Sê hevkarên bigûman2 (meha hingivîn qediya!)

Kurd24

Xûya ye meha hingivîn a di navbeyna Moskow, Tehran û Enqere de qediya. Babetên  nakok di nav aliyan de, ku di meha hingivîn de paş çav hatibûn girtin, hêdî hêdî tên ser mêzê. Alî, niha perspektîf û berjewendiyên xwe tînin ziman.

Rûsya, wekî aliyê bibandor di hevkariya biguman de, kertên xwe vekirin.

Moskow dibêje: Pêvajoya Astana, pêvajoya Soçî, deverên hestyar li Suriye di bin bandora min de ne. Enqere dive rêzê li helwêstê me werbigre. Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova bi zimanek eşkere Serokomarê Tirkiyê Erdogan rexne kir.

Em wêneyê proseya Soçî bigrin dest.

Rûsya got: Aliyên li Soçî beşdarbin, dive rêzê li hukimeta Suriye û Serokê Suriye Beşar Esed bigrin.

Iran: Ji xwe pirsgîrêk di vê babetê de nîn e. Ne tenê piştgirê Esed e, liser hukimeta Suriye û Esed bi xwe jî xwedî bandor e.

Tirkiye: Nezelalî her roj zêdetir derdikeve pêş. Berî demekê diyarbû ku, Enqere dê ligel hukimeta Suriye bikeve nav pêwendiyan de. Lê, di nav hefteyê de Erdogan li Tûnis, Esed wetî terorist û kujer binav kir…

Niha ev her sê hevkar dê çawa bikaribin, bi van helwêstên xwe yên cuda û di bîngeh de dijber bikaribin garantorên hevpar ên civînên Astana û Soçî bin?..

Tirkiye di babeta Orşelîmê de qiyamet rakir.

Rûsya helwêstek zelal û vekirî ji raya giştî re eşkere nake. Di bin mêzê de pêwendiyek herî bihêz ligel Israilê birêve dibe û pêwendiyek lawaz ligel Filistiniyan.

Iran, bi devê Rêberê Komara Islamî Hameney daxûyaniya encamî ya Konferansa hevkariya Islamî rexne kir û dijberiya xwe nîşan kir…

Iran û Tirkiye di bikaranîna yariya Filistinê di siyaseta xwe de dinav rikberiyê de bûn, piştî meha hingivîn ku ev nakokiya xwe veşartin, niha derket hole û li pêş her dû rikberan e – kî yê zêdetir Hamas bixe kontrola xwe, kî yê zêdetir yariya Filistinê di siyaseta xwe de bikar bîn e?

 Suriye ji hêzên Tirkiye dixwaze, ji xaka Suriye derkevin. Wan wekî dagîrker binav dike. Îran niha zelaltir tine ziman: alî dive rêzê li helwêstên Suriye bigrin. Tirkiye guh nade…

Meha hingivîn qediya! Di nivîsa berê de min diyarkiribû: ev hevkariya bigûman demkî ye. Ew dem zû hat! Niha ji hevkariyê zêdetir, pirsên nakok derdikevin pêş!...

Dijberiya Kurdistanê jî, ku alî anîbûn nêzîkî hevûdu, di pirsgîrêk, perspektifên cuda, berjewendiyên cewaz, mentaliteya êrîşbar ên Mellayên Îranê û Osmaniyên Nû de, dê hev bikaribe bibe hevîrtirşê hevîrî…

Hewlêr 20 Berçile 2017