Mafê Dewleta Tirk tune ye ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike

Kurd24

Hîç şik tune ye ku “bizmarê dinyayê” liviyayê. Li Dinyayê kaoseke mezin ya civakî û siyasî û aborî heye. Ji aliyê din de jî bêedaletiya heyî, feqirî dibe sedem ku civat bikeve nav cînetê. Li Fransayê encama vê rewşê serhildaneke gelek xurt ya gel di rojevê de ye. Dewleta Fransayê nikarê pêşiya serhildina gel û siwîl bigre. Serhildan her ku diçe mezintir dibe.

Li Rojhilata Navîn jî, piştî salên 2003iyan serûbinbûneke gelek xurt heye. Kaos û qrızeke civakî û siyasî di rojevê de ye. Bi taybetî jî piştî “Bihara Ereban” her kes li benda bû ku dê li Rojhilata Navîn û Efrîqayê guhertinên berbipêş û pozîtîf bên holê. Sîstemên otorîter û totalîter û faşsût dê ji holê rabîn. Sîstemên demokratîk, plural, patlamenterîst, dewletên federal û hemû miletên bindest, bi taybetî jî neteweya kurd dê mafê çarenivîsiya xwe werbigrin, nafên xwe yên milî qezenç bikin.

Hezar mixabin wusa nebû. Rewşeke hîn koatîk derket holê.

Bi taybetî jî Suriye bû glokeke agir. Li Sûriyeyê dema serhildana siwîl dest pê kir, di nav demeke kurt de ev serhildana siwîl bû şerê hundir.

Her kes di wê baweriyê de bûn ku rejîma Baasê dê di demekî nêzik te bê guhertin, li Sûriyeyê sîstmeke demokratîk  dê ava bibe. Her sinif û tebeqeyeke civakî, kurd jî dê desthilatdarî parve bikin; neteweya kurd dê li welatên xwe desthilatdar be.

Ew pêşbînî rast derneket. Li Sûriyeyê şerê hûndir bû şerekî mezin. Bi taybetî jî dema dewletên mezin hatin midaxeleyî Sûriyeyê kirin, şerên wekaletê rewş zêdetir kaotîktir kir. Diyar e ku dê ev şerê demeke din ya dirêj dom bike. Çareserî li Sûriyeyê jî dê bi îradeya gelên Sûriyeyê nebe. Dewletên biyanî dê qedere Suriyeyê tespît û tayîn bikin.

Ji aliyekî de nêzikî mîlyonek însan hat kûştin. 7 mîlyon însan mecbûr bûn ku welatê xwe terk bikin, li welatên biyanî bikevin nav rewşeke gelek xerab.

Mirov dikare bibêje ku rewşa hemwelatiyên Sûriyeyê hem li hûndirê welêt û hem jî li derveyî welêt, ji berê xerabtir e.

Li Sûriyeyê piştî şerê hûndir, neteweya kurd û Kurdistanê bû mijareke girîng. Dema ku ji Sûriyeyê bi tevayî jî bê qal kirin,  xeleke girîng û stratejîk neteweya kurd û Kurdistanê ne.

Di vê merheleyê de Îran û Rusya bi xwe raste rast li Sûriyeyê desthilatdar in.

Emerîka û hevkarên wê yên Ewrûpayî bi belafirên xwe yên şer û bi hêzên wekaletê li Suriyeyê desthilatdar in.

Dewletên herêma Rojhilata Navîn yên din jî bi hêzên wekaletê bi awayekî li Suriyeyê xwediyê bandor û desthilatdar in.

Dewleta Tirk, hem raste rast û hem jî bi şerê wekaletê desthilatdar e. Gelek herêm jî di bin dagirkerî û desthilatdatiya wan de ye. Dixwaze ku Rojavayê Kurdistanê bi tevayî bixe bin bandor û desthilatdariya xwe. Ji bona vê jî plana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dike.

Ji bona Dewleta Tirk mijara stratejîk di serî de mijara neteweya kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk, dema ku li Sûriyeyê şerê hûndir dest pê kir, tirs bona dewleta Tirk çêbû ku dê Kurdistanê ji Suriyeyê veqete bibe dewleteke serbixwe, Sûriyeyê parçe bibe.

