Li Sûriyeyê Qonaxek û Senaryoyên Nû. Divê Kurd Çi Bikin?

Kurd24

Li Sûriyeyê gûhertinên gelek bi lez tên rojevê. Loma em jî li dû qewimandinên li Sûriyeyê baz didin. Lê dema ku hîn qewimandinek encam neda, qewimandinên nû tên rojevê.

Wek tê zanîn li Sûriyeyê li ser du qewimandinan şirove û niqaşeyan dom dikir. Ev dû mijarên girîng: Mijarek Efrînê bû. Mijarek jî, vekişandina leşkerên Emerîkayê ji Sûriyeyê bûn. Lê operasyona li dij Rejîma Baasê pêşiya her bûyerekê girt.

GELO DEWLETA TIRK Û RÛSYA DI PIRSA EFRÎNÊ DE LI DIJ HEV IN? OPERASYONÊ NEKOKÎ LI PIŞT XIST?

Wek tê zanîn beriya ku Dewleta Tirk li hemberı Efrînê dest bi operasyona û îşgala leşkerî bike, guhên dinyayê û kurdan û herêmê li Rusyayê bûn, ku Rûsya dê ji Tirkiyeyê re qada hawayî veke, an veneke?

Di encamê de derket holê ku Rûsya îzin dayê dewleta Tirk ku dikare li hemberî Efrînê operasyon bike.

Dema ku îzina Rûsyayê aşkere bû, mijara girîng ya duyemîn jî ew bû ku “gelo di navbeyna Dewleta Tirk û Rûsyayê de çi peyman çêbûye?”

Ez bi xwe di wê baweriyê de bûm ku Dewleta Tirk soz daye Rûsyayê ku piştî ku PKK/PYD ji Efrînê paqij bû, ewê Efrînê teslîmî Rûsyayê yanî rejîmê bikin.

Beriya ku operasyona Dewleta Tirk li hemberî Efrînê dest pê bike, ji PKK/PYDê daxwaz kiribû ku ew Efrînê radestî Rejîmê û wan bike. PKK/PYDê ev yeka red kir.

Ew jî dihat wê wateyê ku heger PKK/PYDê Efrîn radestî Rûsyayê bikira, Rûsyayê îzin nedida ku Dewleta Tirk li hemberî Efrînê operasyonê bike.

Di encamê de Dewleta Tirk Efrîn îşgal kir.

Beriya vê hefteyekî Rûsyayê ji Dewleta Tirk daxwaz kir ku Dewleta Tirk Efrînê radestî Rejîma Baasê bike. Helwest û bersîva Dewleta Tirk neyênî bû. Gotin ku “ev daxwaza we şaş e. Em dê kîngê û Efrînê teslîmî kê bikin, em dizanin.”

Helwesta dewleta Tirk diyar kir ku di navbeyna Dewleta Tirk û Rûsyayê di derbarê Efrînê de peymanek tune ye.

Derket holê ku Rûsya wek dewleteke super gelek bi amatorî tevgeriya ye.

Nerînên herdu terefa nekokî û pirsgirêk derxist holê. Şik tune bû ku ev nekokiya dê kûr û fireh bibûya. Lê Qetlîama Dûmayê û piştî qetlîamê operasyona Emerîka, Fransa, İngiltereyê bû sedem ku ew pirsa ji rojevê derekeve û bibe mijara duyemîn.

LI SER TERÎFA OPERASYONA DIJ REJÎMA ŞAMÊ NERÎNÊN CUDA HENE…

Dewletên li dijî Rejîma Şamê operasyon pêk anîn, lê di armanca operasyonê û terîfa operasyonê de cuda difikirin.

Ew jî di pêşerojê de li ser jiyan û çareseriya Suriyeyê bandorek cûda û nexweş pêk bîne.

Bes terîfeke hevbeş heye, ew jî, dibêjin ku operasyon ne li dijî Esat û Rejîmê ye. Armanca operasyonê tenê pêşî li çekên kîmyevî girtine.

PİŞTÎ OPERASYONA LI DİJÎ REJÎMA ŞAMÊ, DERKETINA LEŞKERÊ EMERÎKAYÊ JI SÛRIYEYÊ DÊ DERENG BIKEVE…

Beriya operasyonA li dijî Rejîma Şamê, Serokdewletê Emerîkayê da xûya kirin ku wan li Rojhelata Navîn 11 Trîlyon Dolar meserîf kiriye, lê qezenceke wan nebûye.

Loma Jî dê leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikşînin.

Dîsa Emerîkayê  got ku “divê dewletên din rîsk bigrin ser xwe. Heger Siûdî Erebîstan dixwaze ku leşkerên me li Sûriyeyê bimînin divê meserîfê me bidin.”

Gelek aşkere Emerîka bû parsek.

Lê Pentagonê nerîneke din diyar kir. Got ku “nûha derketina leşkerên Emerîkayê ne di rojevê de ye.”

Vê yekê jî derxist holê ku dîsa serê Emerîkayê tevlihev e. Emerîka li Sûriyeyê xwediyê stratejîyeke diyardar nîne. Rojane tevdigere.

Lê piştî Qetlîam û operasyona li dijî Rejîma Şamê, Emerîka diyar e ku nûha nikare leşkerên xwe ji Sûriyeyê bikşîne. An jî ji bona ku berjewendaiya dewleta xwe ya super biparêze, divê li ciyê xwe dewletên hevpeyman îkame bike.

