nadin bi awayekî cuda hereket bikin. Tevî wê jî, Kurd destkeftên xwe rîske dikin. Lê, dibe ku hesabên wan rîskan jî dikin. Û li vir pirs derdikeve holê, gelo Kurd karin pişta xwe bidin Amerîka? Ez difikirim ku pêwîst e Kurd xwe bispêrin têgihiştina Rûsya û piştre jî ya Şamê. Ew yek jî vekirî ye ku Kurdên Sûriyê naxwazin xwe ji Sûriyê veqetînin. Û Şam jî gerek daxwazên Kurdan piştguh neke. Lê bi giştî di nav wan şert û mercên ku bûyerên îro yên li Rojhilata Navîn pêk tên, pêşbînîkirina pêşerojê zor e.

Di van demên dawiyê de, pirsa peydabûna şertên ji bo destpêkirina pevçûnên serbazî di navbera Amerîka û Rûsya de tê nîqaşkirin. Ez difikirim ku şertên cuda karin derkevin holê, lê egera pevçûnan ne li pêş e, ji ber ku şansê rastiyane yê Amerîka ji bo bidestxistina serkeftinê di vî şerî de tune ye. Lê, dijberî û rikeberî karin hîn tujtir bibin, Ji ber ku pirsa Esed wek berê daliandî dimîne û pirsa tekoşîna serdestiya li ser Kurdan a di pêşerojê de jî ne zelal e. Herweha, hereketên ektîv yên Erebistana Siûdiyê karin bibin çavkaniya zêde yên rageşiyê. Ji bilî wê, rewşa derûdora mana hêzên Tirkiyê li Sûriyê nayê famkirin. Îro Tirkiyê tebverên xwe bi Rûsya re rêk dixe, lê eger sibê Amerîka şertên xwe ferz bike, wê demê gelo Tirkiyê wê kê hilbijêre? Tevî wê, eger Enqera Amerîka hilbijêre, wê demê Tirkiya gerek neyê tawanbarkirin, ji ber ku ew dewleteke endama NATO ye. Diyar e ku Rûsya ji destpêka hevkariya bi Tirkiyê re ya li Sûriyê, zanîbû îmza xwe li ku datîne.

Lê, tê fêmkirin ku Rûsya bi destê Tirkiyê dixwaze rêzek herêmên Sûriyê ji komên terorîst paqij bike, herweha eger pêwîst be, bi awayeke nerasterê daxwazên Kurdan sînordar bike. Lê piştre wê çawa be? Û bê guman Îran. Kî kare îdî`a bike ku di pêşerojê de, ji bilî warê siyasî, wê rikberiyeke abûrî di navbera Îran û Rûsya de li Sûriyê çênebe? Eger Amerîka guvaşa xwe li ser Îranê zêde bike wê demê pozisyona Rûsya wê çawa be? Û em dibînin ku her tişt ber bi wê rewşê ve diçe û wê rola Îranê li herêmê û tevî wê li Sûriyê bê sînordarkirin. Gelo ev ji Rûsya re dest dide? Tiştek xerîb tune, tenê siyaseta rastiyane. Ji bo nimûne, heman dewleta Tirkiyê ya li Iraqê bi hevkariya Îranê li hemberî Kurdan çalak e, wê bi kêfxweşî çavdêriya bizavên Amerîka yên ji bo derxistina hêzên Îranê ji nav axa Iraqê bike. Ango, pêşnûma han ne carekê hatiye bikaranîn – bi destê rikberekî, rikberê din yan jî dijmin ji holê tê rakirin. Lê gelo Israîl çawa li van tiştan dinere? Eger kirîza Sûryê wê bibe kirîza Israîl û Îranê, gelo wê demê Rûsya wê çawa tev bigere? Bi gotineke din, pêşeroja Sûriyê dibe – hevkêşeya ku têde gelek fakterên nenas hene.

Lê tiştên herî balkêş di pêşerojê de ne. Îdî`ayên ku Rûsya, Amerîka yan jî hinekên din bi rehetî karin ji Sûriyê derkevin, tenê pêkenok in. Kesek ji wir naçe û ti kes êdî nayê wir. Çima Rûsya ji wir naçe, tê fêmkirin ku hebûna wê ya li Sûryê xwedî bingeheke yasayî ye, ji ber wê yekê jî, weteya wê ya çûnê tune. Amerîkî jî dev ji Sûryê bernade, heya ku qadên bandora xwe gerentî neke. Wê çawa be? Pir zelal e. Ji ber ku di rastiyê de qadên Amerîkî wê yên dagirkirî bin. Heman rewş piştî binketina Almanya Nazî jî derkete holê, li wir jî qadên dagirkirî hebûn (Birîtanya, Amerîka, Firensa) û wir li destpêkê kesî nedizanîbû wê çeranivîsa Almanya çawa be. Ji ber wê çendê ne diyar e ka Sûriye wê parçe bibe yan jî wê yekîtiya xwe biparêze. Her tişt li ser lihevkirina hevpeymanê û Rûsya dimîne, herweha gellek tişt jî bi lihevkirina di navbera Şam û opozisyonê de girêdayî dimîne. Em hêvî bikin ku hevdîtina dahatî ya Trump û Pûtîn zelalbûnekê bîne, her çiqasî em dereng ji encaman bihesin jî. Lê, tu kes li pêşîya me ne asteng e, ku em nerînên xwe vebêjin.