Dewleta Sûriyeyê wek tê zanîn girêdayî hesabên xwe yên stratejîk, ji bona ku Kurdistan veneqete, li Kurdistanê pêşiya mixalefeta milî ya Kurdistanê bigre û nehêle ku mixalefet xûrt bibe û bi mixalefeta ereban re nebe yek, desthilatdariya Kurdistanê bi PKK/PYDê re parve kir, wê demê ji bona Dewleta Tirk denklem jî bi tevayî hat guhertin.

Dewleta Tirk, xwest ku bi PYDê re pêwendiyên xwe pêk bîne û li ser PYDê bendora xwe ava bike. Lê dema ku desthilatdariya siyasî ya AK Partiyê xwest, ku PYDê ji PKKê veqete û dûr bikeve; wê demê hesap serûbinî bûn. Lewra PYD nedikarî, ku ji PKKê veqete. Lewra PYD, PKKê bi xwe ye.

PKK/PYD, li Sûriyeyê demekî dirêj  di bin bandora Rejîma  Suriyeyê û Rûsyayê û Îranê de şerê wekaletê meşand.

Lê dema ku Emerîkayê û hevkarên wê biryar dan ku li Sûriyeyê mudaxîl bin; Emerîkayê bi PKK/PYDê re pêwendiyên li dar xist. Ew ji bona rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê û Îranê bû darbeyekê. Lê sê terefan ji bona ku PKK/PYDê teslîmî Emerîkayê nekin ketin nav reqabetekê. Lê di encamê de Emerîka bi serket. Hemû hesabê xwe ji bona ku hem li Suriyeyê bibe qewete midaxîl û hem jî ji bona ku li hemberî DAEŞê şer û operasyonan pêk bîne, pêwendiyên xwe PKK/PYD xûrttir kir. Derfetên mezin da PKK/PYDê.

Emerîka her çiqas Dewleta Tirk ji Emerîkayê daxwaz kir, ku wek endamekî NATOyê jı Emerîka eleqeya xwe ya PKK/PYDê bibire û amade ne  ku li hemberî DEAŞê li Reqayê û Derêzorê şer bike û operasyonan pêk bîne, Emerîkayê ev yeka nepejirand.

Ew helwesta Emerîkayê bû sedem ku di navbeyna herdu dewletan de nekokî çêbibe, nekokî kûr bibe. Di navbeyna wan de Tevgera Gulen jî pirsgirêkeke mezin bû. Pişt re jî mijara keşîş, mijara Midurê Banqeya Gel û wekî din pirsên din ev nekokî kurtir kir.

Emerîka û Dewleta Tirk gelek ji hevdu dur ketin.

Di pêvajoyê de pêwendiyên Rûsyayê û Îranê û Dewleta Tirk pêş ket. Ew jî di navbeyna Emerîka û Dewleta Tirk de bû pirsgirêk û sedema nekokiyê.

Dema ku Dewleta Tirk biryar da ku Fuzeyên S-400 ji Rûsyayê bikire û li Tirkiyeyê bi cî bike û bi Rusyayê ve li ser avayîya vê peyman çê bû, dijberî derket holê.

Ez dikarim bibêjim ku di wê qonaxê de di navbeyna Emerıka û Dewleta Tirk de şerekı dijwar dest pê kir.

Dewleta Tirk ji bona ku desthilatdariya Emerîkayê teng bike, pêşiya PKK/PYDê bigre,  li Suriyeyê jî rasterast bibe hêzeke desthilatdar, dest bi operasyona Cerablûsê û El Babê kir. Di van operasyonan de serkeftî bû. Wê demê ji Emerîkayê daxwaz kir ku divê PKK/PYDê ji Mencîbê bê derxistin. Lewra Emerıkayê berê jî di derbarê Menbîcê de soz dabû Dewleta Tirk. Lê Emerîkayê gor soza xwe tevnegeriya.

Wê demê Dewleta Tirk biryar da ku Efrînê dagir bike û PKK/PYDê ji wir bavêje derve. Loma jî diviya bû ku bi Rûsyayê re peyman çê bike ku Rûsya seheya hewayî ji Tirkiyeyê re veke. Dema ku PKK/PYDê daxwaza Rusyayê, ku Efrînê teslîmî Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê bike, PKK/PYDê qebûl nekir, wê demê Rûsyayê derî ji Dewleta Tirk re vekir. Dewleta Tirk Efrîn di demeke kurt de bê şer îşgal kir.

