Gelo Kurd dikarin lîstikên xwe yên siyasî bilîzin?

Kurd24

Gotineke ha heye: xwîn diniqite dilê min. Tê maneya ku zêde ber xwe dikevî, dizêrî, xemgîn dibî. Îro kurd ketine wî halî, dema nûçeyên diltazîn ji Efrînê tên. Li wir xwîn dirije û dilikê merivan disekinin.

Ev hemû di rûyê wehîştîyên artêşa tirkan û çeteyên wan da tê serê kurdên sivîl û parastvanên Efrînê. Gelo xên ji kurdan êdî dilê kê dişewite? Gorî bêxemî û bêdengîya dewletên mezin, ku di hindava dakutana Tirkîyê di nav wê axê da nîşan dan, xema tu kesî jî nîne.

Û careke din pirsek serî hildide: çima kurd dîsa bi tenê man, bêyî parastin û piştgirîya dewletên cihanê? Ne axir gelek caran ew yek bûye: van dawîyan, dema tu kes hewil neda artêşa Îraqê bide sekinandinê, dema wê piştî referendûma li Kurdistana Başûr Kerkûk zevt kir. Meriv dikare bedbextîyên ku hatine serê gund û bajarên kurdan li Kurdiatana Bakur, ku tirkên leşkerên Erdogan pêk anîn, Cizîr û warên din kirine kelefe, bîr bîne. Em dikarin hovîtîyên li Kobanîyê, xweserîtî û wehşîtîya Daîş di hindava kurdên êzdî li Şengalê bîr bîne. Birîna Helebçê, ku hetanî niha jî kew negirtîye, ku Seddam Huseynê devbixwîn bi kîmîyabaranê di dehan hezaran kurd di nav çend deqeyan da kuştin yek ji wan bedbextîyên gelê me ne.

Kula ser kulan ra jî ew e, ku dewletên mezin rêxistinên kurdan yên sîyasî tu caran wek nûnerên gelê kurd nehesibandine. Kurd herdem jî di lîstikên sîyaseta cihanê da bûne alet. Bona DAY kurd lazim in wek hêzeke leşkerî di şerê dijî Daîşê da û wek aletê bona tesîr li ser Sûrîyê, Îranê û Îraqê bikin. Bona Rûsîyayê – ew bingehek e bona hukumî li ser Tirkîyê bikin û h.w.d.

Dewletên mezin nelihevî û bêtifaqîya kurdan bona berjewandîyên xwe yên li Rohilata Nêzîk bi kar tînin. Û kurd di bin defa wan da direqisin an jî didine reqisandin.

Bi rû va kurd gihîştine hinek serketinan. Federalîya Kurdistana Başûr li Îraqê, serketinên Kurdistana Rojava li Sûrîyê, ku li wir de-fakto otonomîya kurdan heye. Lê bingehên wan ne xurt in.

Kurdan qîmetê wan serketinan yên rasteqîn piştî referendûma li Kurdistana Başûr û niha jî li Efrînê texmîn kirin. Wisa dihate texmînkirin, ku piştî wê yekê, ku hêzên kurdan yên çekdar ji bo rizgakirina axa Sûrîyê ji dest Daîşa hov gelek şehîd dan, di êrîşa li ser Reqqayê – paytextê Daîşê li Sûrî – giranîya sereke hildan ser milên xwe, pêşergeyan di rizgarkirina Mûsilê da roleke mezin lîstin, dewletên mezin gerekê kurd hêjayî azadîyê bidîtana, lê ew yek ne qewimî. Derheqa kurdan û serketinên wan da zû jibîr kirin. Ango, dema kurd lazimî wan in, ew pesinê kurdan didin, lê hema karê xwe bi wan didin meşandin, êdî kurdan piştguh dikin, guh nadin mafên wan, hela di ser da jî çavên xwe ber êrîşên li ser kurdan digirin.

Nayê hesabê dewletên mezin, ku pirsgirêka kurdan di her çar perçeyên wê da bê çareserkirinê. Ji wan ra dest dide, ku bi destî kurdan pirsgirêkên xwe yên taktîkî û stratêgî li wê herêmê çareser bikin.

