Pergala Birêxistinbûna Sîyasî ya Rojhilata Navîn û Tecrûbeya Kurdî

Kurd24

Nevzet Keskin

 

Birêxistûnbûnî hewcedarîyeke civakî, siyasî, olî û însanîye. Ji destpêka dîrokê heta roja îro, bi gotineke din ji roja ku Hz. Adem û Hawa hevdîtîn heta niha birexistinbûn bingeheke jiyana bihevreye. Ew li gora cih û civakê tê guhertin. Lê herdem li ser rê-rêbaz, ‘adat û teqalîdên civakê ava dibe. Her civak li gorî xwe kirasekî li bejna birexistinbûnê dike û wê bi reng û dengê xwe dixemilîne. Di jiyana cihana Rojava (Western World) de birexistinbûn bi rengekiye û di ya Rojhilata Navîn de bi rengekî din e. Li Cihana Rojava birexistinbûnî ji bo bihêzkirina pergala sîyasî ye, lê zidî wê li Rojhilata Navîn jî ji bo bihezkirina şexsan tê bikar anîn.

 Li Cihana Rojava birexistinbûnî ji bo bihêzkirina pergala dewletê ye. Lewra jî li Rojava her ku diçe pergala dewletê bihêz dike, xwe ber bi başîyê we diguherîne û xwe ji bo qeyranan amade dike. Dema ku em dinerin dewletên Cihana Rojava ew sosyalîzm û qomînîzm bi sentezeke nû kirin sosyalîzma demokratik û xistin xizmeta welatên xwe û ev jî bi saya birêxistinbûneke sîstematik bû. Lê dij wê li Rojhilata Navîn birêxistibûnî ji bo parastina şexsan e. Hedefa wê kin e. Rojane ye. Bê pergal e û ji bo berjewendîyên şexsî ye. Lewra jî pergalek mayînde çênabe. Pergal bi şexs re tê û pere diçe. Li Tirkî, Irak, Surî, Îran û hemû dewletên Rojhilata Navîn eynî rewş he ye. Herwiha partî û rexistinên Kurdî jî di nava vê analîzê de ne. Ji ber ku ev partî û rexistinên Kurdî jî dişibin cîran an jî serdestên xwe.

Li herêmê rêxistineke sîstematik û mayînde çênabê. Lewra ji tu caran îstîqrarekê berdewam û mayînde jî pêk naye. Her kes û şexsê ku tê pergalekê li gorî xwe çêdike û dema ku diçe jî wê bi xwe re dibe. Xwe mîna senterê dibine û dîwarê derûdora xwe qalin, zext û bilind dike. Mirin qet ne di rojeva wan de ye. Lê dema ku diçin jî welat an parçe dibin an jî bi nakokîyên bêçareserî re rû bi rû dimînin.

Kaddafî’yê Libya’yê, Husnu Mubarek’ê Misrê, Salîh Abdullah’ê Yemen’ê, Zeynelabîdîn’ê Tunus’ê, Şahê Îran’ê, Saddam’ê Iraq’ê, Essad’ê Surî’yê û xûyaye Erdoxan’ê Tirkîyê jî li ser eynî şopê diçe. Taybetmendîya wan hemûyan jî ev e ku di dema ku li ser îqtîdarê bûn û li ser îqtîdarê ne jî dikarin /dikarîbûn bi gotinekê rewşa welêt biguherinîn. Welêt bikin qada demokrasîyê. Birêxistinbûnê pergala dewlete Ewrûpa’yê jî binin û bi cih bikin. Dibe ku ev fikr radîkal be, lê weke mînak; çi asteng li pêşîya wan hebû ku Qanûna Esasî ya welatekî Ewrûpayê binin û tetbîq bikin. Eger bîanîya û tetbîq bikirana û kî bêje çi? Lê nexwestin û naxwazin jî, çima wan di got welat mêrga wan e. Em vexwin, bixwin û birijînin jî tu kes nikare ji mere tiştek bêje. Birêxistinbûn û pergala dewletê ji bo parastina qesrên xwe bikar dianîn. Ew çûn birezîltî û îro jî welatên wan bûne qada şer û pevçûnan e. Lanet li wan tê kirin. Ne ew bi aramî çûn û ne jî welatê wan di aramiyê de ne.

Partî û rêxistinên Kurdî divê ji qedera van welat û rêberên wan ders bigrin. Lewra hemû di herêma me de bûn û bandora wan ya herî zêde li ser me Kurdan çêbû. Ji zilm û zordarîya Şahê Îran’ê, Saddam’ê Iraq’ê, Essadên Sûrî’yê û rejîma Tirkî’yê her Kurd bêzar e. Eger îro Partîyên Kurdî ders ji wan tecrûbeyan negrin. Birêxistinbûna sîyasî ya Kurdî li gorî berjewendîyên partîzanî û şexsî bikar bînin û rê-rêbazên demokratik ku ji alîyên civaka navneteweyî ve têne pejirandin piştçav bikin wê qedera wan jî bibe mîna wan serdestan.

Tecrûbeya birêxistinbûna Sîyasî ya Kurdî biqasî ya serdestên wan e. PDK xwedî tecrûbeya 70, YNK 40 û PKK jî ya 35 salan e. Partîyên ku li ser rêbaz û bingehên van partîyan jî çêbûn xwedî eynî tecrûbeya sîyasî ne. Lê piştî evqas mînakên li ber çavên wan dîsa partîzanî difikirin, ne neteweyîne. Her yek dixwaze bajarekî ji xwe re bike bingeh û xwe weke dewlet bibîne. Îro pirsgirêkên nava PKK’ê PDK’ê û YNK’ê gele Kurd dîsa bêhêvî dikin. Her çiqas Kurd îro li gorî duh bêhtir nêzîkî serxwebûnê bin jî, lê birêxistibûna partîzanî  ku ketîya pêşîya ya Kurdî şensê Kurdan kêm dike.

Bikurtasî pergala birêxistinbûna sîyasî ya Kurdî dişibe ya Rojhilata Navîn ku qedera wê nexêr e. Eger wisa berdewam bike wê Kurd vê fersendê jî winda bikin û hêvîyên xwe di nava rûpelên dîrokê de vala bihêlin. Heyf û mixabin