Tengahî

Kurd24

Ne demeke dûr û dirêj, ji vir du sê sal berê rojeva sereke ya Tirkiyê pirsa Kurd bû.  Hewldanên jibo çareseriya pirsa Kurd ji aliyê piraniya civata Tirkiyê bi erênî dihatin pêşwazîkirin. Hikumeta AKPê li himber êriş û zextên MHPê û şovenîstên din, pêvajoya çareseriyê diparast û berxwedidan. Pirsa Kurd ne wekê mijara teror û asayîşê, lê wekî mijareke maf û azadiyan, wek pirsek rewa û wekheviyê dihat nirxandin. Êdi ne mimkun bû ku Tirkiye carek din vegere rojên berê, dema şer, pevçûn û wêrankirinê. Lê ew tişteke ku divê nebûya, bû. Heta ji berê xiraptir jî bû.

Em, sala çûyî, pêvajoya referandûma sexwebûnê bînên bîra xwe. Seranserê dinyayê Kurd rabûbûn ser piyan. Dilê 50 milyon Kurd jibo serxwebûnê lêdidan. Doza serxwebûnê dozeke meşru û li gor hiquqa navneteweyî bû. Kurdistaneke serbixwe di heman wextê de di heremê de kêrê aştî û aramiyê jî dihat. Li gor van nêrîn û diyardeyan piraniya dinyayê li pişt sexwebûna Kurdistanê bû. Yan jî pêşbînîyên siyaseta Kurd di vê îstîqametê da bûn. Lê paşê her tişt berovajî bû. Belkî her tişt dikaribû bibûya, lê tu kesê texmîn nedikir ku wê Amerika rê bide ku artêşa Irakê (Hûn wek artêşa İranê bixwinin) Kerkukê, dile Kurdistanê dagir bike. Ew Emerikaya ku ji ber qehremaniya di şerê dijê DAIŞ de, hertim pesnê Kurdan didan, mêrxasî û egîdiya pêşmergeyan dibirin ezmanan, ew Amerikaya ku Herêma Kurdistanê ji bo xwe wek hevpeymaneke stratejik dinirxand, çawa bû ku carek da Kurdan li ser piştê erdê xist?

Pekî ew belaya ku li Suriyê hat serê Kurdan çibû? Divê bi vê minasebetê em li vir mijarek zelal bikin. Belê, li Rojavayê Kurdistanê gelek xeletiyên PYD/YPGê çêbûn. PYD li partiyên din gelek neheqiyan kir. Di emelî da li vir diktatoriya xwe ava kir. Siyaseteke rast, dirust û vekirî neajot. Ev rastiyeke Rojavayê Kurdistanê ye. Lê li aliyê din, Rojavayê Kurdistanê derveyê şerê Suriyê ma. Herêma Kurd nebû qada şer, welatê Kurdan kavil nebû. Êrişa DAİŞê ya Kobaniyê ne têda, tu bajareke Kurdan ji şerê Suriyê yê navxweyî xesarek mezin nedît. Ev ji bo Kurdan awantajeke mezin bû. Heta bajarên Kurdan bûn stareya koçberên ku ji qada şer direviyan

Di vê mijarê du nokteyên din hene ku hewceye mirov behsa wan bike. Yek, carek tu kes nikare bêje ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê êrişek hatiye ser Tirkiyê. Ew îddiayên Tirkiyê ku qaşo Efrîn ûwd. jibo wê tehdidan peyda dikin tevahî pûç û vala ne. Herkes dizane ku derdê Tirkiyê hebûn û destkeftiyên Kurdan in, PKK/PYD tene bahane ne.

Nokta din jî helwesta Rusyayê ye. Em dizanin ku Rusya van demên dawî di mesela Kurd da helwesteke baş nişan didan. Wek nimûne, jibo Suriyê destureke federali pêşkêş kir, dixwest ku Kurd beşdarê platformên çareseriya siyasî bibin, bi eşkere digotin ku divê Kurd li Suriyê bibin xwediyê mafên neteweyî. Herweha helwesta Rusyayê ya derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê jî ne xirab bû.

Bi goteneke din dema ku tam hêviyek jibo Rojavayê Kurdistanê çêbû, Efrin li ser desturdayina Rusyayê ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin. Carek din her tişt serûbin bû.