Dema ku Dewleta Tirk Efrînê îşgal bike, Emerîkayê deng dernexist. Lewra Emerîkayê siyaseteke wan ya stratejîk di derbarê pirsa Kurdistanê de tune bû. Pêwendiyên xwe yên PKK/PYDê ji wek leşkerên bi pere û leşkerên dixwazin xwe ji bona Emerîkayê xwe bikûjin bi nav dikir.

Dewleta Tirk dît ku Emerîka daxwazên wan li Menbîcê pêk nîne, wê demê hîn zêdetir daxwazkar bû. Di hemandem de got ku ezê li tevayî Rojavayê Kurdistanê (Rojavayê Fıratê jî) operasyonan bikim.

GELO DEWLETA TIRK ÇIMA NÛHA DIXWAZE LI BAŞURÊ û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ OPERASYON ÇÊ BIKE?  

Emerîka ji bona ku pêşiya êrişa Dewleta Tirk bigre, ji bona Menbîcê nexşerêyeke mişterek qebûl kir. Hat gotin ku li Menbîcê modeleke mişeterek û modeleke çareserî ava dibe. Ev modela dikare ji Rojavayê Kurdistanê û ji herêmen din yên ereb re jî bibe model.

Lê ew nexşerêya pêk nehat. Dewleta Tirk aşkere kir ku Emerîka ji bona ku PKK/PYDê zeman qezenç bike, xurttir bike, Emerîka bi xwe jî cîwar bibe, taktîk dike, di nav xapandinekê de ye.

Her çiqas Emerîka digot ku “em çêkên giran nadin PKK/PYDê. Dewleta Tirk îdia dike ku Emerîka ev soza xwe jî pêk neanî.”

Emerîka diyar kir ku dê li sînor 12 qereqolên kontrolê ava bikin. Ev jî ji aliyê Dewleta Tirk de wek parastina PKK/PYDê hat şirove kirin.

Bi taybetî dema ku serleşkerê Emerîka diyar kir ku Emerîkayê 30-40 hezar hêzên herêmî çekdar û perwerde bikin. Ev ji aliyê dewleta Tirk de, “Emerîka dixwaze ji bona PKK/PYYDê leşkerî bi pergel dixwaze ava bike” hat şirove kirin.

Lê di encamê de Dewleta Tirk difikire, ku “Emerıka dixwaze Suriyeyê parçe bike û ji bona PKK/PYDê dewlet ava bike.”

Vê yekê jî ji bona yekîtiya Tirkiyeyê xeter dibîne.

Ev hemû dema mirov bide ser hev, dewleta Tirk ji bona ku Emerîka tedbîrên xwe cibicî bike, beriya wê biryar dan ku operasyona leşkerî bikin.

Lê beriya ku li Rojavayê Kurdistanê operasyon bikin, êrişî beregehê PKKê yên li Şengalê, Qereçoxe, Mehmûrê kir.

Diyar bû ku sînorê operasyona Dewleta Tirk fireh e. Başurê Kurdistanê jî di hedefa operasyonê de ye.

GELO DEWLETA TİRK DIXWAZE BIGIHÎJE KÎJAN ARMANCÊ?

Dewleta Tirk bi operasyona xwe ya li Rojavayê Kurdistanê dixwaze bigihîje çend armancan.

Armanca yekemîn: Dewleta Tirk dixwaze li Suriyeyê bi hêztir be. Bi hêzbûna xwe di bazariyan de par a mezin bigre, giraniya xwe li ser mijarên bên çareser kirin, çê bike.

Armanca duyemîn: Dewleta Tirk dizane ku piştî ev rewşa kaotîk û belayî yekîtiya Sûriyeyê dom nake. Suriye dê parçe bibe. Dema parçe bibe, dewleta Kurdistanê dê ava bibe, dewleta Tirk dixwaze pêşiya dewletbûna kurdan bigre.

Armanca seyemîn: Dema ku Rojavayê Kurdistanê dagirkir, dê piştî demekê îlxak bike, Rojavayê Kurdistanê dê bi Dewleta Tirk re girê bide.

Armanca çaremîn: Dixwaze bi operasyonê Emerîka paşve gav bavêje û bi PKK/PYDê re pêwendiyên xwe qût bike û li Sûriyeyê bi Dewleta Tirk ve kar bikin.

