Dengê xwe bidin HDP

Kurd24

Li hember siyaseta antî-Kurd ya Erdogan, divê Kurd dengê xwe bidin HDP.

Her guhertineke sîyasî, hiquqî, aborî, civakî tesîr li ser jîyan û hebûna Kurdan dike. Hin kes dibêjin bila Kurd tev li hilbijartinan nebin, lê nikarin sedemekî mantiqî jî nîşan bidin. Bi sloganan tunne hesabkirina dezgehên dewletê û sîstemê, ne dewletê ne jî sistemê dikare ji holê rake. Îro nêzîkê 13 milyon Kurd li bajarên Kurdistanê da dijîn, ji van zêdetir jî li Tirkiyeyê da dijîn. Wê Kurd çava bêjin hilbijartina Tirkiyeyê me alaqadar nake?

Di rewşa îro da li Bakûrê Kurdistanê tevgerekî bi hêz ya rizgarîxwaz li ser xetekî neteweyî ku milletê Kurd bighijîne azadiyê tune ye. Eger heba, bi perspektîfek neteweyî Kurd dikaribûn bigotana hilbijartinên Tirkiye me alaqadar nake. Mixabin rewşekî wuha, alternatîfekî wuha Kurdistanî îro nîn e...

Çend hafte berê 5 partiyên Kurdistanî li gel HDP ketin nav danûstandineke ciddî da ku bikaribin hevkariyeke hilbijartinê pêk bînin, mixabin ji ber helwesta şaş ya HDP û mudaxaleya berpirsekî PKK M. Karasu ev hevkarî pêk nehat. Tiştê ku xwuya dikir ev bû, lê kes nizane esas sebep çi bû, yan jî pêknehatina tifaqê kêrî kê hat, berjevendiya kîjan aliyê da bû!...

Partiyên Kurdistanî jî li ser vê hevkariyê zêde bi israr nebûn. Lê dîsa jî 4 parti (PDK, PSK, PAK, Azadi) dan xuyakirin ku hilbijartina serokkomariyê da dengê xwe bidin S. Demirtaş, parlamentoyê da jî ne yekser jî be HDP’yê nîşan dan.

HUDA-PAR bi ulefeya Erdoğan ser navê partiya xwe dikeve hilbijartina Parlamentoyê, hilbijartina Serokomariyê da piştgiriya Erdogan dike.

HAK-PAR li çend cîyan da berbijêrên serbixwe nîşan da. Serokkomariyê da helwesta wan ne dîyar e.

Di vê hilbijartinê da dengê Kurdan dê rolekî karîger bileyîze.

Her çend HDP bêje, em partiyeke Tirkiyeyî ne jî, dengdêrên HDP’yê, bingeh û laşê HDP’yê ji Kurdan pêk tê. Di çavê partiyên dewletê da HDP partiya Kurdan e. Dewleta Tirk, Serokkomar Erdoğan naxwazin di bin navê Tirkiyeyîbûnê da jî be nûnerek meşru yê Kurdan parlamentoya Tirkiyeyê da hebe. Em çiqas rexne li Tirkiyeyîbûna HDP’yê bigrin jî, kadroyên rêvebir û berbijêrên (adayên) HDP ne li gor dilê me jî bin, rexneyên me çiqas cîhê xwe da jî be, di rewşa îro da xeynê HDP tu partiyekî nikare rolekî karîger bileyîze. Ji ber vê yekê divê Kurd dengê xwe bidin HDP.

Sedemekî girîng yê din jî, ku Kurd dengê xwe bidin HDP’yê ev e, Erdoğan û AKP bi navê dijatiya PKKê, dijminatiya Kurd û Kurdistanê dikin. Berê ne Erdoğan ne jî AKP weka ku îro dikin, dijminatiya Kurdan nedikirin. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015 hetta îro derd û kulê Erdoğan ew e ku HDP’yê bi avakî tasfiye bike, nehêlê têkeve parlamentoyê. Piştî teqina Sirucê, piştî kuştina du polîsan (havîna 2015), şerê çekdariya ku Erdoğan dixwast PKK’yê bikşîne navê, bi ser ket. PKK jî qet texsîr nekir, îcabeta vê vexwandinê kir! Bi vê jî nema bi navê ‘’xwe revebiriya heremî’’ dest bi kolana xendekan kir, qaşo dest bi ‘’şerê gelêrî’’ kir. Bû sedema kuştina bi hezaran Kurdan, mihacirbûna bi sedan hezar belengazan, wêrankirina bajar û bajarokên Kurdperweriyê. Bi vî avayî xwelî li serê xwe kirin, HDP’yê jî xistin nav xendekan! Mixabin HDP helwestek berpirsiyarane wernegirt ew jî xwe kir qurbana vê stratejiya pûç û vala!..

Erdoğan îro ne bi tenê dijminatiya PKK yan HDP’yê dike. Erdoğan aşkere dibêje ‘’Em rê nadin, nahêlin li Bakûrê Suriye, Bakûrê Iraqekî din pêk bê!...‘’

Bi dagîrkirin û talankirina Efrînê va nemaye, berê xwe daye cîhên dî.

Erdoğan li hember Referanduma Kurdistana Başûr jî tehdîd û heqaretên xwe bê perva aşkere kiribû.

Alikariya Tirkiye ji bo Exvan, DAİŞ, Cebhetul Nusra û taximên cîhadîst ku li ser dijminkariya Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava hatibûn organîzekirin giha arş û alayê!