Ji aliyekî de jî diyar kirin ku hêzeke leşkerî ya nû ava bikin.

FRANSA Û ÎNGILTERÊ DÊ LI SÛRIYEYÊ JI BERÊ ZÊDETIR BIBE AKTORÊN XÛRT…

Beriya Qetlîama Dûmayê û operasyona li dijî Rejîma Şamê, Fransayê diyar kir ku dê bi awayekî xûrt beşdarî rewşa Sûriyeyê bibe. Ji bona vê jî leşkerên xwe şandin Menbîçê.

Ev biryara wan piştî daxûyaniya serokdewletê Emerîkayê hatibû pêşkêş kirin.

Fransa û Îngilterê diyar e ku dê ji berê zêdetir li Sûriyeyê xwediyê rolekî bin.

Sûriye, kolonî ya Fransayê ya kevn e.

Îngilterê xwe xwediyê Rojhelata Navîn dizane.

Peymana Sykes Pico bi destê Fransayê û Îngîltereyê çê bû. Rojhelata Navîn gorî vê peymana hat parçe kirin. Bi taybetî jî Kurdistan û neteweya kurd ji vê peymanê zirar dît. Kurdistan bû çar parçe. Pêşiya dewletbûna Kurdistanê hat girtin.

RÛSYA Û ÎRAN NIKARE WEK BERÊ SIYASETA XWE BI HÊSANÎ BIMEŞÎNE…

Rûsya û îran gelek aşkereyê ku xwediyê Sûriyeyê ne. Heger Rûsya û îran nebûya, Rejîma Baasê nedikarî ku li ser piya bimîne û jiyana xwe heta îro bidomîne.

Loma jî Rûsya û Iran, gor hesab û planên xwe li Sûriyeê tevgeriyan. Ji xerabiya Rejîma Şamê re bûn alîkar. 

Operasyona Emerîkayê, Fransayê, Îngiltereyê him li dijî Rejîma Sûriyeyê û him jî li dijî Rûsyayê û Îranê ye.

Lê wan nikarî bersîvekî xûrt bidin.

Loma jî nûha şûnde ya an dê hîn zêdetir agresîv bin, an jî dê mecbûr bûn ku gav paşve bavêjin.

Bi kurtî Rûsya û Îran nikarin wek berê siyaseta xwe bidomînin û hespên xwe bidin bazdan.

DEWLETA TIRK HETA DAWÎ NIKARE SIYASETA NAVÎN BIMEŞÎNE…

Aşkere ye ku Dewleta Tirk, him endamên NATOYê û muteffîqê Rojavayê. Li Suriyeyê armanca wan ya Dewletên Rojava û Emerîka ne wek hevûdu ye. Emerîka bi taybetî bi PKK/PYDê re alîkar e. Dewleta Tirk jî nûha PKK/PYD ji bona xwe dijmin qebûl dike.  

Lê li Sûriyeyê jî, bi Rûsyayê û Îranê re di nav tîfaqeke xûrt de ye.

Di operasyonê de jî siyaseta navîn û dualî meşand.

Lê piştgiriya xwe ji operasyonê re nîşan da.

Diyar e ku NATO û Rojava jî dixwaze ku partnera xwe Dewleta Tirk ji tîfaqa Rûsyayê û Îranê biqetîne.

Sekreterê Giştî yê NATOYê loma hat seredaniya Dewqleta Tirk. Ji qiymeta Dewleta Tirk ji bona NATOyê derxist ewiran.

Fransayê gelek aşkere diyar kir ku bi operasyonê Dewleta Tirk ji tîfaqa Rûsyayê û Îranê dûr xistine.

Ez jî di wê baweriyê de me ku Dewleta Tirk heta dawiyê nikare siyaseta dualî bimeşîne.

Dewleta Tirk li ser rêya veqetinekê ye.

DIVÊ KURD GUHERTINAN JİNÛVE BI AWAYEKÎ ZÎREK BIXWÎNIN Û ŞIROVE BIKIN…

Piştî operasyona li dijî Rejîma Baasê jî divê kurd opsiyon û pozîsyona xwe ya li hemberî Rejîma Baasê bidomînin.

Li Sûriyeyê ji gûhertina Rejîma Baasê re piştgir û daxwazkar bin.

Lê dema ev yêka xwestin jî, nikarin wek wereban tev bigerin. Divê hîn rasyonal û bi aqil tevbigerin.

Raste rast nebin dijminên tu dewletên mezin, lê  di hemandem de nebin dûvikê dewletê mezin jî.

Divê ku kurd ji siyaseta PKK/PYDê re nebe alîkar. Bi îsrar daxwaz bike ku PKKê ji Rojavayê Kurdistanê dûr bikeve.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî nebin qûrbanê şerê wekaletê.

LI SÛRIYEYÊ NIVÎSANDINA ÇÎROKEKE NÛ DEST PÊ KIR…

Di encamê dikarim bibêjim ku li Suriyeyê 8 sal in ku çîrokekê dinyayê bû. Her roj û her wext din av qewimandinên nû de bû.

Piştî operasyona li dijî Rejîma Baasê jî, li Suriyeyê nivîsandina çîrokeke nû dest pê kir.

 

Amed, 18. 04. 2018