Serokê Miletê Kurd yê Efsanewî û Şervan Mele Mistefa Barzanî

Kurd24

Serokê Miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî, beriya nûha 40 salan, di 1-ê Adar a 1979 an de li Emerîkayê encama nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe. Hezar mixabin ji bona ku rejîma baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdiatanê dom dikir, derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê û li Berzan bê veşartin. Loma jî li Rojhelata Kurdistanê (Îranê) hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û îdrîs Barzanî neqilî Başûrê Kurdistanê û Berzan bû.

Dema Serok Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe, zêdetir qiymeta wî ji bona miletê kurd û miletê cîran derket holê. Her kesî piştî mirina wî qal kir, ku çiqas aşitîxwaz e û ji bona çareserkirina pirsa Miletê Kurd aktorek girîng e. Di vê merheleyê de jî, konsepta wî û rê Û rêbaza wî girîng e. Loma jî li ser rê û rêbaza wî; li ser qerekter û exlaqa wî; li ser bîrûbaweriyên wî; li ser xeta wî ya siyasî û milî lêkolîn bi gelek cûran çê dibin.

*****

Serok Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de bi tevgere rizgarîxwaz ya miletê kurd re rû be rû dibe. Ew di zaroktiya xwe de bes êşa miletê kurd nas nake, di heman dem de ew di nav wê eşê de jiyana xwe didomîne. Ew di sê saliya xwe de bi dayika xwe re di zîndana Osmaniyan de dimîne. Êş û zehmetî dikşîne. 
Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20-an de dikeve nav tevgera milî ya kurd. Di demek kurt de jî, di nav tevgera miletê kurd de rolekî gelek girîng dilîze. 
Birayê wî yê mezin Şêx Ebdûlselam Barzanî, dema Mele Mistefa Barzanî zarok e, ji tevgera miletê kurd re serokatî dike. Hezar mixabin dema di salên 1913-an de tevgera wî şikest dixe; Ew mecbûr dibe ku derbasî Rojhelata Kurdistanê û desthilatdariya Îranê be. Lê Osmaniyan û bi taybetî jî Îttîhad-Terakkîcî xwediyê biryar in, ku Şêx Ebdûlselam Barzanî bikûjin. Loma jî li ser wî gelek disekinin. Ji Îranê daxwaz dikin ku teslîmî wan bike. 
Loma ew li Îranê jî jiyanek veşartî derbas dike. 
Hezar mixabin ew li Rojhelata Kurdistanê encama xiyaneta mazûbanê xwe, ji aliyê desthilatdarên Îranê de dîl tê girtin û teslîmî Osmaniyan tê kirin. 
Osmanî, Şêx Ebdûlselam, di ser bajarê Wanê û Diyarbekîrê re dibin Misûlê. Li Misûlê ji aliyê kurdekî ve (Sileyman Nazif) bi awayekî derevîn û nehiqûqî tê darizandin, di derbarê wî de biryara dardakirinê tê girtin. 
Şêx Ebdûlselam Barzanî li ber çavên malbata wî û Mele Mistefa Barzanî tê dardakirin.

Tê gotin ku Mele Mistefa Barzanî wê demê biryar dide ku “ew yan dê ji tevgera milî ya kurd dûr bisekine û yan jî dema ku di nav tevgera milî ya kurd de cîh bigre û tu wext teslîmî dijminên kurdan nabe.” 
Lê di nav tevgera miletê kurd de cîh girtin qedera wî ye. Ew di zaroktiya xwe de di nav tevgera milî de cîh digre. Ew di cîwantiya xwe de û birayê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî bi çekdarî piştgiriya Tevgera Şêx Mehmud Berzencî dikin.
Serok Mele Mistefa Barzanî jî tu dem jî xwe teslîmî dewletên dagirker nabe û bi wan jî bawer nake.
Mele Mistefa Barzanî: Di sala 1903-an de ji dayik dibe. Dema Kurdistan encama Peymana Lozanê beş dibe ew 20 salî ye. Ew, dema Komeleya Tealî ya Kurd di bin serokatiya neviyê Şêx Ûbeydûllah Nehrî Seîd Ebdilkadir de ava dibe, ew 15 salî ye; dema serîhildana 1925-an di bin serokatiya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de dest pê dike, 22 salî ye. Dîsa tê îdia kirin ku malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî bi Şêx Seîd Efendî re dikevin nav pêwendiyan. Piştî wê jî Malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî di sala 1932-an de bi tevgera Agriyê re û beriya wê jî bi Rêxistina Xoybunê re xwediyê pêwendiya ne. 
Malbata Barzaniyan û Mele Misetafa Barzanî, heta sala 1945-an li Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker û kolonyalîst ya Iraqê ji bona çarenivîsiya miletê kurd û ji bona azadî/rizgariya Kurdistanê têkoşîn dimeşînin. 
Lê piştî ku şikest dixin Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî diçin Rojhelata Kurdistanê.