Niha pirseke giring tê guftûgokirinê: kurd gerekê hêvîya xwe bidine ser kê, ji xwe ra kê dost hilbijêrin: DAY an Rûsîyayê? Dibe seûdîyan? An jî Îsraêlê?

Êdî bes e ku kurd rola duyemîn bilîzin. Dem hatîye, ku kurd hêzeke serbixwe bin, dijberîyên di navbera dost û dijminên xwe da bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. Îro bêy kurdan tu pirsgirêkeke li Rohilata Nêzîk nikare bê çareserkirinê. Ew yek wê dike hêzeke xurt, ku hemû alî û welat gerekê pê ra hesaban bikin.

Ez ser wê bawerîyê me, ku gerekê kurd terka wê yekê bidin, ku ji xwe ra ”dostekî amin” peyda bikin. Dostên wisa tunene. Wek berê, dostên kurdan çiyayên Kurdistanê ne. Berjewandîya kurdan ya sereke gerekê Kurdistana serbixwe be. Ew hêz dikarin dostên me bêne hesibandin, yên ku alî gihîştina wê armancê dikin, lê dijmin ew in, ku li ser riya wê armancê dibin asteng. Rêberên kurdan di sîyaseta xwe da gerekê vê yekê herdem bidine ber çavan. Belê, lîstika li ser dijberîyên dewletên cihanê yên mezin lîstikeke dijwar, bi xeter û zehmet e. Lê ewê bibe lîstika kurdan, ne ya xelkê.

Gelo kurd dikarin lîstikên xwe bilîzin? Ev pirsa sereke ye. Eger bi serî xwe bilîzin, hilbet, wê nikaribin. Lazim e di hêla leşkerî, sîyasî û aborî da di navbera hemû kurdan da hemahangî û hevgirtin hebe.

Her hêzeke Kurdistanê ya leşkerî-sîyasî, ku xwedî qedir û hurmetê ye, dikare vê pêşnîyarê bike. Pirsdanîna rêxistinên kurdan yên civakî, çapemenî, rêberên navdar gerekê ber hev da daxun, çareyekê bibînin.

Eşkere ye, ku tenê yekîtîya kurdan dikare meselê hel bike. Lê li ser riya yekîtîyê gelek kelem û asteng hene. Bona wana safî bikin, lazime sîstêmeke guftûgokirinê û çareserîyê bibînin. Ez ser wê bawerîyê me, ku di wî karî da nûnerên diyasporayên kurdan dikarin roleke mezin bilîzin, ku dervayî Kurdistanê dimînin. Ewana dikarin di dema hevraxeberdanan bibin navçîgar.

Pirsa îroyîn ya sereke pirsa Efrînê ye. Gerekê kurdên wê beşa welatê me bi tenê nehêlin. Kurdên perçeyên din gerekê rêyeke piştgirîkirinê bibînin. Bona bikaribin bi xurtî ber xwe bidin, heta çilka xwîna xwe a dawî şer bikin, Efrînê bikine Lênîngrada duduyan, gerekê alîkarîya her alî bidine birayên xwe, him ya leşkerî, him ya sîyasî û him jî ya hûmanîtar.

Eger yekîtîya taktîkî ya bi Sûrîyê ra (herwiha bi Rûsîyayê ra jî) hilbijêrin, û bi wê yekê va jîyana merivan biparêzin, ew biryar gerekê ji alîyê hemû rêxistinên kurdan da bê piştgirîkirinê. Çi jî hebe, gerekê kurdên Efrînê bi tenê nehêlin.

Li Efrînê kurd ketine nava telikê, dora wan hatîye girtin, eva êdî cara çendan e kurd bûne xurê sîyaseta dewletên mezin. Eger niha jî rêberên kurdan ji van hemûyan dersan hilnedin, nikaribin nelihevîyên di nava xwe da çareser bikin, pirsgirêkên ku wana dûrî hev dixe nedine alîyekî, sibê rewşeke ha dikare li perçeyên Kurdistanê yên din jî biqewime.