Abdullah Gul dê bibe Serokê Tirkiyeyê

Kurd24

Di dîroka Tirkiyeyê de her tim îspat bûye ko hikûmetek an di encama derbeyeke leşkerî, an jî di encama krîzeka aborî de têk çûye.

Dema AK-Partî di sala 2001`an de bi kadirên herî girîng yên Tirkiyeyê hatibû damezirandin, Tirkiye di nav krîza aborî de bû û nêzikê 15 hezar kompanya top avêtibûn û lîreya tirkî nirxê xwe bi dijwarî kêm kiribû.

Ji ber krîza aborî di sala 2002`an de, biryara hilbijartineke pêşwext hatibû dayîn û AK-Partî di wan hilbijartinan de serket û tena serê xwe hikûmeta Tirkiyeyê bidest xist. Lê heman AK-Partî niha bixwe, bi krîzeka aborî re rû bi rû ye û ji siyaseta nû ya Erdoganî wisa xuya dike ko dê aboriya Tirkiyeyê têk biçe û ev jî dê bibe dawiya wî. 

AK-Partî dema di sala 2002`an hatibû ser hikûmeta Tirkiyeyê bi welatên rojavayî û Amerîkayê re lihevkirî bû.  Hetta Erdogan bi xwe gotibû; ew Hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn  a Amerîkayê ye. Lê niha digel Amerîkayê ji ber azadnekirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, di nav şerekî dijwar de ye. Wisa xûya dike ko ev şer, dê demek direj berdewam bike. Ji ber ko li Amerîkayê çend lêpirsînên ciddî, li dijî HALKBANKê bi rê ve diçe û hikûmeta Tirkiyeyê bi şikênandina dorpêça li dijî Îranê û spîkirina pereyên reş yên Îranê tê tohmetbarkirin. Tê pêşbînîkirin ko Amerîka, dê milyardolaran ceza bide Tirkiyeyê. Ji ber encamên doza HALKBANKê, Tirkiye gelek ditirse. Lewra çend rojan berî niha Wall Street Journal eşkere kir ko Tirkiye beramberî azadkirina Andrew Brunson, daxwaz ji Amerîkayê kiriye ko lêpirsînên HALKBANKê bi dawî were. Lê Amerîka, vê bazariyê red kiriye.

Dema AK-Partî hate damezirandin, bi Yekîtiya Ewropayê re jî dost bû û gelek reformên ciddî kir. Li dijî zexta Serokerkaniya Tirkiyeyê ya li ser siyaseta sivîl derket. Demokrasî û maf û azadiyên bingehîn pêşvetir bir. Li zanîngehan beşên Kurdnasiyê vekir û kanaleke TRTyê da kurdan. Di encama van gavan de, di navbera PKK û Tirkiyeyê de pêvajoyeke bi navê aşitiyê destpê kir û şer 3 sal rawestiya. Ji ber ko AK-Partî xwedî armancên siyasî   yên vî awayî bû, Yekîtiya Ewropayê di sala 2005`an de pêvajoya danûstandina endamtiyê digel Tirkiyeyê dabû destpêkirin û Tirkiye ji derfet û alîkariyên aborî yên Ewropayê milyar dolaran qezenç kir, aboriya wê ji krîza 2001`an derket.

Lê niha Tirkiye bi Ewropayê re jî di nav şerî de ye. Yekîtiya Ewropa alîkariyên xwe yên bo Tirkiyeyê kêm dike û di demek nêzik de jî pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê dê rawestîne. Ji ber ko Yekîtiya Ewropa, gelek caran Tirkiyeyê bi  dûrketina ji hêjayiyên Yekîtiya Ewropayê û bi binpêkirina maf û azadiyên bingehîn tohmetbar dike.

Ji alîkî din ve jî Tirkiye digel cîranên xwe jî xwedî pêwendiyek aloz e û li hemû perçeyên Kurdistanê siyasetek dijîkurd bi rê ve dibe. Di operasyona Efrîn û Mertala Firatê de ji milyar dolarek zêdetir pere hate xerckirin û ev siyaseta militarîst jî bandoreke xirab li aboriya Tirkiyeyê dike û ev sedemên henê nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî dê bibe bingeh û sedema avakirina partiyeke nû. Ev partiya nû dê di pêşengtiya Abdullah Gul de ava bibe û Yekîtiya Ewropa jî dê pişta wî bigre. Lewra têgihiştina siyasî ya Abdullah Gul bi hejayiyên Ewropa û Amerîkayê re lihevkiriye. Di demên dawî de jî gelek caran bi awayek nerasterast rexne li Erdogan girtibû û bi giringî behsa berevaniya serweriya hikûqê kiribû. Dijbûna xwe ya beramberî sîstema seroktiyê jî anîbû ziman. Li gor wî sîstema seroktî dijî serbixwebûna erkan e. (Parlemento, Serokomarî, Dadgeh) Ji ber vê yekê welatên Ewropî Abdullah Gulî nêzikê xwe dibînin.

Abdullah Gûl digel piştgiriya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dê piştgiriya kurdan jî werbigre. Lewra siyaseta Erdoganî a dijkurd a beramberî başûr û rojava û bakurê Kurdistanê, di nav kurdan de nerazîbûnek mezin daye peydakirin û kurdên bakurê Kurdistanê di navbera AK-Partî û HDPyê de bêbedîl û neçar mane. Abdullah Gul dikare ji bo wan  kurdan bibe bedîl. Herwiha kurdên wekî Hûseyîn Çelîk û Cûneyd Zapsu dê di nava vê partiyê de cih bigrin. Bi taybetî Cûneyd Zapsu navek stratejîk û girîng e.

Ger di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Seroka Iyî-Partiyê Meral Akşener ji namzetbûna Serokomariyê vekişabûya, Abdullah Gul bixwe eşkere kir ko, ew dibû namzetê hevbeş a opozîsyona Tirkiyeyê. Li gor min bi egerek mezin beramberî Erdoganî serdiket. Jixwe Erdogan, ji ber vê tirsê berdevkê xwe Îbrahîm Kalin û Serokerkanê wê demê Hulusî Akar bilezgînî rêkir cem Abdullah Gul. Ji Abdullah Gul daxwaz kir ko bila nebe namzetê Serokomarkiyê.

Lê Abdullah Gûl ranaweste. Ew li Tirkiyeyek aloz de bedîlek xwedî ezmûn e û ji zêdtir 40 salan di nav siyasetê de ye. Di nav civaka Tirkiyeyê de xwedî cemawerek ciddî ye. Berî niha çend mehan jî digel 28 serokeşîrên kurdan kom bûbû. Ev kombûn û hewla nazetbûna wî ya bo Serokomartiyê, AK-Partiyê tirsandibû.

AK-Partî çawa ko piştî krîza aborî ya sala 2001`an bi hilbijartineke pêşwext hate ser hikûmeta Tirkiyeyê, dê di sala 2019`an de jî bi heman awayî ji hikûmeta Tirkiyeyê were xwarê.

Ango di sala 2019an de Serokê Tirkiyeyê Abdullah Gul e.