 *****

 Mele Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî, li Rojhelata Kurdistanê dikevin bin xizmeta miletê kurd û desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê. 
Ew di sala 1946-an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mele Mistefa Barzanî, di Komara Kurdistanê de dibe serleşker.
Wek tê zanîn Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi qerektera xwe hemû kurdistaniyan temsîl dikir. Lê hezar mixabin temenê wê dirêj nebû. Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe bi îzina Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed, biryar dan ku derbasî Yekîtiya Sovyetan bibe.
Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di bin bombardimana Iraqê, Îranê, Tirkiyeyê de di 35 rojan de derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn. Hezar mixabin li wir jî heta sala 1953-an mûameleya penaberiya siyasî nedîtin.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, dema ku li Yekîtiya Sovyetan bûn, di bin serokatiya Hamza Ebdûllah de Partiya Demokrat a Kurdistanê li Iraqê ava bû. Partiyê di kongreyê de biryar girt ku Mele Mistefa Barzanî bibe serokê partiyê. Dema ew biryara li Yekîtiya Sovyetan pêşkêşî Serok Mele Mistefa hat kirin, wî bi serbilindî ev biryara pejirand.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, heta sala 1958an li Yekîtiya Sovyetan man. Li wir jî têkoşîna xwe meşandin. Bi berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetan re danûstandin kirin. Gelek zehmetî kişandin. Lê wan hîç demekê ji bona vê yekê gilî û gazind nekirin. 
*****

 Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, dema ku (1958) li Iraqê desthilatiya siyasî hat guhertin û Ebdûlkerîm Qasim hat ser hikûm. Rejîmê ji wan daxwaz kir ku ew vegerin Kurdistanê û Iraqê. 
Wan jî, ew vexwendina pejirand. Ew di ser Misirê re derbasî Iraqê bûn. Ji aliyê gel de gelek bir çoş hatin pêşwazî kirin. 
Hatina Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, beleş nebû û xwediyê wateyek mezin bû.. 
Ew vegera wan serkeftina miletê kurd û PDK a li Iraqê û Serokê Kurdistanê û hevalên wî bû. Lewra li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehî (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di Makezagonê hat qebûl kirin, ku Iraq ji tu miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kuırd dê welatê xwe bi birêvebibin. 
Encama vê makezagonê PDK a li Iraqê li Baxdatê kongreya xwe çêkir, bû partiyek yasayî.
Diviya bû ku dewleta nû ya Iraqê bi destê kurdan û ereban, bi destên dezgeh û berpirsiyarên wan ava bibûya.
Hezar mixabin desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xûrt kir û lingên xwe da erdê, wek M. Kemal û Îttîhad-Terakkiyên Tirkan kirin. Êrişî kurdan kirin. Mele Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961-an de dest bi şoreşê kir.
Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê bes di nav PDKê de beşbûn (1964) pêk hat, vê beşbûnê zerarek mezin da şoreşê. Tiştê xerab ew bû ku di sala 1966-an de şerê birakûjî çê bû. Di vî şerî de Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî bi serketin.
Ev şoreşa kurdan di sala 1970-yî de encam da. Desthilatdariya Iraqê û rejîma baasê mecbûr bû ku li Kurdistanê Otonomî/Hûkmî Zatî ava bibe. 
Encama Peymana 11 Adar a 1970-yî Kurdisatan azad bû. Bes ji bona Kerkukê biryara plebîsîte hat wergirtin. 
Wek tê zanîn di referandûma makezagona sala 2005-an de jî dîsa ji bona Kerkukê biryara referandûmê hat girtin. Diviya bû ku ev referandûma di sala 2007-an de jî encam bigirta. Hezar mixabin hîn ev referandûma di derbarê Kerkukê de pêk nehatiye. Rewşa Kerkukê di serê miletê kurd de pirsake gelek mezin e.

 *****

 Hezar mixabin Hikûmeta Navendî ya Kolonyalîst ya Iraqê ji bona ku Otonomiya Kurdistanê xerab bike û têk bibe; ji bona li Kerkukê plebîsît çê nebe, li hemberî Serok Mele Mistefa Barzanî du sûîqest pêk anî. 
Encama siyaseta qirêj, kolonyalîst ya Iraqê, di sala 1975-an de dîsa şer dest pê kir.
Di vî şerî de kurd di destpêkê de gelek serkeftî bûn. Hezar mixabin piştî ku Îran û Emerîkayê alîkariya xwe ji kurdan birîn, kurd mecbûr bûn, ku dest ji şer berdin. 
Ev jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.
Serok Melel Mistefa Barzanî û pêşmergê çûn Îranê. 
Ew têkçûna bû sedem ku Mele Mistefa Barzanî bi nexweşiya pençeşêr bikeve. Ji bona tedavîya xwe biçe Emerîkayê. Li wir jî di 1-ê Adara 1979-an de biçe ser dilovaniya xwe.
*****
Serok Mele Mistefa Barzanî ne bes serokê Başûrê Kurdistanê bû, ji hemû aliyên kurdan de wek serokekî milî hatibû pejirandin. 
Ew di heman dem de serokekî navneteweyî bû. Dinyayê kurd bi wî dinasî.
Mele Mistefa Barzanî, kevneşopiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Evdilselam, Şêx Mehmud Berzencî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî, Seyîd Rizayê Dersımî, Qadî Mihemed bû.
Ew bû sedem ku ev kevneşopiya milî domdar be û bibe Dewleta Federe ya Kurdistanê.
Ew, bi hemû çîn û tebeqeyên civakî re li hev kirî bû.
Ew kesekî aşîtîxwaz û girêdayî qeyîdeya/pîvana xweparastinê bû.
Wî, ciyê xwe li cem dinyaya demokratîk diyar kiribû. 
Bila dîsa serê miletê kurd sax be.

Amed 02. 03. 2019