Avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê Şoreşeke Siyasî Milî Ye

Kurd24

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed jî, di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

….”     

Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumet ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:

Serokê Hikumetê: Hecî Bab Şêx,

Wezîrê Berevaniyê: Mihemed Hûsên Seyfî Qazî,

Wezîrê Post û Têlgirafê: Kerîm Ehmedî,

Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî,

Wezîrê Karê Navxweyî: Mihemed Emîn Mueyînî,

Wezîrê Karê Derve û Şêwirê: Hecî Rehman Îlhanzade,

Wezîrê Çûnûhatinê: Îsmaîl Îlhanzade,

Wezîrê Aboriyê: Hecî Mistefa Dawidî,

Wezîrê Bezirganiyê: Ehmed Îlahîzade,

Wezîrê Çandiniyê: Mehmud Velîzade,

Wezîrê Xebatê: Xelîl Husrevî,

Wezîrê Propagandayê: Sidiq Heyderî,

Wezîrê Dadweriyê: Mele Husên Mecîdî.

Wezîrê Tendûristiyê: Seyîd Mehmed Eyyubî.

Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin,  pejirand.

Projeyên ku Hatin Pêkanîn…

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî.

Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.

Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.

Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.

Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.

Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.

Wek peymaneke civakî makezagon amade bû. Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.

Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.

Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî…

Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê qut kir.

Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilat Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmeta neteweya kurd.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.

Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêkanî. Xwest ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.

Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm girt û piştî şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê bû.

Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wan…

Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.

Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû…

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.

Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.

Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.

Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:

“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:

“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”

Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû. Beşbûna Kurdistanê û Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê terîf kirin.

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.

Encam…

Ez dikarim bibêjim ku di dîroka neteweya Kurd û Kurdistanê de avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, gaveke girîng û stratejîk bû. Kurd di sedsala 20an de dibûn xwediyê dewleta xwe.

Ew dihat wê wateyê ku xebata serokê Kurdistanê Ubeydullah Nehrî, Simko Axa, Şêx Mehmud Berzencî, Şêx Ebdûlselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîranê, Seyîd Rizoyê Dersîmê, îhsan Nûrî Paşa û hemû pêşengên din encameke dîrokî da bû.

 Avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şoreşeke bê çek bi riya siyasî û rêxistinî û milî û demokratîk pêk hat.

Ew bi serê xwe şoreşeke dîrokî bû.

Amed, 18. 01. 2019