Belê îro Kurd di çar perçeyan da serdemeke tarî da derbasdibin. Ji çar aliyan ve di bin dorpêçkirineke dijwar da ne. Ger destê wan bê wê bêhn stendina Kurdan qut bikin. Doza Kurd tune nekin jî, dixwazin Kurdan lawaz û mehkumê xwe bikin.

A herî balkêş jî helwest û bêdengiya dinyayê li himber êrîş ô zordariya li ser Kurdan e. Pir heyf e ku îro dinya derbarê êriş û neheqiya li ser Kurdan xwe kor û lal kiriye. Tiştek ne veşartiye ku pêwendiyên navnetewî de ehlaq, wijdan û prensip tune ne, tiştê ku li vê qadê kardike menfeat e. Belki, li dinyayê raya giştiyek heye ku xwedî wijdan û ehlaq e. Lê ji bo dewletan ev ne wisa ye.

Di vê mijarê da ez dixwazim binê sê xalan bi vekirî xêz bikim.

Yek; Ev rewşa xirab kû van demên dawî hat serê Kurdan bi tevahi li ser balansên zeif û ne demdirêj peyda bûn. Wek nimune, ki dikare bêje ku helwesta Amerikayê ya derbarê Iraqê, bi taybetî jî a derbarê Ebadî hetaûheta wê bi vê awayî bimeşe? Tişeteke eşkereye ku siyaseta Amerikayê ya Irakê şaş e û di demeke kin de wê bi qethî têk biçe. Hin kes difikirin ku dewletên zirhêz dûrbîn in û qet şaşî nakin. Naxêr. Amerika di dîrokê da gelek caran xeletîyên mezin kiriyê û bihaya wan jî bi giran daye. Tişteke ku Rusya di mesela Efrinê da kir, ew jî xeleti bû. Di demek nêzîk de Rusya wê jiber desturdayina êrişa Tirkiyê li ser Efrinê poşman bibe. Hebûna Tirkiyê li Efrinê dê çarserkirina pirsa Suriyê hîn tevlîhev bike û yê ku ji vê xesara mezin bibîne yek jê jî Rusya ye. Rastî ev e ku ger li Suriyê, Irakê û temamê Rojahelata Navîn aştî û aramî hewece be, ev tişt bê Kurdan nabe. Ji ber vê yekê, carek din herkes wê li deriyên Kurdan xin, berê xwe bidin Kurdan. Bi gotinek din ve dem, ne demeke mayînde ye.

Du; Gelo di vê pêvajoyê da qet xeletiyên Kurdan tune bûn? Kurd di nava xwe da çiqasî li ser hev in? Ber deriyê Kurdan çiqasî paqij e? Gelo, Kudistana Başur ger di nava xwe da li ser hev ba, tefaqeke xurt û saxlem çêbikira, wê karesateke wekê 16 Cotmehê cardin bihata serê Kurdan? Bi nêrina min, na. Belki carjî êriş ûwd. çêbibûya, lê encam sedî sed wê wisa nebûya. Ev tişt jibo Kurdên Suriyê jî wisa ye. Ger PYD û ENKSê bikariba idareyeke hevbeş li Rojava avabikira, Tirkiye bi vê rehetiyê nikaribû Efrinê işgal bikira. Wê gavê divê em ji xwe destpêbikin. Beriya her tiştî divê em wek millet tevbigerin. Siyaset û dezgeyên xwe li gor hewcedariyên milletbûyinê avabikin.

Sê; em li dinyayê serê xwe najîn, eksê wê em dinyayeke global de dijîn. Wek tefaqên navxweyî, ji me ra li derve jî tefaq lazim in. Mixabin bê piştgiriya derve em nikarin a dilê xwe bikin. Divê em riyek yan jî riyan bibinin da ku em bikaribin hin dewletên mezin qanih bikin ku azadiya me di berjewendiyên wan da ye jî. Ev jî karê diplomasiye ye. Ji me ra diplomasiyeke rêk û pêk, aqlane û nûjen lazim e. Diplomasiyeke ne tenê bi dewletan ra, ewqasî jî ji bo milletan, jibo raya giştiya cihanê lazim e.

Rast e, İro Kurd li neqebekê teng qelibîne. Lê ev rewşa tarî ne qeder e. Gotinek heye, dibêjin; “Dema herî tarî dema ku herî nêzîgê ronahiyê ye.”

19.03.2018