Bi kurtebirî di roja îro da li hember Kurdistana Bakûr, Başûr û Rojava tehdîda herî mezin siyaseta erîşkar û dagîrker a Erdoğan e! Divê Kurd li hember vê siyasetê dijminane bê helwest nemînin, vê siyasetê bidin sekinandin, pûç bikin.

Xeynê kitleya welatperwer û kadroyên fedakar yên HDP û PKK, qasê gunehê xwe jî ez hez ji sîyaseta HDP’yê, kultura politik ya HDP û PKK’yê nakim. Lê belê li hember siyaseta dijminane ya Erdoğan, di rewşa îro da divê Kurd dengê xwe bidin HDP. Carna vê helwestê dişibînin gotinekî pêşiya tirkan, dema bûk vediguhezin dibêjin ‘’Hem giderem, hem ağlarem’’ (Hem diçim hem, hem jî digrîm)

Ma qey ez siyaseta şaş ya HDP nabînim? Belê dibînim. Ez ne şirîkê siyaseta wan im, ne kefîl û ne jî wekîlê wan im, lê belê di rewşa îro da di platforma siyaseta legal da ê ku bikaribî erişkari û dijminkariya Erdoğan piçek jî be bide sekinandin HDP’ye...

Eger HDP di bin benda (baraja) sedî 10 bimîne herî kêm 80, 90 parlamenterê HDP dikeve destê AKP û piraniya parlamentoyê jî dikeve destê AKP û MHP.

HDP ji sedî 10 derbas bike dibe partiya kilit...

Ji bo serokatiyê şansa Erdoğan ji hemû berbijêran zêdetir e. Eger pêlekî xurt û ji kûr va neyê, Erdoğan dê bibe serokkomar, lê ne serokkomarekî adetî. Li gor destûra nû, selahiyetên Erdoğan ji sultanên Osmaniyan jî zêdetir e. Civaka Tirkiye çiqas ji vê sîstemê re amadeye ne dîyar e. Wê ev sîstem di berjewendiya Kurdan da be, ne dîyar e.

Gelo HDP dîsa weka hilbijartinên 2105an de kiribû, dê dîsa siyasetek dij bi şexsê Erdoğan bimeşîne bêje, ‘’em te nakin serok’’ yan jî rola xwe ya kîlît ji bo berjevendiya mafên Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê bi kar bîne? Ne dîyar e! Xwezî ez şaş bim, lê ez ji wan zêde ne bawer im...

Erdoğan hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bi tenê serê xwe qazanc bike, kes nikare wî bide sekinandin, hetta ku serê xwe ji xeynê Kurdên bê xwedî, quvvetekî din, belayekî din, li kevirekî din bixe!..

Erdoğan û peyayên wî li hember Kurdan bûne bitir. Zilamek wî, bi navê İbrahim Halil Yıldız çend roj berê li Sirûcê avêt li ser dikana camêrekî kurdperwer, kurekî wî li dikanê da kuştin, kurê wî yê brîndar li nexweşxaneyê da kuştin. Wî jî bi lêdanê kuştin! Hawar û girîya dîya xortan, xwuşka wan kezzeba mirov diperitand! Erdoğan di cîh da malbata maxdur bi PKK’yî bûnê sûcdar kir. Serokwezîr, wezîrê karê hûndir, çend wezîrên dî bi lez û bez şand Sirûcê, cenazeyê birayê zilamê xwe wek cenaze ‘şehîdan’ bi tevlê bûna erkana dewletê, da rakirin. Nehiştin malbata maxdûr bi avakî rehet cenaze xwe jî rakin. Aparata dewletek qerase, serokkomar, serokwezîr, wezîrê hundirû, wezîrên dî, vali, qaymaqam, polês, asker şerê malbatek belengaz bike?! Hem xelkê bê guneh bikujin, hem sûcê xwe bixin sûkra HDP û PKK’ê hem jî bûyerek wûha kirêt bikin malzeme propagandayên derew!

Serokê partiyeke ku 6 milyon ray girtiye, nêzîkê 2 sal e li hepsê da ye, derheqa wî da hîn tu biryara mehkemeyê tunneye, tu wek serokkomar wî camêrî terorist îlan bike, bêje ‘’idama wî bê ber min ezê imza bikim!’’ Ka edalet, ka însaniyet, ka heqqanîyet, ka siyaseta sivîl?

Selahaddin Demirtaş rojê 5 dana bibêje ‘’em partiyê Tirkiyeyî ne, ala Tirkiye ala me ye, ortak vatan, demokratik Tirkiye’’ jî dîsa fayde nake. Kes (ne AKP, ne CHP, ne MHP ne tu partiya tirkan) wî û partiya wî Tirkiyeyî qebûl nake! Eger alîkariya CHP nebaya Demirtaş û parlamenterên HDP niha ne li hepsê da bana...

Ev raya ku Demirtaş ji Kurdan bistîne, ne ji bo Tirkiyeyîbûna wî jê ra bê dayîn. Çiqas ray bistîne, ji ber Kurdbûna wî ye. Ew dengên ku Demirtaş û HDP bistînin weka netîceya referandûmek e. Ez bawer nakim bikaribin, yan destên dî bihêlin HDP rolekî baş bileyîze, lê eger bikaribin ji ber rewşa politik dikarin hin tiştan bidin kirin jî. Dikarin hin tiştan bi dest xînin.

Em baş dizanin ku pirsa Kurd û Kurdistanê li parlamentoya Tirkan da çareser nabe lê belê rewşa îro da hebûna Kurdan li parlamentoyê da girîng e.