Cenga ragihandina Turkiyê bi ser Efrînê de

Kurd24

Li gel cenga hovane ku artêşa Turkiyê û çeteyên xwe yên Hemahengiya Sûriyê ji hêzên tundraw bi ser bajar û mirovên Efrînê de dibarînin, ragihandina Turkiyê cengeke din, ne kêmtir bi ser Efrînê de birêve dibe, li esîmanan balafirên Xwedênenas, li ser qadê Ehrîmanên bi cilên leşkerî û rihên dirêj.

Avakirina rewşeke ji ne aramî û tevlîheviyê li cem nişteciyan di hundirê bajarê Efrînê de. Ev e armanca kampaniya ragihandina Turkiyê, carnan endamên tundraw gefan bi kuştin û serjêkirinê li mirovên Efrînê dixwin ku kesên gawr in, carnan endam in din bi kalên Efrînê re dipişirin, di hewildanekê de ku dagîrkerê turk dilovan e, radihêje mirovahiyekê, berûvajî ku em danezan dikin.

Ev hewildan kiryarên artêş û çeteyên Turkiyê li ser qadê wê rastî derewê tînin, reva mirovên Efrînê ji gundê xwe di encama hovîtiya artêş û çeteyên Turkiyê de, kuştina zarokên bêguneh û armancgirtina sivîlan, di qirkirinekê de, ku ber bi guhertina demogirafiya Efrînê de diçe. Efrîna kurd, berî ku çemê Ferat Silêman Şah bipajiqîne, weke ku şervanên kurd, îro neviyên Silêman, li ser axa Efrîna pîroz û çiyayên ku cîranên esîmanan dipejiqînin.

Erdoxan, di cenga xwe de hewil dide vîna mirovên Efrînê bişkîne, rewşeke ji nebaweriyê bi siberoja ku li hêviya wan ava bike. Erdoxan, dema di vê cenga xwe de biser bikeve wê pêdivî tune be ku leşkerên xwe derbas bike û cenga xwe lidar bixe, lewra hemî rêyan dişopîne, hemî kaxezên xwe, di cenga xwe de desttêkel dike, lidarxistina yekîneyeke leskerî ji jinên Sûriyê yên di kampên penabariyê de li Turkiyê dikeve heman çarçewa kampaniya Erdoxan de. Jinên ku temaşevan bîr dibe ku çawa nikarin pira li paş xwe di dîmena kamîrayê de derbas bikin, ta ku karibin cenga şervanên jin yên kurd bikin, ku fêr bûne cenga hebûnê, weke fêrbûna jiyanê, her wiha desttêkelkirina çend kesên kurd di nav çeteyên xwe de, ku her dem, di civaka kurdî de hebûn, her wiha, her dem, di hemî civakan de.

Qîrîna dawî ji Erdoxan ber bi Natoyê de bû, di hewildanekê de ku Natoyê desttêkel bike di cenga xwe de li Sûriyê, xwe diyar bike, weke kesekî bêguneh, radihêje nameya aştiyê, ku mirovên Efrînê wê baş nas dikin, her wiha, berî wan mirovên Nisêbîn û Şernexê.

Lîstika Erdoxan bi ser şervanên kurd re derbas nabe, ku derbas dibin dîrokê bi berxwedan û lehngiyekê, di cîhanekê de ku pişta xwe daye şewata zarokên Efrînê, bi ser mirovên Efrînê re derbas nabe, yên bi axa xwe ve girêdayî, weke girêdana rehên darên zeytûnên xwe di evrazên çiyayên xwe de, li vir pirs ji ragihandina kurdî re dimîne, ji karîna ragihandina kurdî re, ku çendî dikare li ber kampaniya ragihandina Turkiyê raweste, dikare kampaniyê rawestîne, bi ziman û gotareke ku me hemiyan li der dora xwe kom bike, li ser berxwedanê, li ser serkeftinê û parastina Efrîna ku bûka bajarên rojavayê Kurdistanê.