Dewleta Tirk ji bona ku bigihîje ev armancên xwe, divê Rojavayê Kurdistanê îşgal bike. Nûha jî ji bona vê amadekariyê dike.

ARMANC MENBÎÇ QEZENÇ KIRINE Û AN JÎ KURDISTAN DAGIRKIRINE?

Tê gotin ku Dewleta Tirk ji bona ku Emerîka li Mebîçê ji bona wan tenezulî bikin, operasyon wek şantajekê bi kar tînin.

Ev rast e. Lê daxwaza wan navendî, dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.

HELWESTA EMERÎKAYÊ ÇI YE?

Li hemberı biryara Dewleta Tirk ya di derbarê operasyonê de hîn helwestek qerardar û hişk nîşan nedaye. Lewra Emerîka di derbarê Suriyeyê û Kurdistanê xwediyê stratejiyeke diyar û aşkere nîne.

Emerîka ji bona plana xwe pêk bîne dikare herêmekê ji Roavayê Kurdistanê jî bide wan.

SÛRIYE Û RÛSYA Û ÎRAN ÇI DIFIKE?

Sûriye, ji helwest û pêwendiyên PKK/PYDê  û Emerıkayê gelek eciz e. Rejîma Sûriyeyê difikire ku Emerıka dixwaze PKK/PYD li hemberî wan bike alternatîf. Bi xwe bi wesiteya wan dagirkeriya xwe li Suriyeyê bidomîne. Loma jî operasyona Dewleta Tirk li fêda xwe dibînin.

Rûsya di van rojên dawî de diyar kir ku Emerîka siyaseteke xeter û cûdaxwazî didomîne. Emerıka dixwaze dewleteke kurd ava bike. Loma jî ji helwest û siyaseta Emerîkayê eciz e. Ji bona vê jî operasyona Dewleta Tirk li berjewendiya wan e.

Ji bona Emerîkayê Îran li dinyayê dijminê sereke ye. Loma jî, ji bona ku rejîm û desthilatdariya Îranê biguherîne her planekê dimeşîne û ji mixalefeta desthilatdariya îslamî re piştgirî dike. Nuha li ser Îranê ambargoyeke gelek dijwar dimeşîne. Loma jî, kî derbekê li Emerîkayê bide; ji bona wan baş e. Loma jî operasyona li rojavayê Kurdistanê sînorê desthilatdariya Emerîkayê dê teng bike û zerar dide Emerîkayê. Dê piştgirî bike.

ÇIMA DEWLETA TIRK XWEDIYÊ MAF NÎNE KU LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ OPERASYON BIKE?

Dewleta Tirk, perçeyê mezin ya Kurdistanê îşgal û ilxak kiriye. Divê ji Bakûrê Kurdistanê derkeve. Neteweya kurd li welatê xwe desthilatdar û azad be.

Lê Dewleta Tirk ji Bakûrê Kurdistanê vekişandina xwe nafikire, dixwaze Rojavayê Kurdistanê jî bi xwe re girêbide. Başûrê Kurdistanê jî nebe dewlet. Loma jî li Başurê Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket û xwe amade dike ku Rojavayê Kurdistanê jî îşgal bike.

Lê tiştekî vekirî heye, ji aliyê hiqûqa neteweyan û hiqûqa însanî û hiqûqa navneteweyî û hiqûqa ciran tiyê de, mafê Dewleta Tirk tune ye ku Başûrê û Rojavayê Kurdistanê îşgal bike.

Em raste rast li ser mafên neteweyî û desthilatdarî ya neteweya kurd nesekinin jî;  divê bê zanîn ku Başurê Kurdistanê xwediyê dewleta federe ye. Ew û ereb bi hev re desthilatdar, serwer, xwediyê dewletê ne. Rojavayê Kurdistanê dibin îşgala Dewleta Sûriyeyê de ye.

Ew rewşa bi xwe jî diyar dike ku mafê dewleta Tirk tune ye ku li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyon çê bike.

DIVÊ KURD ÇI BIKIN?

Divê kurd bi zanyariya mafên xwe yên desthilatdarî û serwerî li dijî operasyonên Dewleta Tirk derkevin.

Di heman dem de divê îzin nedin ku PKKê welatê wan xerab bike û bibe sedem û dawetkar ku dewletên dagirker û kolonyalîst zirar bidin wan û Kurdistanê.

Amed, 16. 12. 2018